• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Di Newroza îsal de daxwaza mîsogeriya azadî û yekîtiyê hat kirin’

Gulîzar Turkoz / AW

25 ADAR 2026 - 09:22
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Endama Komîteya Amadekar a Navendî ya Newrozê Sema Koç bandor û encama Newroza îsal ya li ser gelê Kurd nirxand û destnîşan kir ku ev Newroz ji hemû salên bihûrî cudatir bû û bi beşdariya sed hezaran kes peyama azadî û yekîtiyê da û got: “Dîsa hat destnîşankirin ku gel dixwaze Rêber Apo Newroza sala bê di nav me de be.”

Newroza îsal bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” li dehan navend hate pîrozkirin. Bi milyonan kesên tev li pîrozbahiyên Newrozê bûn, peyamên xurt dan. Bi milyonan kes xwestin azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were û yekîtiya gelê Kurd çêbibe.

Endama Komîteya Amadekara Navendî ya Newrozê Sema Koç a Endama Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê derheqê pîrozbahiyên Newrozê û peyamên hatin dayîn de ji Ajansa Welat re axivî.

‘Li qadê helwesta polîtîk hebû’

Sema Koç diyar kir ku pîrozbahiyên Newroza îsal bi kelecaniyeke mezin dest pê kir û ev coş û kelecan li qadan veguherî helwesteke xurt. Sema Koç anî ziman ku gelê Kurd; Newrozê ne tenê weke şahiyekê, lê wekî qadeke polîtîk dibîne û wiha got: “Di bin baran û sermayê de jî gel li qadan bû. Dizanin ku ji bo çi tên. Ev yek, hem ji bo Amedê hem jî ji bo bajarên din, newrozeke pir cuda derxist holê û wekî pêngavekê bû.”

‘Daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate xwestin’

Sema Koç bal kişand ser daxwaza sereke ya gel a li qadên pîrozbahiyên Newrozê de û destnîşan kir ku peyam û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her derê bûn û got: “Daxwaza gel ev e ku Rêber Apo êdî bi awayek fizîkî li derve be. Me jî li her qadê ev yek dît; bi ruh, bi wêne, bi peyam û bi dirûşmeyan gelê Kurd helwesta xwe da nîşandan. Îsal Rêber Apo bi ruh û peyamên xwe bi me re bû, lê hêviya me ew e ku sala pêşiya me ew bi fîzîkî jî di nav me de be.”

‘Ji çar aliyên Kurdistanê peyamên yekîtiyê hate dayîn’

Sema Koç qala girîngiya yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd kir û wiha axivî: “Ji çar aliyên Kurdistanê; ji Rojava, Başûr, Rojhilat û ji Ewropayê peyamên hevgirtinê gihaştîn Amedê. Hat diyarkirin ku bi taybetî piştî xwedîderketin û berxwedana ji bo destkeftiyên Rojava, li qadan xwedîderketineke xurt ji bo yekîtiya demokratîk û neteweyî derketiye pêş. Ev peyamên hevgirtinê li ser gel bandoreke erênî ya mezin çêkiriye.”

‘Daxwaza aştiyek mayînde heye’

Sema Koç di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku pankart, daxuyanî û dirûşmeyên li qadan nîşan dan ku daxwaza pêvajoya aştî û civaka demokratîk li ser civakê bandoreke erênî ya mezin kiriye û wiha axivî: “Dirûşmeyên ji bo azadiyê bi yek dengî hatin qîrkirin û li her derê olan da. Me ev hemû bi coşeke mezin dît û guhdar kir. Gelê Kurd bi dil û can dixwaze ku ev pêvajo li pêş bikeve û aştiyeke mayînde pêk were.”

Etîket: NewrozNewroza 2026anNewroza Azadî û Yekîtiya DemokratîkSema Koç
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

12 HEZÎRAN 2026
Îmhaya bi agir û vejîna nû

Îmhaya bi agir û vejîna nû

29 GULAN 2026
Li Agiriyê 20 kes tahliye bûn

Li Agiriyê 20 kes tahliye bûn

19 GULAN 2026
Girtinên ji ber pîrozbahiyên Newrozê li Mêrsînê hatin protestokirin

Girtinên ji ber pîrozbahiyên Newrozê li Mêrsînê hatin protestokirin

6 NÎSAN 2026
Sozdar Avesta: Tirkiye pêkanîna Peymana 10ê Adarê asteng kir

Avesta: Newroza 2026an referandûma azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû

3 NÎSAN 2026
‘Krîmînalîzekirina çand û nasnameya Kurdî li dijî ruhê aştiyê ye’

‘Krîmînalîzekirina çand û nasnameya Kurdî li dijî ruhê aştiyê ye’

2 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne