• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Hevserokê OHDa Amedê: Divê êdî qanûnên entegrasyonê bên amadekirin

Omer Demîr / AW

25 MIJDAR 2025 - 08:35
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Hevserokê Şaxa OHDê ya Amedê Muhîttîn Mûgûç derheqê çûyîna Komîsyonê ya Îmraliyê de diyar kir ku divê êdî qanûn bên guhertin, qanûnên demokratîkbûnê bên amadekirin û got: “Çûyîna Komîsyonê ya Îmraliyê nîşan dide ku êdî muxatabê pêvajoyê birêz Abdullah Ocalan e.”

Komîsyona Demokrasî Xwîşk û Biratî û Hevgirtina Mîlî di roja 21ê Mijdarê de bi rojeva çûyina Girava Îmraliyê ya hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, civiya û di civînê de biryara çûyîna Îmraliyê girtin. Di şandeya komîsyonê de Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yildiz û ji AKPê Huseyîn Yayman cih digirin. Endamên komîsyonê di 24ê Mijdarê de çû Îmraliyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Hevserokê Şaxa OHDê ya Amedê Muhîttîn Mûgûç têkildarî hevdîtina Komîsyonê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û mafê hêviyê ji Ajansa Welat re axivî.

‘Muxatab aliyekî dewlet be aliyên din jî birêz Abdullah Ocalan e’

Muhîttîn Mûgûç diyar kir ku komîsyon neçar ma û çû Îmraliyê û got: “Ev demeke dirêj bû ku nîqaş li ser çûyîna Îmraliyê hebû. Dawiyê hat gotin ku pêvajo yek alî nameşe. Ji ber vê yekê komîsyon çû Îmraliyê. Çûyîna Îmraliyê gelek girîng e. Ji ber ku dewleta Tirkiyeyê heta îro Tevgera Azadiyê bi awayekî fermî muxatab negirtibû. Çûyîna Îmraliyê nîşan dide ku di vê pêvajoyê de muxatab aliyekî dewlet be, aliyê din jî birêz Abdullah Ocalan e. Dewletê bi fermî birêz Abdullah Ocalan nas kir. Êdî divê meclis zagonan çêbikê ji ber ku karê Komîsyonê ne çêkirina zagona ye. Divê meclis zagonan çêbike. Komîsyonê hevdîtin pêk anî û paşê jî dê pêşniyaran bide meclisê.”

 ‘Dê Komîsyon rapor amade bike’

Muhîttîn Mûgûç anî ziman ku piştî hevdîtina Komîsyonê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re divê Komîsyon dest bi amadekariya qanûnên demokratîkbûyînê bike û wiha axivî: “Divê komîsyon raporê amade bike. Rapor jî bi ser mijarên axaftinên li Îmraliyê dê were amade kirin. Di raporê de ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd nexşerê were pêşniyarkirin. Çûyîna Îmraliyê tiştekî pîroz e. Ji ber ku her tişt ji bo rawestandina şer pêk tê. Kesên ku li dijî çûyîna Îmraliyê bertekan nîşan didin ji bo berjewendiya xwe tevdigerin. Em dizanin ku dema cihekî mirin hebê dilê gel jî hişk dibe. Ji bo dilê gel nerm bibe, divê nasnameya gelê Kurd û Tirk ji nû ve were pênasekirin. Divê êdî qanûnên entegrasyonê bên amadekirin.”

‘Divê mafê hêviyê pêk were’

Muhîttîn Mûgûç bi bîr xist ku di pêvajoyê de yek ji tiştê herî girîng mafê hêviyê ye û axafitina xwe wiha bi dawî kir: “Abdullah Ocalan di pêvajoyê de bi awayekî azad çawa tevbigerê? Mafê hêviyê bersiva vê ye. Kesekî di girtîgehê de di nava tecridê de dê çawa karibe ji bo aştiyê peywîrên xwe pêk bîne? Ji bo birêz Abdullah Ocalan rol û mîsyona xwe pêk bîne divê mafê hêviyê pêk were. Ku mafê hêviyê heke pêk bê, dê ev pêvajo zûtir bigihêje armanca xwe. Tê gotin ev pêvajo li gorî hiqûqê dimeşe, heke wisa be divê mafê hêviyê pêk were. Ji ber ku mafê hêviyê biryarekî hiqûqiye.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

21 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

20 TEBAX 2026
Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026
Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne