• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Di pêvajoyê de jî amadekariyên şer tên kirin’

Abdullah Esen / AW

29 COTMEH 2025 - 08:58
Kategorî: POLÎTÎKA
A A

Amed – Nivîskar û Akademîsyen Nûr Mehmet Guler têkildarî dirêjkirina tezkereya ku li Tirkiyeyê hate kirin de anî ziman ku hê jî dewleta Tirk di şer de ji israra xwe nayê xwarê û wiha axivî: “Dewleta Tirk pêvajoya aştiyê ji xwe re weke taktîkek xapandinê dibîne. Di vê pêvajoyê de jî amadekariyên şer tên kirin.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de banga “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Piştî bangê PKKê di 1ê Adarê de agirbest îlan kir. Di 11ê Tîrmehê de 30 gerîlayên PKKê bi merasimeke dîrokî çek şewitandin. Lê dewletê li şûna gavan bavêje operasyonên leşkerî berdewam kir û tezkereya dervê sînor 3 salan dirêj kir.

Nivîskar û akademîsyen Nûr Mehmet Guler diyar kir ku dewletê sekna xwe ya li dijî Kurd û Tevgera Kurd neguheriye û got: “Tezkere taktîkekî şerê dijwar e. Sed sal in komar hatiye avakirin. Tezkere şêwazeke şer û dijminatiyê ye. Ew dijmatî jî tunekirin, qelskirin û belavkirinê bixwe re avadike. Hin guhertin û gav avêtin hene. Lê dîsa jî di rêveberiya Birêz Ocalan û Tevgera Kurd de tê kirin. Divê dewlet di vir de guhertineke bingehîn bide avakirin û li gorî gavavêtina PKKê û vekişîna gerîla xwe biguherîne. Dewleta Tirk pir bi tisr nêzîk dibe. Divê nêzîkatiya şer bê terikandin û hewldanên aştiyê li pêş bikeve.”

‘Di zimanê dewletê de guhertin tune’

Nûr Mehmet Guler li ser zimanê rayedarên dewletê jî rawestiya û got: “Di zimanê rayedarên dewletê de guhertin tune. Tevgera Kurd di nava salê de gelek gavên erênî avêtin. Banga 27ê sibatê, agirbesta PKKê, kongreya 12emîn a merasima şewitandina çekan a 11ê Tîrmehê sekn û guhertineke stratejîk e. Lê dewlet xwe naguhere. Alîgirê Serokê MHPê Fetî Yildiz, çend roj berê got, ‘Divê gotin û lîtera vê pêvajoyê yên hevpar çêbibe.’ Ev jî mumkun e. Danûstendin, têkilî û eleqeyên pêvajoyê çêdibin. Hewceye ku di pêvajoyên wisa de lîteratur û danûstendinên hevpar bên xurtkirin. Gotin û binavkirina vê pêvajoyê ji hev cuda ne. Tevgera Kurd dibêje ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’. Dewlet jî dibêje ‘tunekirina tevgera terorê’ ”

‘Tevgera Kurd tevgereke azadiyê ye’

Nûr Mehmet Guler anî ziman ku dewlet berxwedana gelê Kurd ji xwe re weke xetereyê dibîne wiha pêde çû: “Tevgera Kurd tevgereke azadiyê ye. Ev rastiyek e. Di avakirina destpêka komara Tirk de Kurd jî xwedi temsîliyet bûn. Lê piştî avakirina komarê Kurd hatin înkarkirin. Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş, di axaftineke xwe de got, ‘Pêwîste derxistina PKKê ya ji lîsteya terorê bê nîqaşkirin.’ Em jî dibêjin ku divê teqez bê misogerkirin. Kurd PKKê çawa bi nav dikin divê dewlet jî wika bipejirînin. Biryara tezkereyê amadekariyên şer in, ji bo her sê çar perçeyên Kurdistanê ne.”

‘Amadekariyên şer dikin’

Nûr Mehmet Guler da zanîn ku êdî pergala heyî hildiweşe û wiha bi dawî kir: “Dewleta Tirk pêvajoya aştiyê ji bo xwe weke taktîka xapandinê dibîne. Di vê pêvajoyê de jî amadekariyên şer dikin. Dewlet di navberê de maye. Bixwaze jî nikare wekî berê li dijî Kurdan şer bike. Sûriye bixwe jî bi têkoşîna Kurdan hat guhertin. Hewceye ku dewlet pirsgirêkê di nava xwe de çareser bike.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026
Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne