• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Divê aqûbeta kesên hatine windakirin û kuştin bê ronîkirin’

Navenda Nûçeyan / AW

6 HEZÎRAN 2026 - 13:33
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Xizmên Windayan û Şaxên ÎHDê yên Amed, Êlihê Colemêrg û Rihayê di çalakiyên xwe de aqûbeta Edîp Aksoy, Orhan Cîngoz, Salîh Çalik û Sînan Fîdan pirsîn û xwestin faîlên Savaş Bûldan, Adnan Yildirim, Haci Karay, Mûhsîn Melîk û Mehmet Ayyildiz bê aşkerekirin. Di çalakiyan de hate diyarkirin ku aqûbeta kesên hatine windakirin û kuştin bê ronîkirin û hate destnîşankirin ku dest ji lêgerîna heqîqetê nayê berdan.

Xizmên Windayan û Şaxên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) yên Amed, Êlihê Colemêrg û Rihayê çalakiyên xwe yên ‘Bila windakirî bên dîtin faîl werin darizandin’ li dar xistin. Xizmên Windayan û Şaxên ÎHDê di van çalakiyan de aqûbeta Edîp Aksoy, Orhan Cîngoz, Salîh Çalik û Sînan Fîdan pirsîn û xwestin faîlên Savaş Bûldan, Adnan Yildirim, Haci Karay, Mûhsîn Melîk û Mehmet Ayyildiz bê aşkerekirin.

Amed

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan di hefteya 902yan de çalakiya xwe ya bi dirûşma “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” ku her hefte li dar dixin domandin. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li ber peykera Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê ya li navçeya Rezan a Amedê kom bûn. Di çalakiyê de pankart û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin û aqûbeta Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz ên ku di 7ê Hezîrana 1995an de, piştî ku li Deriyê Çiyê yê Amedê hatin binçav kirin û pişt re agahî ji wan nehate girtin hate pirsîn. Parazvanên mafên mirovan, malbatên windakiriyan, Hevşaredarê Rezanê Siraç Çelîk, endam û rêveberên saziyên sivîl û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.

‘Divê rojên tarî bên ronîkirin’

Ewilî nûnerê ÎHDê yê Herêmê Tahîr Saçakli axivî û diyar kir ku ew her hefteyê dûbare dikin ku pêşeroj aram bibe û wiha got: “Heya rojên tarî neyên zelal kirin aramî nakeve nava vê civakê. Ji ber xizmên me di van rojên tarî de hatin windakirin. Ew êşên vê rojê dayikên me dikişînin hêj berdewam dike û hêj jî di mêjiyê me de ye. Divê ew rojên tarî werin ronî kirin. Di asta navneteweyî de jî diyar e ku rayedarên dewletê yên wê demê ev kiryare kirine. Ji bo rûmeta mirovahiyê divê ev bûyer bên ronîkirin. Her çiqasî wezaretê hûndir dibêje em ê ronî bikin lê me hej jî tiştekî ber bi çav neditiye. Divê malbatên me werin guhdarikirin. Em dev ji vê heqîqetê, lêgerîna xwe bernadin. Ev qad dê vala nemine.”

‘Divê bi pêvajoyê re hevrûbûna bi raboriyê re pêk were’

Hevşaredarê Rezanê Siraç Çelîk jî destnîşan kir ku ev erdnîgarî sed sal in bi wan rojên tarî re rû bi rû ye û wiha got: “Ev maf mafekî herî bingehîne. Bi salan e em di vî warî de li pey lêgerîna edaletê ne. Pêvajoyeke nû dest pê kiriye û li gel vê pêvajoyê divê hevrûbûna bi raboriyê re pêk were û lêgerîna edalete bi encam bibe. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Piştî axaftinan nameya keça Edîp Aksoy, Berîtan Aksoy a ku li Biritanyayê dijî, şandî hat xwendin û rêveberê Şaxa ÎHDa Amedê Yahya Polat çîroka Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz xwend.

Daxuyaniya çapemeniyê piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.

Êlih

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHDa Êlihê di hefteya 740emîn a çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bêne darizandin” de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistanê kom bûn. Di çalakiyê de li aqûbeta Salîh Çalik û Sînan Fîdan ên ku di sala 1994an de li gundê Şaklat ê navçeya Karazê
ya Amedê di bin çavan de hatibûn windakirin hate pirsîn. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHDê û Xizmên Windayan û gelek kes amade bûn û wêneyên kesên ku di binçavan de hatibûn windakirin û qetilkirin hildan. Rêveberê ÎHDê Metîn Nas çîroka Salih Çalik û Sînan Fîdan xwend.

Colemêrg

Şaxa ÎHDa Colemêrgê jî di hefteya 230emîn a çalakiya xwe de li Kolana Hunerê ya Geverê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” hat vekirin.

Di çalakiya vê hefteyê de, ji bo Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay ku di 3yê Hezîrana 1994an de hatin revandin û hatin kuştin, edalet hat xwestin. Metna daxuyaniyê ji aliyê neviya Haci Karay, Yasemin Baran ve hat xwendin. Yasemin Baran diyar kir ku li dijî sûcê windakirina di bin çavan de û polîtîkayên necezakirinê 230 hefte ne têkoşîn tê meşandin û got: “Li dijî înkarê em rastiyê, li dijî bêcezakirinê jî em edaletê diparêzin. Her çend agahiyên derbarê binçavkirin, lêpirsîn û qetilkirina Savaş Buldan, Adnan Yıldırım û Hacı Karay di Raporên Susurlukê, îddianameya Ergenekonê û dosyayên doza JÎTEMê ya Enqereyê de cih girtine jî, di danişîna biryarê ya 13ê Kanûna 2019’an de ji bo hemû bersûcan biryara beraatê hatiye dayîn. ÎHD destnîşan dike ku tevî bi dehan delîl, gotinên şahidan û raporên fermî, tê xwestin ku doz bê demborîkirin û polîtîkayên bêcezakirinê berdewam dikin.”

Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Riha

Şaxa ÎHDa Rihayê jî di hefteya 76 an a çalakiya xwe de li Novada Park AVMyê aqûbeta siyasetmedarên kurd Mûhsîn Melîk û Mehmet Ayyildiz pirsî. Aktîvîstên mafên mirovan, malbata Muhsîn Melîk û gelek kes di çalakiyê de amade bûn.

Di çalakiyê de ewilî hevjîna Muhsîn Melîk, Şenay Melîk axivî û çîroka jiyana Muhsîn Melîk vegot. Şenay Melîk diyar kir ku Muhsîn Melîk li hemberî bûyerên civakî mirovekî hestiyar bû û xwest ku kujerên Muhsîn Melîk derxînin pêşberî darazê.

Berdevka Komîsyona Têkoşîna Li Dijî Windayên Di Bin Çavan De ya Şaxa ÎHDa Rihayê Demet Aykût jî anî ziman ku ew ji bo balê bikişînin ser rastiya windayan û polîtîkaya necezakirinê dê lêgerîna xwe ya edaletê didomînin.

Demet Aykût da zanîn ku ew ê li dijî komkujiyên qewimîne têkoşîna xwe berdewam bikin û wiha axivî: “Em wekî parazvanên mafên mirovan daxwaz dikin ku aqûbeta hemû windayan bi her awayî were ronîkirin, berpirsiyarên windakirina bi darê zorê bi awayekî çalak werin lêkolînkirin û darizandin û dawî li polîtîkayên necezakirinê were anîn.”

Girseyê piştî axaftinan çalakiya rûniştinê pêk anî.

Etîket: AmedColemêrgÊlihÎHDRihaSîraç ÇelîkTahîr SaçakliXizmên windayan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

6 COTMEH 2026
Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Xizmên Windayan xwestin kujer werin darizandin

Xizmên Windayan xwestin kujer werin darizandin

3 COTMEH 2026
Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

3 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026

Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne