• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Di salvegera kuştina Rojîn Kabaîş de li Amed û Wanê meş hatin lidarxistin

Amed-Wan /AW

27 ÎLON 2026 - 19:02
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Bi pêşengiya TJAyê di salvegera 2yemîn a kuştina Rojîn Kabaîş de li Amed û Wanê meşên girseyî hatin lidarxistin û daxuyanî hatin dayîn. Di çalakiyan de ji bo Rojiîn Kabaîş daxwaza edaletê hat kirin û gotin: “Di şexsê Rojîn de em ê têkoşîna xwe ya ji bo ronîkirina mirinên bi guman ên jinan bidomînin.”

Li Amedê di salvegera 2yemîn a kuştina Rojîn Kabaîş de meşek girseyî hat lidarxistin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlementera Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan a Amedê (DEM Partî) Halîde Turkoglu,Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak, xwişka Gulistan Dokû Aygul Dokû, malbata Rojîn Kabaîş, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl, Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li meşê bû.

Girseya ku Qada Şêx Seîd kom bû heta Mizgefta Mezin meşiyan. Di meşê de pankarta “Ji bo Rojîn edalet” vekirin û dovîzên “Ji bo xeyalên Rojîn ên nîvco mayî em li vir in” û “Çi bi serê Rojîn hat” hilgirtin û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Destê dirêjên Rojîn bûn bila bişkên”, “Rojîn Kabaîş raperîna me ye”,”Gulistan Dokû raperîna me ye”, “Ji bo Rojîn edalet”, “Ji bo Gulistan edalet”, “Bijî berxwedana jinan”, “Em hemû Rojîn in”, “Kujera neparêze, bidarizînin” hatin berzkirin.

Di destpêka daxuyaniyê de Dayika Rojîn Kabaîş Aygul Kabaîşê axivî û diyar kir ku du sal li ser kuştina Rojîn derbas bûye bênavber têkoşîna wan a edaletê didome. Aygul Kabaîş wiha got: “Hevala Rojîn a odeyê şeva ku Rojîn winda bûyî di wargehê de nebû sînyala telefona wê û ya Rojîn bal hev xuya dike. Jina dikujin, kujeran nagirin. Çima êşê nîşanê gel didin. Xwedî li keça min derneketin. Em edaletê dixwazin.”

‘Em qebûl nakin ku malbata Rojînê neçar bê hiştin’

Metna daxuyaniyê ya bi Tirkî endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Hêlîn Tapanci xwend. Hêlîn Tapanci da zanîn ku wek Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê û Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, wan ji destpêka lêpirsînê ve li cem malbata Rojîn cîh girt û ev tişt gotin: “Em qebûl nakin ku malbata Rojîn neçar bê hiştin. Xwegihandina edaletê divê ne li ser israra malbatan, têkoşîna jinan û zexta raya giştî be.”

‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’

Helîn Tapanci di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku malbata Rojîn ne tenê ye û got: “ Heta ku Rojîn çawa û di bin kîjan şert û mercan de jiyana xwe ji dest daye bi hemû aliyan ve ronî nebe, di mirina wê de rola kesên sêyem heye an tune ye neyê tespîtkirin, îhmalên muhtemel ên di pêvajoyê de neyên lêkolînkirin û derbarê berpirsyaran de pêvajoyeke hiqûqî ya bibandor neyê meşandin, em ê şopandina dosyeyê bidomînin. Em ê li dijî bênirxkirina mafê jiyanê yê jinan, tarîhiştina mirinên bi guman ên jinan û bi tenê hiştina malbatan a di lêgerîna edaletê de têkoşîna xwe bidomînin.”

‘Em ê têkoşîna ronîkirina mirinên bi guman ên jinan bidomînin’

Piştre endama Komîsyona ji bo Rojîn Edalet Şeyma Nûr Çoban axivî û ev tişt gotin: “Dewleta ku divê bûyerê ronî bike û rastiyan derxe holê, raastî veşartin. Di encama têkoşîna me ya 2 salan de em nêzî rastiyê bûn. Îro wek komîsyonên edaletê û jin, em li 14 bajaran di çalakiyan de ne. Di şexsê Rojîn de em ê têkoşîna xwe ya ji bo ronîkirina mirinên bi guman ên jinan bidomînin.”

‘Em ê têkoşîna xwe mezin bikin’

Parlementera DEM Partiyê Halîde Turkoglu jî wiha got: “Ji bo Rojîn edaletê, ji bo Gulîstan Dokû edaletê dixwazin û pirs bikin ka çi bi serê Rojwelat Kizmaz hat. Em ê têkoşîna vê hem li Meclisê, hem li kolanan, hem jî li dadgehan bi hev re mezin bikin. Heke em karibin vê edaletê bi hev re misoger bikin, em ê di rastiyê de li van axan jiyana ciwanan û jinên ciwan jî misoger bikin. Ev deynê me ye ji bo Rojîn e, di heman demê de deynê me yê ji bo paşerojê ye.”

‘Berpirsyar dê hesabê bidin edaletê’

Dûre xwişka Gulistan Dokû Aygul Dokû axivî û anî ziman ku li Amedê di 5 mehên dawî de 5-6 hevalên wan ên jin hatin kuştin û wiha bi lêv kir: “Hê beriya çend rojan Ayfer Çakmak hat kuştin. Ji bo ku jin neyên kuştin, em ê li qadan mil bi mil têbikoşin. Ji xwe kujer bila bizanibin ku dosyeya Rojîn jî wê ronî bibe! Kujer bila bizanibin ku Gulistana min a ku min nikaribû serê sibehê wê hişyar bikim jî ew ê bê dîtin û hemû berpirsyar wê hesab bidin edaletê.”

Wan

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya salvegera kuştina Rojîn Kabaîş meş û daxuyanî hat lidarxistin. Meş li ber avahiya li Rêya Armûşê ya DEM Partiyê destpê kir heta meydanê berdewam kir. Parlementerên Wanê, Dayîkên Aştiyê, Platforma Saziyên Demokratîk û bi hezaran welatî tevlî meşê bûn. Di meşê de gelek dirûşmeyên “Jin natirsin hesab dipirsin”, “Jin Jiyan Azadî” û “Mêr lê dide dewlet diparêze” hatin berzkirin.

Kuştina jinan polîtîk e 

Daxuyanî ji aliyê aktivîsta TJAyê Şerzan Gezîcî hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku mirina Rojîn ne tenê meseleya malbatî ye, meseleya mafê jiyanê, ewlehî û daxwaza dadwerî ya Rojîn hemû civakê ye û kuştina jinan pirsgirêkek polîtîk e. Daxuyaniyê de hate xwestin ku lêpirsîna mirina Rojîn bê ronîkirin. Her wiha hate ragihandin ku heta mirina Rojîn neyê zelalkirin vê têkoşîn û lêgerîna rastiyê berdewam bike.

‘Ka edalet?’

Piştre Bbavê Rojîn Nîzamettîn Kabaîş axivî û diyar kir ku du DNAya mêran di cendekê Rojîn de hatine dîtin lê heta niha hesap ji kesî re nehatiye pirsîn. Kabaîş xwest ku di vekirina meclsê de mirina Rojîn bê zelalkirin û got:”Ez edaletê dixwazim. Di otopsiyê de min bi çavê xwe dît. Rojîn hatiye kuştin. Divê hesap ji kujeran bê pirsîn. Çima rektor kete odeya otopsiyê? Çima rektor bi dozger re axivî? Divê rektor bê darizandin. Ka edalet?”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026
Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne