• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Divê di wextê de tedbîrên tebekê bên girtin

Abdullah Esen / AW

16 MIJDAR 2025 - 10:12
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Amed – Şêniyên gundê Sehbê yê navçeya Farqînê diyar kirin ku li gundê wan nexweşiya tebekê zêde bûye û ji ber nexweşiyê çend çêlekên gund mirine û gotin: “Gelek çêlek mirin. Em bi dermanan ajalên xwe diparêzin.”

Nexweşiya tebekê ku çend meh in li herêmê belav bûye, gelek ajal kuştin. Nexweşiya tebekê herî zêde bandorê li ajalên bi sim ên weke çêlek, bizin, mîh, kar û berxan dike. Dema ajal bi vê nexweşiyê dikevin, dev, sim, lêv, dil û li hin deverên leşê wan dibe peq û avê digire. Dema ku li devê wan dixe kef ji devê wan tê. Dema li lingên wan dixe, lingê wan diwerime. Dema li hundire wan (Navdil) dixe, nikarin xwarin û êm bixwin. Nexweşiya tebekê dema li ajalên zayî dixe şîrê wan zuha dike. Tebek herî zêde bandorê li ajalên 6-7-10 mehî dike. Ajalên bi tebekê dikevin, heta 14-15 rojan nexweş in. Gelek ji wan dimirin. Di mehên dawî de nexweşiya tebekê li gelek bajarên herêmê belav bûye. Ji ber ku gundî ajalan xwedî dikin, herî zêde gundî ji vê nexweşiyê bi gilî û gazinc in. Li gelek gundan bi sedan ajal ji ber vê nexweşiyê mirin. Yek ji van gundan jî gundê Sehbê yê navçeya Farqînê ya Amedê ye. Şêniyên gund diyar kirin ku nêzî 2 sal in nexweşiya tebekê didome. Şêniyên Sehbê û beytar Murat Eskîcî, derbarê tebekê de diyar kirin ku ev nexweşî bandoreke pir xerab li ajalan dike.

Şêniyê Sehbê Xerbî Kesîcî ku bi salan e sewalkariyê dike, diyar kir ku ev nexweşî sê çar meh in belav bûye û got: “Li gund çend heb çêlek bi nexweşiya tebekê mirin. Çêlek û conegayê me jî bi tebekê ketin. Lê pê nemirin. Ev nexweşî zû belav dibe. Ji hev digirin. Divê temas zêde tune be. Lê ew tedbîr jî tuneye. Ev nexweşî zêde belav bû. Dîsa nexweşiyeke din heye. 3 rojan didome. Ew jî li kezeba wan dixe û di nava sê rojan de wan dikuje. Du sê cureyê vê nexweşiyê hene, li pê, dev û ya dinê jî li kezeba wan dixe. Li dev, pî û kezebê dixe. Ya herî sivik ya li pîyê wan dixe ye. Ya herî giran a kezebê ye. Carekê beytarên dewletê aşî kirin. Lê em niha beytarên taybet tînin. Me bi nêzî 20 hezar lîre derman kirî. Di navbera gamêş û çêlekan de jî cudatî gelek e. Gamêş li gorî çêlekan gelek lawaz in.”

‘Beytar ji nexweşiyê fêm nakin’

Yusuf Kizil ê ku 10-12 sal in sewalkariyê dike jî diyar kir ku ew li dijî vê nexweşiyê pir zahmetiyê dijîn û got: “Em dikin nakin bi nexweşiya tebekê re serederiyê nakin. Du sal in nexweşiya tebekê belav bûye. Niha gelek sewal/ajal nexweş in. Li piyê wan xistiye. Beytar tên mêze dikin û tenê heba êşbirê dide wan. Em niha tenê karê ajalvaniyê dikin û debara me li ser ajalan e. Xwedîkirina ajalan gelek zahmet e. Gelek caran bêtar tên gund, lê ji nexweşiyê fêm nakin. Em ajalên xwe li dijî vê nexweşiyê ji malê dernaxin derve. Yên nexweş jî bi dermanan ji vê nexweşiyê diparêzin. Beytarên hatin gund gotin ev nexweşî hemû ji ava qirêj çêdibe.”

‘Me berê lîmon li devê wan dixist û simaq dida wan’

Sewalkar Sêvê Kizilê jî anî ziman ku nexweşiya tebekê pir zor da sewal/ajalên wan û got: “Tebek li pî, dev û li navdilê wan dixe. Çend sewal mirin. Gundiyên ku zû ajalên xwe derman nekirin, ajalên wan mirin. Me berê lîmon li devê wan dixist û simaq dida wan. Niha jî bi van tiştan baş nabin. Çêleka me jî bi vê nexweşiyê ket. Me ji bo wê bi 4 hezar lîreyan derman kirî. Beytar 5-6 heb derzî lê da. Di 9-10 rojan de baş bû. Ji mirinê vegeriya.”

‘Nexweşiyeke vîral e’

Beytar Murat Eskîcî jî der barê vê nexweşiyê de agahî dan û got: “Tebek li sim, dev û navdilê ajalan dixe. “Ev nexweşî ji berê ve heye. 7 cureyên tebekê hene. Ji wan tîpan re jî dibêjin ‘alt-serotîp’ û aşiyên ku têne kirin jî li gorî sê çar cureyan e. Serê havînê cureyekî tebekê hat û serê payizê jî cureyekî din hat. Nexweşî sê rojan bêhtir giran derbas dibe. Hin cure li guhanên wan dixin, hin cure li devê wan dixin, hin cure jî li pî û navdilê wan dixin. Hin cure jî li sewalên 6-7 mehî dixin. Di salên dawî de gelek golik, karik û berx mirin. Tebek ne nexweşiyeke wisa ye ku bi antîbiyotîkan bê tedawîkirin. Nexweşiyeke vîral e. Ya ku niha heye nexweşiya sê rojî ye.”

‘Ji 10 çêlekan 4 heb mirin’

Murat Eskîcî diyar kir çend roj berê li axurekî (gomek) ku 10 çêlek lê hebûn, 4 heb ji wan mirin û got: “Du cureyên tebekê bi hev re li wan xist. Bi tebekê gelek caran ajalên ducanî ber diavêjin. Derziyên îsal li gorî 5 serotîpan e. Ku derman ne li gorî 7 cureyan be, dermanên heyî bandorê nake Di dema xwe de derzî nayên kirin. Ku derman û derzî li gorî 7 cureyan li welatiyan bên belavkirin, dê ev nexweşî zêde belav nebe. Nexweşiya tebekê zû belav dibe. Divê derzî û derman li gorî wê bê amadekirin û belavkirin.”

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

7 COTMEH 2026
Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

7 COTMEH 2026
Rojnameger Hakan Tosun hate kuştin

Cezayê muebedê li kujerên rojnameger Hakan Tosûn hate birîn

7 COTMEH 2026
DEM Partî bi rojnamegeran re civiya: Di pêvajoyê de dê çi bibe?

DEM Partî bi rojnamegeran re civiya: Di pêvajoyê de dê çi bibe?

7 COTMEH 2026
ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

7 COTMEH 2026
‘Şahbanûya Afrîkayê’ li Hewselê xwe da ber tavê

‘Şahbanûya Afrîkayê’ li Hewselê xwe da ber tavê

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne