• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Dorpêç ranebe rewşa Kobanê xeter e’

Mahmût Altintaş / AW

17 SIBAT 2026 - 10:19
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran ê Kobanê Ehmed Xoce anî ziman ku Tirkiye bi awayekî şenber naxwazê li Kobanê têkiliyên HSDê û hikumeta Şamê baş bin û got: “Heke dorpeç ranebe dê rewşeke pir xirab û xeter derkeve holê. Saziyên navdewletî divê bi erkên xwe rabin.”

Dorpeça li ser Kobanê 29 roj li pêy xwe hişt. Tevî di navbera Hezên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikumeta Demkî ya Şamê de peymanek hat îmzekirin, dan û standin berdewam dikin jî dorpeça li ser Kobanê nehatiyê rakirin. Pêdiviyên bingehîn ên jiyanî, ceyran, av, xwarin, şîrê zarokan, sotamenî, derman û hewd li ser gel hatine qûtkirin. Dorpeça li ser Kobanê taybetî jî jiyana zarok û jinan bi tevahî jiyana welatiyan xistiyê xetereyê. Ji bo rabûna dorpeça li ser Kobanê di navbera Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî ya Şamê de dan û standin berdewam dikin. Herî dawî şandeyeke Neteweyên Yekbûyî (NY) jî serdana Kobanê kir. Lê tevî vê yekê jî qada navneteweyî li dijî dorpeça li ser Kobanê bêdeng e. Heyva Sor a Kurd ragihand ku nexweşxanê û dermanên heyî têrî nexweşiya welatiyan nakin û banga alîkariyê kir.

Hevserokê Desteya Kar û Barê Civakî û Kedkaran ê Kobanê Ehmed Xoce ku li Kobanê ye û bi welatiyan re ji nêz ve alaqadar dibe ji Ajansa Welat (AW) re axivî û derbarê rewşa dawî ya Kobanê hin agahî parve kirin.

 

‘Jiyana welatiyan zehmet bûye’

Ehmed Xoce bi lêv kir ku nêzî meheke Kobanê ji aliyê çeteyên çekdar ve hatiyê dorpeçkirin û wiha axivî: “Piştî êrişan hejmareke mezin a welatiyan ji Şêxmeqsûd, Reqa û Tebqayê koçberî Kobanê bûn. Her wiha bi sedan gundên Kobanê jî welatî ji ber metirsiya çeteyan derbasî Kobanê bûn. Welatiyên koçber bûnê di mizgeft, nexweşxane û li cihên zarokan dimînin. Tevî serma, seqem û rewşa zivistanê, welatî hewl didin li van deran jiyana xwe bidomînin. Welatî gelek zahmetiyan dikşînin. Gelek koçber jî li malên niştecihên Kobanê de dimînin. Rewşeke pir zahmet li Kobanê heye. Di careke de ve kehrebe, xwarin, vexwarin û gelek pêdiviyên jiyanî hatin qutkirin. Pêdiviya derman heye. Çend roj berê kehrebe hatiyê çêkirin lê ew jî pir kêm e.”

‘Dewleta Tirk naxwazê Kobanê pêş bikeve’

Di berdewama axaftina xwe de Ehmed Xoce destnîşan kir ku tevî pêşketinên di navbera HSDê û Hikumeta Demkî ya Şamê jî dorpeça li ser Kobanê nehatiyê rakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Têkildarî Kobanê tu guhertin nîn e. Ji pêşketinê re jî her tim astengî derdikevin. Herwiha hêj jî ne diyar e di vê dorpeça li ser Kobanê de îradeya Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê çiqas heye. Komên çeteyên giredayî Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê nêzî 70 gundên Kobanê cihê xwe girtine û hêj venekişiyane. Navçeya Çelebî bi tevahî di bin dagirkeriya wan de ye. Ya ku naxwazê pêşketin pêk were dewleta Tirk e. Ji bo wê jî hertim pirsgirêkan derdixin. Kobanê giredayî parezgeha Helebê ye. Dosyeya Helebê di destê Tirkiyeyê de ye. Ji bo wê jî dewleta Tirk bi awayekî aşkera naxwazê ku tu pêşketin li Kobanê pêk were.”

‘Saziyên navdewletî zextê li hikumeta Şamê nakin’

Ehmed Xoce diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî jî serdana Kobanê kiriyê, û da zanîn ku li gel ku wan rewşa Kobanê bi wan re parve kiriyê jî tu zext li ser Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê nehatiye kirin û axaftina xwe wiha domand: “Hem Xeça Sor a Cîhanê û hem jî UNESCO serdana Kobanê kirin, di asta mirovî ve axivîn û dan û standin kirin. Ji aliyê siyasî ve neaxivin. Em rewşê ji wan re dibêjin lê belê ew dibêjin ‘Em ji bo alîkariya mirovahî hatinê, dê xwarin bidin û alîkariyê bikin. Ji aliyê siyasî ve nikarin tiştekê bikin.’ Tu peywîra wan a zextê li ser hikumetê tune ye.”

‘Jiyana weletiyan xetereyeê de ye’

Ehmed Xoce anî ziman ku heke dorpeç bidome dê li Kobanê di demên pêş de xetereyên mezin derkevin holê û ev tişt gotin: “Dema pêdiviyên jiyanî li ser bajarekî bên qutkirin ew bajar nikarê bijî. Welatiyên nexweşiya wan ên gurçik, şekir û pênceşerê hene, nikarin bên dermankirin û rewşa wan di xetereyê de ye. Heke dorpeç ranebe dê rewşeke pir xirab û xeter derkeve holê. Banga me ji kesên erkdar, rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên hiqûqî ew e ku bila berpirsyariya xwe pêk bînin û ji aliyê siyasî ve zextê li Hikumeta Demkî ya Şamê bikin.”

Etîket: Dorpêça KobanêEhmed XoceHikûmeta Demkî ya Sûriyeyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

23 ÎLON 2026
Li Suriyeyê ji Rejîma Baasê heta HTŞê çi guherî?

Li Suriyeyê ji Rejîma Baasê heta HTŞê çi guherî?

26 GULAN 2026
Zêdetirî 200 dîlgirtî di girtîgehên hikûmeta demkî de ne

Zêdetirî 200 dîlgirtî di girtîgehên hikûmeta demkî de ne

10 GULAN 2026
‘Entegrasyona Sûriyeyê ji ber bandora Tirkiyeyê giran dimeşe’

‘Entegrasyona Sûriyeyê ji ber bandora Tirkiyeyê giran dimeşe’

30 NÎSAN 2026
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Şara re civiyan

Xalên hevdîtina Şara û Ebdî: Ziman, nasname, parastin û vegera koçberan

19 NÎSAN 2026
Hediye Abdullah: Dorpêça li Kobanê didome, jiyana welatiyan di xetereyê de ye

Hediye Abdullah: Dorpêça li Kobanê didome, jiyana welatiyan di xetereyê de ye

14 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne