Wan – Lûtkeya ku ji bo guherîna avhewayê COP31ê ku li Antalyayê hat li darxistin, bi holdîngên bûn sponsor ve balê kişand ser xwe. Holdîngên weke Cengîz, Lîmak, Koç, Sînpaş û hwd. ku bûne sponsorê COP31ê heta niha zirarên herî mêzin dane xwezayê.
Sicîla ekolojiyê ya şirketên ku bûne sponsorên Lûtkeya Avhewayê ya COP31ê ku li Antalyayê hat lidarxistin, ji aliyê rêxistinên jîngehparêz û saziyên civaka sivîl ve bi tundî tê rexnekirin. Dema ku Lîsteya Fermî ya Sponsoriya COP31ê tê lêkolînkirin, tê dîtin ku holdîngên mezin ên di sektorên enerjî, maden, avahîsazî û fînansê de dixebitin, di lûtkeyê de rolên sereke girtine li ser xwe. Her wiha şîrketên ku zirarên mezin dane jingehan û xwazayê bi sozên guherina polîtîkayên hemberî xwazayê didin, lê kirinên wan ne wisa ye. Heta niha gelek holdîng li dijî biryarên ÇEDê, dozgeh û çalakiyên dijî xirabkirina xwezayê kiryarên xwe pêkanîne.
Li gorî daneyên rêxistinên ekolojiyê yên weke Enstîtuya Polen Ekolojî, Yekîtîya Ekolojiyê û rêxistinên ekolojiyê yên herêmî ev şîrket û holdîngên bûne sponsor ji aliyê parastina xwezayê ve xwedî rabirdûyeke baş nînin.

Sernavên şirketên sereke yên di kategoriyên cuda yên lûtkeyê de cih digirin û sicîla wan a jîngehê ya ku ketiye rojeva raya giştî wiha ne:
* Cengîz Holdîng: Ji ber projeya madene ya li navçeya Cerattepe ya Artvîne, xebatên kanên keviran ên li navçeya İkizdere ya Rîze ye ku (biryarên ÇEDê birine dadgehê) û wêrankirina ekosîstemê ya li herêma Çiyayên Kazê tê rexnekirin. Cengiz Holding, di konsorsiyuma peymankarê sereke ya projeya Bendava Ilisûyê û santrala hîdroelektrîkê (HES) de cih digire ku bajarê kevnar ê Heskîfê yê bi dîroka xwe ya nêzî 12 hezar salî û Geliyê Dîcleyê di bin avê de hiştiye. Rêxistinên ekolojiyê, arkeolog û saziyên navneteweyî, dema ku hevkariya Cengiz Holding a “Veguherîna Domdar” a di COP31ê de tê nîqaşkirin, pêvajoya Bendava Ilisû û Heskîfê wekî yek ji mezintirîn wêrankirinên ekolojîk ên di sicîla rabirdûya şirketê de nîşan didin. Bi birîna herikîna xwezayî ya Çemê Dîcleyê re, ekosîstema bêhempa û qadên avî yên li seranserê çem tune bûn. Qadên jiyanê yên kûsîyê Firatê, keftarê xêzkirî û gelek cureyên çûk û masiyan ên endemîk di bin avê de man.
*Lîmak Holdîng & IC Holdîng: Ji ber birîna daran a bi armanca berfirehkirina qada kana komirê ya li Daristana Akbelen a navçeya Mîlas a Muglayê û xebatên santralên termîk rastî bertekan tên. Şirketa YK Enerjî ya ku hevpariya wekhev a Limak Holding û IC Holdingê ye, ji bo dabînkirina komirê ji santralên termîk re qada kanê berfireh kir. Di encamê de, tevî berxwedana salan a gundî û çalakvanan, li Daristana Akbelen a Mîlas a Muglayê bi deh hezaran dar hatin birîn û yekparebûna ekosîstema herêmê bi giranî hat wêrankirin.
*Koç Holdîng: Ji ber domandina xebatên rafîneriya petrolê ya TUPRAŞê bi kapasîteya tam û projeyên lêgerîna zêr a bi sîyanûrê li qadên wekî li navçeya Kangalê ya Sêwasê û bi nêzîkatiya sotemeniyên fosîl tê rexnekirin. TUPRAŞ di sektora rafîneriya petrolê de dilê enerjiya fosîl a Tirkiyeyê ye. Rexnegir diyar dikin ku holdîngek ku stûna wê ya sereke li ser petrolê ava bûye, di lûtkeya avhewayê de wekî “Hevkarê Kar ê Cîhanî” derkeve pêş, ev yek mînakeke spîkirina kesk (greenwashing) e.
*Sînpaş Holdîng: Ji ber projeyên avahîsaziyê yên li qadên perav û daristanê yên di nav sînorên Parqa Neteweyî ya Kizilbuk a Marmarîsê de, bi tawanbariyên wêrankirina peravan re rû bi rû ye. Di pêvajoya darazê de biryara “ÇED ne hewce ye” hat betalkirin, 17 ruxsetên avahîsaziyê ji aliyê Dadgeha Îdarî ve hatin betalkirin û ji aliyê Şaredariya Marmarîsê ve ceza û mohrkirin hatin pêkanîn. Her çend paşê dadgeha îstînafê hin biryarên betalkirinê rakiribin jî, rêxistinên hawirdorê diyar dikin ku înşaet li dijî biryarên mohrkirinê bi salan hatiye domandin.
*Kalyon Holdîng: Ji ber birîna daran û serdestkirina li qadên xwezayî yên di çarçoveya projeyên mezin ên binesazî û rêyan de (mînak xeta Îzmît-Kandirayê) tê rexnekirin.
*Ronesans Holdîng: Ji ber şopa ekolojîk a ku razemeniyên mezin ên avahîsazî, enerjî û binesaziyê çêdikin, berteka civaka sivîl dikişinin li ser xwe.
*Sabanci Holdîng: Ji ber razemeniyên santralên termîk û hilberîna li ser bingeha sotemeniyên fosîl ên di portfoya xwe ya enerjiyê de, dibe hedefa rexneyan.
*Garantî BBVA & Bankeyên Giştî: Ji ber piştgiriya fînansmanê ya ku didin projeyên sotemeniyên fosîl û razemeniyên mezin ên madenê û avahîsaziyê, ji aliyê parêzvanên edaleta avhewayê ve tên lêpirsîn.

Çareserî, ji aliyê holdîngên ku xwezayê xirab dikin ve tê hêvîkirin
Îtîraza Spîkirina Kesk (Greenwashing) ku platformên jîngehê diparêzin, dibejîn ku li aliyekî şirketên ku madenên komirê vedikin û daristanan wêran dikin, li aliyê din bi sernavên wekî “Hevsengkirina Karbonê” yan jî “Veguherîna Domdar” derkevin pêşberî raya giştî û ev yek bêbaweriya lûtkeyê zêde dike. Niqaşeke din a li ser lûtkeyê jî nakokiya derketina ji sotemeniyên fosîl in. Di demekê de ku rojeva sereke ya lûtkeyê derketina ji sotemeniyên fosîl û kêmkirina emîsyonan e, berovajî vê yekê cîhgirtina razemeniya sotemeniyên fosîl û pîşesaziya giran di serê fînansorên lûtkeyê de wekî pevçûna berjewendiyan tê nirxandin. Rêxistinên ekolojiyê yên ku li dijî vê saziyên sponsoriyê û nedayîna qada têrker ji bo rêxistinên sivîl ên herêmî di lûtkeya fermî de bertek nîşan dan. li Antalyayê di heman demê de Lûtkeya Avhewayê ya Gelan jî li dar xistin û daxwazên xwe anîn ziman.



















