• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Di Roja Dayikan de banga aştiyê hat kirin

Navenda Nûçeyan / AW

11 GULAN 2025 - 17:31
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Bi boneya Roja Dayikan li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin û banga aştiyê hat kirin. Dayikan diyar krin ku diyariya herî mezin a ji bo dayikan aştî ye.

Bi boneya Roja Dayikan li gelek bajaran di serî de li Amed, Sêrt, Riha, Şirnex û Mêrdînê çalakî hatin lidarxistin.

Amed

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê li qada Fîdanlîk çalakiya Roja Dayikan hate lidarxistin. Gelek jin tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa “Diyariya herî xweş a ji bo dayîkan aştî ye” û “Roja dayîkan pîroz be” hatin hilgirtin.

Çigdem Kiliçgun Ûçar di çalakiyê de yekem axivî û axaftina xwe bi pîrozkirina Roja Dayikan dest pê kir. Çigdem Kiliçgun got, “Em ê ezmûn û zanîna dayikên xwe bi xwe re bibin û em ê bi hevalên xwe yên jin ên ciwan re aştiya herî xurt ava bikin. Niha dem dema têkoşîn û serketinê ye.”

Muruvet Demir jî li ser navê Dayikên Aştiyê axivî û roja dayikên ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dane pîroz kir û got ku ew hêvî dikin ku ev pêvajo bibe pêvajoyek aştiyê. Muruvet Demir bang li her kesî kir ku ji bo vê pêvajoyê ji her tiştî bêtir bikin.

Çalakî bi axaftin û govendê bi dawî bû.

Sêrt

Bi munasebeta Roja Dayikan, li qeraxa Çemê Başûr çalakiyek hate lidarxistin. Hevşaredara Şaredariya Sêrtê Sofya Alagaş, Hevşaredara Şaredariya Kurtalanê Sadiye Aktin, Hevşaredara Bajarê Veyselkaraniyê Berfîn Evren, Hevşaredara Bajêr a DEM Partiyê Rahşan Arslan, Hevşaredara Bajêr a DBP’ê Naze Bulga û endamên meclîsa bajêr beşdar bûn.

Riha

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, Tevgera Jinên Azad (TJA) li gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê, gundê Rêber Apo, ji bo Roja Dayikan daxuyaniyek çapemeniyê li dar xist. Dayik li baxçeyê mala ku Rêber Apo lê ji dayik bûye kom bûn û pankartek bi nivîsa “Diyariya herî baş a ku ji dayikan re were dayîn aştî ye” vekirin. Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sevda Çelîk Ozbîngol, birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan û parlamentera Rihayê Dîlan Kunt Ayan beşdarî daxuyaniyê bûn.

Jinan li vir diyar kirin ku ew dixwazin aştî were û gotin bila dewlet gavê biavêje.

Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyên wekî “Şehîd Namirin”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

Şirnex

TJA’yê li bajarokê Gundikêmelê ya Şirnexê çalakiyekî bi sernavê “Dayik qala aştiyê dikin” li dar xist. Endama TJA’yê Adalet Çîmen Fîdan di çalakiyê de axivî û wiha got: “Dayik her tim di gotin, têkoşîna û pratîka xwe de aştiyê anîn ser ziman. Diyariya herî mezin a ji bo dayikan aştî ye.

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Asya Tay jî wiha got: “Dayik bi parastina ziman û çanda xwe bûn lêgerînvanên herî mezin a têkoşîna azadiyê. Ji ber vê yekê niha zêdetir erk dikeve ser mile dayikan. Em ê bi hev re ji bo aştiyê têbikoşin û aştiyê bînin.”

Mêrdîn

Li Mêrdînê Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û aktivîstên TJA’yê li Avaspî ya navçeya Nisêbînê li hev civiyan. Dayika Aştiyê Halîme Kaya diyar kir ku hesreta hemû dayikên dilşewat aştî ye û bal kişans ser banga Rêber Apo û daxuyaniya kongreyê ya PKK’ê. Halîme Kaya destnîşankir ku ew ê di têkoşîna aştiyê de bi israr bin.

Etîket: aştîdayikroj
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Tuncer Bakirhan: Ocalan teahhud kiribe şer û pevçûn dernakeve

15 TEBAX 2026
Li bajarê Mazlum Dogan bi hezaran kesî banga aştiyê kir

Li bajarê Mazlum Dogan bi hezaran kesî banga aştiyê kir

2 TEBAX 2026
Sevîl Rojbîn Çetîn: Heta aştiyeke birûmet dê ev meş nasekine

Sevîl Rojbîn Çetîn: Heta aştiyeke birûmet dê ev meş nasekine

29 TÎRMEH 2026
Hêzên rejîma Îranê dayik, xwişk û bira kuştin

Hêzên rejîma Îranê dayik, xwişk û bira kuştin

27 TÎRMEH 2026
Festîvala Kanîreşê: Dê hem aştiya civakî û hem jî eko-aştî pêk bê

Festîvala Kanîreşê: Dê hem aştiya civakî û hem jî eko-aştî pêk bê

23 TÎRMEH 2026
ÎHDê di nobeta vê hefteyê de ji bo xwezayê edalet xwest

ÎHDê di nobeta vê hefteyê de ji bo xwezayê edalet xwest

17 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne