• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Divê di serî de Birêz Ocalan guhdar bikin’

Abdullah Esen / AW

26 COTMEH 2025 - 08:50
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Ridvan Yusufoglu yê ku 30 salan di zindanê ma bû diyar kir ku dewleta Tirk heta niha tu gavek şênber neavêtiye û xwest dewlet Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdar bike.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Piştî vê bangê PKKê di 1ê Adarê de bi daxuyaniyekê agirbest îlan kir. Piştî bangê PKKê di 5-7ê Gulanê de 12emîn kongreya xwe pêk anî û di 12ê Gulanê de encamname parve kir. PKKê ragihand ku wan xwe fesix kiriye û dawî li têkoşîna çekdarî tînin. Di 11ê Tîrmehê de jî bi merasimekê komek gerîlla çekên xwe şewitandin. Lê heta niha tenê li meclisê Komîsyonek ava kirin.

Ridvan Yusufoglu ku piştî 30 salan girtî ma û hat berdan, têkildarî pêvajoyê de nirxandin kir. Ridvan Yusufoglu, diyar ku saleke pêvajo hatiye destpekirin û lê dewletê tu gav navêtiye û got: “Divê dewlet gavên şênber biavêje. Di vê pêvajoyê de rol û misyona ku ket ser milê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêk anî. Lê dewletê li hemberî vê pêvajoyê tu gavêke erênî neavêtiye. Di vê pêvajoyê de gelek kes hatin binçavkirin û girtin. Niha tenê komîsyonek li meclisê dane avakirin. Lê heta niha tiştek nekirine. Bi tenê bi guhdar kirinê re sînordar mane. Sermuzakere yê pêvajoyê Birêz Ocalan e. Divê ewil wî guhdar bikin. Dema ew neyê guhdarîkirin dê ev pêvajo çawa bê meşandin? Hewceye ku di aliyên hiqûqî de gav bên avêtin û di meclisê de bê nîqaşkirin. Pergal pêvajoyê dirêj dike. Ji aliyekî ve jî dixwazin li vir bêhêviyê bidin avakirin. Da ku di nava Tevger û Têkoşîna Gelê Kurd de hestek neyîniya ava bikin.”

‘Bi xapandin nêzîkî pêvajoyê dibin’

Ridvan Yusufoglu bal kişand ser pirsgiran û diyar kir ku dewleta Tirk cidî li ser pêvajoyê nasekine û samîmî tevnagere û wiha pêde çû: “Dema ku mirov li dîrokê dinihêre tu pêvajo bi vî awayî nehatine meşandin. Gava dawî anîne serî. Dema ku ev firsend neyê nirxandin dê gelek pirsgirêk derkevin. Ev pêvajo hem ji bo Komara Tirk û hem jî ji bo gelê Kurd û Tirk firsendeke mezin e. Serokê MHP Dewlet Bahçelî bixwe jî got, gavên ku birêz Ocalan û PKKê avêtine em ê jî biavêjin. Rast dibêje, lê hevkarên wan ên desthilatdar bixwe vî karê nake. Dema ku wan jî vê berpirsyariyê bigirta dê niha pêvajo di rewşeke cuda de bimeşiya. Gotin bila şerê çekdarî bi dawî bibe, ew jî bi dawî bû. Dîsa jî bi xapandin nêzîkê vê pêvajoyê dibin. Persgirêka esas ne çek e. Ya esas mafê gelê Kurd çi ye? ziman, nasname û qebûlkirina hebûna Kurdî divê ji aliyê zagonî ve bên çêkirin, mesele di vir de ye. Şerê çekdarî sedemeke xwe hebû ku hate destpêkirin. Ger ku ev sedem ji holê neyê rakirin û PKK çek deyne jî dê tevgereke dinê derê holê. Divê mirov bifikire ka sedema vî şerê ku 50 sal in derketiye holê çi ye mirov wî rabike. Heta ku ev sedem neyê rakirin hertim di nava dilê komara Tirk de weke birînek dê berdewam bike. Dê hêzên navneteweyî jî bi hêzên din bilîzin û li serê polîtîkayê xwe bikin. Jixwe Rojhilata Navîn hemû tevlihev e.”

‘Kesên şer dixwazin hene’

Ridvan Yusufoglu, anî ziman ku tu garantiyeke dewleta Tirk jî nîne û wiha bi dawî kir: “Tişta esas ku dikeve ser milê gel, xwe bi rêxistinkirin e. Hewceye ku çalekiyên demokratîk pêş bixin û xwe derxin asta jor. Da ku destê birêz Ocalan jî xurt bibe. Lewre gelek bedelên mezin hatin dayîn, divê van bedelan vala neçin. Dem ne demên bê baweriyê û bêhêviyê ne. Di vê çarçoveyê de tişta ku bikeve ser milê gel jî dema pêk bê dê ev pêvajo jî bi serkeftî bi encam bibe. Dema ku ev pêvajo hate destpêkirin jî di nava dewletê de hin kesên klik pir zelal nebûn û nedixwestin ev pêvajo destpêbike. Hê jî klîkeke ku dixwe şer bidome heye. Di vê hêlê de divê hin tişt bihatana guhertin, lê nehatin kirin û medyaya xwe jî neguhertin. Di nava hêzên bi sînor de ew şerê leşkeri hê jî berdewam dikin. Ji ber berjewendiyên wan di şer de hene.”

Etîket: Abdullah OcalangelRidvan Yusufoglu
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

5 COTMEH 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘MGK li benda çiye? Hêvî gel bi xwe ye’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘MGK li benda çiye? Hêvî gel bi xwe ye’ derket

5 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne