• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Divê DAIŞ li Rojava bê darizandin’

Mehmet Alî Ertaş /AW

29 ÎLON 2025 - 08:14
Kategorî: JIN, MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Navenda Nûçeyan – Şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li welatên Ewropayê gelek hevdîtin kirin. Endama Koordînasyona Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omerê diyar kir ku hevdîtinên wan erênî derbas bûne û got: “Me bal kişand ser xeteriya DAIŞê û me xwest DAIŞ li Rovayê Kurdistanê bê darizandin û cezakirin.”

Şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Ewropayê gelek welat ziyaret kirin. Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî hevdîtinên xwe yên li Elmanyayê derbasî Swîsreyê bû. Endama Koordinasyona Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer, Berdevka Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Muna El Yusif, Berdevka Civata Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim, endama Kongra Star Jiyan Hisên û rêvebera Yekîtiya Jinên Suryanî Jorjêt Bersûm tev li şandeyê bûn. Endamên şandeyê, destpêkê li Meclîsa Federal a Swîsreyê bi parlamenterê SPê û endamê Komîteya Têkiliyên Derve Fabian Molîna re hevdîtin kir.

Endamên şandeyê bal kişandin ser rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Endama Koordînasyona Meclîsa Jinan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer, teklidarî armanca hevdîtinan ji Ajansa Welat re axivî. Şandeyê di hevdîtinê de geşedanên dawî yên li Sûriyeyê ragihand û destnîşan kir ku divê mafên jinan û pêkhateyan di ewlehiyê de bin.

Endama Koordînasyona Meclîsa Jinan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omerê, anî ziman ku ji Rojavayê Kurdistanê şandeya ku ji 5 jinan pêk tê, derbasî Ewropayê bû û wiha got: “Em li ser dawetnameyê derbasî welatên Ewropayê bûn. Armanca me ya vê serdanê ew bû ku em rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rewşa jinan, rewşa giştî ya Sûrî, rewşa dawî, komkujiyên dawî ku pêk hatin û rewşa koçberiya li herêmê pêş dikeve bînin ziman. Me xwest peyamekê bidin dewletên Ewropayê. Me xwest bi van dewletên Ewropayê re hevdîtinê bikin û bala wan bikişînin ser rewşa rastî ya herêmê.”

Serdana 4 dewletan kirin  

Emîne Omerê da zanîn ku wan xwest balê bikişînin ser rewşa dawî ya piştî hilweşîna Rejîma Baasê û hikûmeta demkî ya hatiye şûna wê û got: “Me wekî Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di serdanê de 4 dewletên Ewropî ziyaret kirin. Me di vê serdanê de Belçîka, Fransa, Almanya û herî dawî jî Swîsre ziyaret kir. Me li van dewletan gelek hevdîtin kirin. Me li van welatan bi saziyên hiqûqê û rêxistinên jinan re hevdîtin kirin. Me di van hevdîtinan de gelek civîn pêk anîn. Me bal kişand ser rewşa dawî û geşedanên ku li herêmê pêk tên niqaş kirin. Dîsa em li ser siberoja herêmê axivîn. Hîn hevditinên me berdewam dikin. Em derbasî bajarê Lozanê bûn. Hevdîtinên me didomin. Hevdîtinên me bi gelemperî erênî bûn.”

‘Ewropa bi baldarî rewşa Rojava dişopîne’

Emîne Omerê, da zanîn ku wan dît ku baş rewşa Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dişopînin û wiha axivî: “Dîsa me dît ku bi taybet rewşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopînin. Destkeftiyên jinan, hêzên parastina jinan û rêxistinên jinan dişopînin. Bi serdana me gelek kêfxweş bûn. Di hevdîtinan de gelek niqaş pêş ketin. Gelek pirs li ser rewşa herêmê dipirsîn. Bi taybetî piştî rejîma Baasê û bi hatina hikûmeta demkî re guhertinên pêş ketin pirsîn. Helwest û nêzîkatiya hikûmeta demkî pirsîn. Di serdema hikûmeta nû de rewşa jinan û xeteriyên li ser jinan pirsîn. Dîsa rewşa pêkhateyan pirsîn. Hêzên li pişt hikûmeta Colanî pirsîn. Diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî de pirs pirsîn. Gelek pirsên cewherî pirsîn. Pêşeroja Rêveberiya Xweser pirsîn. Wan pirsîn û me jî bersivand.”

Mijara sereke rewşa DAIŞê bû

Emîne Omer bal kişand ser niqaşên li ser DAIŞê û wiha pê de çû: “Mijareke sereke jî mijara DAIŞê ku îro li Sûriyê pêş dikeve bû. Malbatên DAIŞan ên li kampan, DAIŞên li zindanan pirsîn. Me di hevdîtinan de destnîşan kir ku kes li rewşa DAIŞê xwedî dernakeve û Civaka Navdewletî jî Dadgeha Navneteweyî xwe nade ber çareseriya ji bo DAIŞê. Me xwestibû DAIŞî li Rojava bên darizandin. Ji ber ku delîl û belge li herêmê ne. Divê ev darizandin li Rojavayê Kurdistanê pêk bê.”

Bi wezîran re hevdîtin kirin

Emîne Omerê herî dawî da zanîn ku wan di asta jor de hevdîtin kirin û wiha bi dawî kir: “Civînên me gelek fermî ne. Bi wezîrên derve re, bi hikûmet, parlamenter û rêxistinên jinan re hevdîtinên me pêk tên. Me civînên gel û nûnerên saziyan re jî civîn pêk anîn. Her kes rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyîe dipirse. Em dixwazin welatên Ewropayê zextekê li ser hikûmeta demkî çêkin û hemû pêkhate bibin şirîkên hikûmeta nû û hikûmeta nû vîna hemû pêkhateyan temsîl bike. Em dixwazin mafê hemû pêkhateyan di hikûmetê de misoger bibin. Dîsa me li ser rol û rista Serok Apo, nexşerêya wî û çareseriya ku wî daniye holê axivîn û me nîqaş kir.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

20 TEBAX 2026
Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026
Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne