• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Divê azadiya fizîkî ya Serokê me were misogerkirin’

Bazîd Evren / AW

19 TÎRMEH 2026 - 08:42
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Colemêrg – Nûnerê MEBYA-DERê yê Colemêrgê Hamdî Taşkin derbarê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de diyar kir ku dema aştiyek pêk tê çek danîn di dawiyê de çêdibe lê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di serî de ev gav avêt û got: “Tevî vê yekê jî dewletê gav neavêtiye.” Hevseroka DEM Partiya Colemêrgê Remziye Akdogan jî got ku divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan were misogerkirin.

Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibata 2025an pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” hat destpêkirin û di çarçoveya pêvajoyê de Tevgera Azadiyê ewilî kongreya xwe kom kir û xwefesix kir. Piştre di 11 Tîrmeha 2025an de bi merasîmekê çekên xwe şewitandin û herî dawî jî gerîla ji Bakur hatin vekişandin. Tevî van gavên mezin û dîrokî jî dewletê tu gavên berbiçav neavêtine û ev yek di nava saziyên demokratîk û siyasetmedaran de tê rexnekirin.

‘Tiştên Kurd dixwazin pêk nehatine’

Nûnerê MEBYA-DERê yê Colemêrgê Hamdî Taşkin derheqê pêvajoyê de diyar kir ku dewletê her digot heta ku şer hebe gavên demokratîk nayên avêtin û da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd ev argûmana ji dewletê stend. Hamdî Taşkin anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd gava divê di dawiya pêvajoyê de bê avêtin di serî de avêt û got: “Dema aştiyek pêk tê çek danîn di dawiyê de çêdibe lê Serokatî di serî de ev gav avêt, çek hatin şewitandin û PKKê xwefesix kir. Serokatî argûmana dewletê ji holê rakir û derfetek da dewletê. Mixabin dewletê hê gav neavêtiye û tiştên ku Kurd dixwazin pêk nehatine.”

‘Ev pêvajo li ser poşmantiyê dest pê nekiriye’

Hamdî Taşkin diyar kir ku Tevgera Azadiyê û DEM Partiyê jî tîne ziman ku êdî bi paş ve gavavêtin ne mumkin e û pêvajoya demokratîkbûnê nexşerê ye. Hamdî Taşkin ji bo pêşketina pêvajoyê destnîşan kir ku divê derfetên Rêberê Gelê Kurd bê başkirin û wiha pê de çû: “Divê ji bo hevalên me yên di zindanê de gav bên avêtin. Niha behsa qanûna poşmantiyê dikin lê wekî hevalên me jî dibêjin, ev pêvajoye ser daxwaza poşmantiyê dest pê nekiriye. Ji bo rûmet û mafên mirovî yê herî bijare dest pê kiriye. Hemin ku em û hûn dibêjin em bira ne divê ferq û cudahiyê vê biratiyê tune be. Wan kîjan heq û maf hebin divê Kurd jî xwedî heman heq û mafan bibin. Wî çaxî em ê bizanin ku em birayê hev in. Heta ku ev roj tê, em ji vê biratiyê biguman in.”

‘Divê beriya betlaneyê qanûn derkevin’

Hamdî Taşkin destnîşan kir ku divê beriya Meclis bikeve betlaneyê qanûn bê derxistin û wiha axivî: “Miletê me dibejê ku heta niha ji hemû aliyan ve wan careke din fedakariya xwe kiriye, hemû pêngavên xwe avêtine, hemû rêyên biratiyê vekirine, lê ka tu çidikî, çi gav diavêjî? Em di wê hêviyê de ne ku beriya meclîs bikeve betlaneyê gav bên avêtin. Kurd her tim amade ye, ev têkoşîn û berxwedan her tim mezin dibe. Di dawiyê de Kurd wê her bigihîjin mafên xwe lê em dibêjin çiqas zû û bi leztir be baştir e.”

‘Divê astengiyên li pêşiya me rabin’

Hamdî Taşkin anî ziman ku ew wekî saziyên demokratîk ji bo her tiştî amade ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Lê divê astengiyên li pêşiya me hatine danîn bên rakirin. Mînak; em dixwazin perwerdehiya zimanê dayikê bibînin û bi nasnameya xwe ya xwezayî bijîn. Ji ber vê divê ev astengî ji holê rabin. Lê hê jî zextên li ser Kurdan berdewam dikin û gelek kes rastî lêpirsînê tên. Ev 50 sal in her tim astengiyên gelek mezin li pêşiya me bûn, lê hêviya me ti car naqede. Hêviya me ji gelê me û ji hêza me tê. Bi baweriyê em ê bigihîjin mafên xwe.”

‘Azadiya serok azadiya me ye’

Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Remziye Akdogan jî bal kişand ser azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Ev salek û nîv e pêvajo heye, em pêngavan diavêjin, lê Erdogan hê jî pêngav neavêtine. Hê jî hevalen me di zindanê de ne û yên nexweş neberdane. Em aştiyê dixwazin. Em êdî dixwazin ku ne dayikên gerîla ne jî yên leşkeran bigirîn. Heta Serokê me azad nebe, em azad nabin. Azadiya Serokê me azadiya me ye.”

Etîket: Hamdî TaşkinMEBYA-DERPêvajoya Aştî û Civaka DemokratîkRemziye Akdogan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Malbatên cangoriyan: Azadiya Rêberê Gelê Kurd pêwîstiyeka girîng e

Malbatên cangoriyan: Azadiya Rêberê Gelê Kurd pêwîstiyeka girîng e

29 COTMEH 2026
Otomatik taslak

Li Geverê ji bo şehîdan mewlûd hate dayîn

28 COTMEH 2026
Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

28 COTMEH 2026
Dayikên Aştiyê dê serdana partiyên siyasî bikin

Dayikên Aştiyê: Em dixwazin bi Serok re hevdîtinê pêk bînin

28 COTMEH 2026
Li Cizîrê cangoriyên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn

Li Cizîrê cangoriyên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn

26 COTMEH 2026
Bakirhan: Em ê xeyalên şehîdan pêk bînin

Bakirhan: Em ê xeyalên şehîdan pêk bînin

25 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne