Amed – Endamê Platforma Şiyar Be û Şaxa SESê ya Amedê Derûnnas Recep Orûç derbarê pêngava “Rabin” a ew li dijî hişbirê dane destpêkirin diyar kir ku divê têkoşîna li dijî hişbirê tenê li ser milê saziyekê neyê hiştin û ev bang li gel kir: “Ji bo pêşerojê divê civak, zarok û ciwanan mil bidin hev û vê pirsgirêkê bi awayekî hevpar çareser bikin.”
Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê ya Şiyar Be bi dirûşma “Li dijî hişbirê, ji bo jiyaneke azad û aram rabin!” di 6ê Tîrmehê de li Amedê bi daxuyaniyekê pêngava “RABIN!” da destpêkirin û li dijî hişbirê dest bi çalakiyên cûr bi cûr kir. Di bin banê platformê de gelek sazî û dezgeh û partiyên siyasî yên li Amedê cih digirin û her roj li tax û kolanan çalakiyên runiştinê, meş û daxuyaniyan li dar dixin û nobedan digirin. Yek ji saziyên ku di nav Platforma Şiyar Beyê de cih digire jî Şaxa Sendîkaya Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê ye. Endamê Şaxa SESê ya Amedê Derûnnas Recep Orûç jî têkildarî pêngava “RABINê” û xebatên ku di vê çarçoveyê de tên lidarxistin axivî.

‘Em êş û jana ketiye nav civakê dibînin’
Recep Orûç da zanîn ku meseleya hişbir û tiryakê meseleyeke demdirêj e û wiha axivî: “Carnan meseleyek, civakê û mirovan zêdetir diêşîne. Di van salên dawî de jî bi rastî êş û bandora vê meseleyê ketiye nav hemû civakê. Ji bo wê jî me pêngaveke wisa da destpêkirin. Me got em hişyar bibin, ev meseleyeke ku di nav tevahiya civakê de heye. Ev mesele ne tenê îro bandorê li ciwan û paşeroja me dike, di heman demê de pêşeroja me jî dixe bin xetereyê. Em vê êş û jana ku ketiye nav civakê dibînin û em dixwazin dengê xwe bilind bikin. Me di destpêkê de jî dengê xwe bilind kir û me got ku ev mesele ne tenê meseleya saziyekê, partiyekê an jî kesekî ye. Ev mesele, meseleya hemû civakê ye. Ji ber ku civak mîna nexşerêyekê ye. Dema di wê nexşeyê de rengê her kesî hebe û cîhekî wê xira bibe, estetîzma wê civakê jî xira dibe. Bi demeke dirêj e ku bi rastî ew nexş û avahiya civakê xerab bûye.”
‘Tevger û hişmendiyek li ser çalakiyan tê avakirin’
Di berdewamiya axaftina xwe de Recep Orûç diyar kir ku mijara fihûş û hişbirê ne tenê di berpirsyartiya kes, sazî an jî partiyên siyasî de ye divê civak tevahî li hember vê yekê bisekine û ev tişt gotin: “Ji bo vê yekê jî me got ku li cihê ku hişyarî hebe, em diçin wê derê û serlêdanan dikin. Lewra tenê bi axaftinê ev mesele xilas nabe. Bi rastî jî em dixwazin her dem li ser vê meseleyê biaxivin, lê ligel axaftinê divê gavên berbiçav jî bên avêtin. Ev çalakî û gavên ku me avêtine jî di vê çarçoveyê de berdewam dikin. Bi rastî ew çalakiyên em li dar dixin ne tenê çalakiyên asayî ne, tevgerek û hişmendiyek li ser van çalakiyan tê avakirin. Gavên din jî têne avêtin. Avahiyên ku nayên xebitandin û vala mane têne paqijkirin, cihên ku şewqa wan nîne ronî dibin û parkên ku ne ewle ne têne ewlekirin. Ev xebat di vê çarçoveyê de berdewam dikin. Barê vê meseleyê ne tenê axaftin e, gavên pratîkî jî têne avêtin.”
‘Divê em pirsgirêkê hevpar çareser bikin’
Recep Orûç dest nîşan kir ku ev mijar bi çareseriyên kesayetî xilas nabin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev mesele meseleyeke civakî ye. Em çawa dikarin civakê bixebitînin û wê ji vê meyla xirab rizgar bikin? Ji ber ku em çiqasî qedexeyan bînin an zextan bikin jî, ev mesele bi awayekî sîstematîk çareser nabe. Em dikarin rexneyên xwe bikin, lê divê em di nav civakê de vî rengî nû bikin û rengê mirî û çilmisî biguherînin. Ji ber vê yekê bangawaziya me ew e ku em tenê li ser milê kesekî an saziyekê nehêlin. Ev mijarek gelekî girîng û mezin e. Ji bo pêşeroja civaka xwe, ji bo zarok û ciwanên xwe, divê em hemû mil bidin hev û vê pirsgirêkê bi awayekî hevpar çareser bikin.”














