• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dixwazin keda jinan li her derê bê dîtin

Omer Demîr / AW

24 GULAN 2025 - 08:22
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Amed – Jinên ku di Hevdîtina Jinan a Ked, Çand û Hunerê ya Amedê de stand vekirin, diyar kirin ku jin bi keda xwe li ser lingê xwe disekinin û xwestin keda jinan bê dîtin.

Hevdîtina Jinan a Ked, Çand û Hunerê ya Amedê ku di pêşengtiya Serokatiya Daîreya Xizmetên Malbat û Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Qada Şêx Seîd dest pê kir wê sê rojan berdewam bike. Gelek kes tev li hevdîtina ku dê çand, ked û hunera jinan were nîşandayîn dibin. Her wiha gelek şaredarî, sazî û dezgehan standên xwe di vê hevdîtinê de danîn e û tiştên ku bi keda jinan hatine amadekirin li ser dezgehan in. Ev nîşandayîn ango hevdîtin xwerû keda jinan e. Jinên ku beşdarî hevdîtinê bûn e û standên xwe vekirin e ji ajansa me re axivîn.

‘Jin êdî dikarin debara xwe bikin’

Jina bi navê Hatîce Navcî diyar kir ku li Farqînê li ser navê Navenda Piştevanî û Jiyanê ya Jinan a Nûdemê stand vekirine û wiha axivî: “Ez mamosta dûrin û neqşê me. Me van tiştên li ser standa me bi xwendekarên xwe re çêdikin. Navenda me ev du meh in hatiye vekirin, di navendê de gelek kursên cuda hene. Jin li navendê hînî kar dibin. Jin bi van xebatan dikarin debara mala xwe bikin. Zarokên xwe xwedî dikin, çavê wan ne li destê zilaman e. Xebatên wisa pêşiya jinan vedikin. Ev 9 sal in min her sê zarokên xwe jî bi vî karî mezin kir. Qeyûm hat, me ji kar avêt lê me dîsa jî karê xwe li malê berdewam kir. Û me zarokên xwe dan xwendin. Ez ji jinan hemû re dibêjim ku hûn jî dikarin vî karî bikin û di bin destê meran de nemînin. Em dixwazin jin karên cuda cuda bikin. Jin gelek karan dikin lê keda jinan nayê dîtin. Divê şarêdarî karên wisa zêdetir bike ku keda jinan were dîtin.”

‘Em îro keda xwe didin nasîn’

Jina bi navê Halîme Akkûş da zanîn ku ew penêr, rûnê nivîşk, salçe, nanê tanûrê û zeyt li gund çêdike û ew li vir difiroşe û wiha axivî: “Şarêdarî di vê xebatê de me gelek kêfxweş kir. Em li vir tiştên ku jin çêdikin tên difirotin. Jin keda xwe didin nasîn. Şarêdariya Rezanê ji bo jinan tiştên gelek giring li dar dixe. Em îro dikarin bibêjin ku şaredarî ji bo jinan xebatan amade dike. Berê ku wextê qeyûman me tiştên baş ji bo jinan nedidît. Dema qeyûm hat kursên me girtin. Daxwaza me ev e ku şarêdariyên me dîsa vekin. Em jin dixwazin werin gel hev û xebatên xwe li dar bixin. Em dixwazin keda jinan li her derê were dîtin.”

 

Etîket: Çand û Hunerê ya AmedêHevdîtina Jinan a KedJinKedSaredariya Bajare Mezin a Amede
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

Li Zarokistanê serlêdanên serdema nû dest pê kir

20 TEBAX 2026
Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

19 TEBAX 2026
Şaredariya Bajarê Mezin ji bo bîranîna 5ê Hezîranê cihê bîranînê ava dike

Şaredariya Bajarê Mezin ji bo bîranîna 5ê Hezîranê cihê bîranînê ava dike

18 TEBAX 2026
Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

17 TEBAX 2026
Li Bîstanên Komunê yên jinan berhemên ewil hatin çinîn

Li Bîstanên Komunê yên jinan berhemên ewil hatin çinîn

13 TEBAX 2026
Hejmara Kovara Bajar a Tîrmeh û Tebaxê derket

Hejmara Kovara Bajar a Tîrmeh û Tebaxê derket

7 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne