Şaxa Egîtîm Sen a Êlihê bi beşdarbûna çîrokbêj Ayhan Erkmen şevbihêrka Kovara Hawarê li dar xist. Ayhan Erkmen di şevbihêrkê de jiyana Celadet Elî Bedirxan vegot.
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Êlihê ji bo çîrokên Kovara Hawarê ya ku di sala 1932an de ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve hatiye derxistin, li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Êlihê şevbihêrk li dar xist. DI şevbihêrkê de gelek heskiriyên Kovara Hewarê hatin ba hev. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî û gelek kes beşdarî şevbêrkê bûn. Çirokbêj Ayhan Erkmen çîroka Kovara Hawarê gelek beşên wê ji temaşevanan re weke çîrok lîst û vegot.
Erkmen ê ku çîrok vegot, di nav de stran jî gotin. Çîrok ji aliyê temaşevanan ve gelek hate ecibandin.


















