• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Divê girtiyên jin ên nexweş demildest bên berdan’

Enqere / AW

7 ADAR 2026 - 15:02
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di daxuyaniya vî hefteyî de bi boneya 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên jin û daxwaza berdana wan kir.

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 600emîn de bi boneya 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi daxwaza ji girtiyên jin ên nexweş re azadî li Cadeya Sakarya ya navçeya Çankayaya Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Mafê dermankirin nayê astengkirin” “Ji girtiyên nexweş re azadî” hat vekirin. Endamên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê û partî û saziyên civakî û kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmên, “Ji girtiyên siyasî re azadî” û “Tecrîd îşkenceye, bila bi dawî be” hatin berzkirin.

Metna daxuyaniyê ya vî heftî rêvebera ÎHDê ya Şaxa Enqereyê Sevîl Turgut xwend.Sevîl Turgut anî ziman ku girtiyên nexweş di girtîgehan de rastî binpêkirinên mafê tenduristiyê tên û ji ber şert û mercên girtîgehan jiyana girtiyên nexweş di xetere de ye. Sevîl Turgut diyar kir ku girtiyên jin ji aliyekî ve ji nexweşiyan re ji aliyê din ve rewşa ne paqîjbûna girtîgehan, tecrîd û ferzkirina lêgerîna tazî ve rû bi rû dimînin. Sevîl Turgut destnîşan kir ku ji ber şert û mercên girtîgehan girtiyên nexweş ên jin bi mirinê re rû bi rû dimînin û got ku divê girtiyên nexweş ên jin bên berdan.

Jinên girtî û nexweşiyên wan

Sevîl Turgut di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser binpêkirinên mafê wergirtina tenduristiyê yên li girtîgehên Sîncan a Enqereyê û girtîgeha Bunyan a Keyseriyê û wiha got: “Li girtîgeha Sîncanê Ayşe Gokkan nexweşiya dil û nebihîstinê pê re peyda bûye. Ayşe Topçu jî ji ber parçeyên şarapnalê ku di sing û pişta wê de ye nikare bêhnê bide û bistîne. Pinar Tetîk jî ji ber kîsa di mêjiyê wê de ji ser hişê xwe diçe û nexweşiya dil pê re heye. Bi Rihan Kavak Ozbek re jî jî nexweşiya astim, guatr heye û di sînga wê de girik heye. Li Semîre Dîrekçî jî nexweşiyêk wek hipertansiyona, dil, xitimandina damaran, mêjî, fitiqa stû û piştê pê re hene. Girtiya nexweş Nedîme Kavak jî nexweşiyên weke gurçik, migren, guatr û hipertansiyon re rû bi rû maye. Li girtiya nexweş Selver Îspîr jî nexweşiya dil peyda bûye. Selver Yildirim jî 30 sal in di girtîgehê de ye û roniya çavê wê yê rastê kêm bûye û çavê din jî her ku diçe nabîne û bi tenê serê xwe nikarê bijî. Her wiha nexweşiya roviyan li Zerrîn Yilmaz peyda bûye. Xetereya nexweşiya penceşêrê li ser Fadik Adiyaman jî heye.

Li girtîgeha Bunyan a Keyseriyê jî girtiya nexweş a jin Dîcle Bozan lingekî wê ampute bûye û di lingê din de jî parçeyên şarapnalê heye û roviyên wê qetiyan e û her wiha ji ber nexweşiya epîlepsiyê ji ser hişê xwe diçe. Her wiha li Dîlşad Şengul jî nexweşiyên weke dil pê re heye û parçeyên şarapnalê di laşê wê de mane. Melek Akgun jî bi nexweşiyên weke dil, KOAH û lawazbûna gurcikan dijî û nikarê pêdiviyên xwe bi tenê bîne cih. Di pişt û stûyê Naîme Encu de jî fitiq heye û ji ber gumana nexweşiya tumorê divê emeliyat bibe. Li Nazli Soglin jî nexweşiya ulser û xitimîna damar û mejî û nexweşiya dil lê peyda bûye. Şîlan Çetîner jî ji ber girika di mêjiyê wê de rewşa wê nebaş e. Dîlek Arsu jî nikare mafê tenduristiyê werbigire. Elîf Denîz jî bi nexweşiya astimê ketiye. Li Fecriye Benek jî nexweşiya mîgrenê peyda bûye û di destê wê de platîn heye. Her wiha Gulazer Akin û Gulgeş Tatli jî nexweş in û nikarin tedawî bibin. Jiyan Ay, Medya Aslan, Nurcan Ersoz jî nexweşiyên wan giran in û divê hemû girtî bên berdan.”

‘Divê bêhiqûqî ji holê rabe’

Sevîl Turgut bi lêv kir ku girtiyên jin ji ber biryarên çavderiya girtîgehan nayên berdan û divê ew bêhiqûqî ji holê rabe û wiha got: “Em li vir bang dikin; mafê jiyanê ya jinan, û mafê tenduristiyê û rûmeta jinan nabe mijara bazariyê. Banga wekhevî û azadiyê ya 8ê Adarê dê li paş diwarên girtîgehan jî olan bide. Divê demildest girtiyên jin ên nexweş bên berdan.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

Dadgeha Kerkûkê ji ber wêneyê Fermandar Ziyad Heleb ceza li kesekî birî

7 COTMEH 2026
Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

7 COTMEH 2026
Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

7 COTMEH 2026
Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

7 COTMEH 2026
Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne