• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DUKET: Em ê kursên Kurdî vekin

Omer Demîr / AW

23 COTMEH 2025 - 09:48
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Amed – Endamên Koma Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Dîcleyê (DUKET) diyar kirin ku ji bo zimanê Kurdî winda nebe ew xebatan dimeşînin û gotin: “Divê her kes xwedî li zimanê Kurdî derkeve û em jî dê kursên zimanê Kurdî vekin.”

Li Zanîngeha Dîcleyê ya li Amedê sala perwerde û hîndekariyê ya sala nû dest pê kir. Xwendekarên zanîngehê ji bo qlûb û komên xwe bidîn nasîn “Rojên Danasînê” li dar dixin. Rojên danasînê li nava zanîngehê pêk tên û bi dehan qlûp û koman standên xwe vekirine. Yek ji wan koman Koma Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Dîcleyê (DUKET) ye. Endamên DUKETê bi cil û bergên xwe yên Kurdî xwendekaran pêşwazî dikin û agahiyên koma xwe parve dikin. Endamên komê têkildarî koma xwe û daxwazên xwe yên li ser zimanê Kurdî ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.

‘Em ê dersên Kirmanckî û Kurmancî bidin’

Endama DUKETê Arjîn Ceylan diyar kir ku qlûba DUKETê ji bo zimanê Kurdî hatiye avakirin û got: “Ji bo zimanê zikmakî winda nebe, ji bo nasnameya me tune nebe me ev kom avakir. Ji bo zimanê Kurdî di nav ciwanan de belav bibe em ê çalakiyan li dar bixin. Her roja diçe axaftina bi zimanê Kurdî kêm dibe. Em dixwazin zimanê Kurdî di nav civakê de belav bibe û were axaftin. Em dixwazin li welatê xwe bi zimanê xwe biaxivin. Em ê qûrsan vekin û li wir dersên zimanê Kirmanckî û Kurmancî bidin. Em ê çalakiyên çandî li dar bixin û şanoya Kurdî bilîzin. Daxwaza me ew e ku ciwan tev li koma me bibin û xwedî li zimanê xwe derkevin. Çalakiyên me jî ji bo na vê ne. Em dixwazin qedexeyên li ser zimanê Kurdî rabin û bi zimanê Kurdî ders bigirin.”

‘Em wekî xwendekar û DUKET perwerdehiya bi Kurdî dixwazin’

Rêveberê DUKETê Beşîr Tekîn jî destnîşan kir ku ji bo danasîna koma xwe tev li rojên danasîna Zanîngeha Dîcleyê dibin û ev tişt anî ziman: “Me DUKET di sala 2023yan de avakir. Me xwest ku çanda me ya dewlemend tev li van rojan bibe. Xwendekar tên li standa me û daxwaza qursên zimanê Kurdî dikin. Em jî ji bo bibin bersiv em ê qursên zimanê Kurdî vekin. Em wekî xwendekar û Koma DUKETê perwerdehiya bi Kurdî dixwazin. Ji bo zimanê Kurdî winda nebê tişta herî girîng perwerdehiya bi zimanê Kurdî ye. Divê gelê Kurd jî tev li vê xwestekê bibe, ev bar li ser mile tevahiyê gelê me ye.”

 

Etîket: Arjin CeylanBeşir TekînDUKETPerwerdeya Zimanê KurdîxwendekarZanîngeha Dîcleyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Heya civak neguhere tundiya ku zarok pêk tînin xelas nabe’

‘Heya civak neguhere tundiya ku zarok pêk tînin xelas nabe’

3 COTMEH 2026
Li zeviyên Baxçeyên Hewselê û Zanîngeha Dîcleyê hişbir tê çandin

Li zeviyên Baxçeyên Hewselê û Zanîngeha Dîcleyê hişbir tê çandin

30 ÎLON 2026
Li Zanîngeha Egeyê gelek xwendekar hatin binçavkirin

Li Zanîngeha Egeyê gelek xwendekar hatin binçavkirin

22 ÎLON 2026
Ji Wezareta Karên Navxwe giştîname: Dê zanîngeh veguherin qereqolan

Ji Wezareta Karên Navxwe giştîname: Dê zanîngeh veguherin qereqolan

20 ÎLON 2026
Xwendekarên ODTUyê bertek nişanî ‘rêya rantê’ dan

Xwendekarên ODTUyê bertek nişanî ‘rêya rantê’ dan

7 ÎLON 2026
Hevserokê ÇMOyê Nevroz Kavak: Divê projeya bîrên petrolê zû were sekinandin

Hevserokê ÇMOyê Nevroz Kavak: Divê projeya bîrên petrolê zû were sekinandin

17 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne