• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Di Newroza Egeyê de azadiya Abdullah Ocalan xwestin

Navenda Nûçeyan /AW

22 ADAR 2025 - 16:34
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bi deh hezaran Kurd û dostên Kurdan li navçeya Germencik, Bodrûm û Qada Gundogdu ya Îzmirê kom bûn û Newroz pîroz kirin. Kesên beşdarî Newrozê bûn peyama “Bila Abdullah Ocalan azad bibe” dan.

Îro li 10 navendan cejna Newrozê bi dirûşmeya “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk” hat pîrozkirin. Her qad û navenda ku bi deh hezaran kes beşdar bûn daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn ziman. Li navçeyên Germencik a Aydinê û Bodrûma Muglayê jî bi deh hezaran kesên li dora agir kom bûn, bi coşek mezin Newroz pîroz kirin.

Aydin-Germencik

Li taxa Ortaklar a Germencika Aydinê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), (DBP û DEM Partiyê, bi tevlîbûna bi hezaran kesî Newroz hat pîrozkirin. Siyasetmedar û parlamenter tevlî pîrozbahiyê bûn. Jin bi cil û bergên xwe yên gelekî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Piştî rezgirtinê bernameya pîrozbahiyê destpêkiri. Hevserokên DEM Partiyê yê Germencikê Newroza gel pîroz kir. Parlamenter Sirri Sakik axivî û bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, banga xwedî li derketina peyamê kir. Dû re Dayikên Aştiyê agirê Newrozê pêxistin. Pîrozbahiya Newroza 2025’an bi gerandina govendê bi dawî bû.

Mugla-Bodrum

Li navçeya Bodrumê bi heman dirûşmê Newroz li Mumcular Pazaryerî hat pîrozkirin. Hevserokên DEM Partiyê yên Muglayê axivîn û Newroza gel pîroz kirin. Parlamenter Îbrahîm Akin jî di pîrozbahiyê de bal kişand ser bangewaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Kî alîgirê demokrasiyê be, hiqûq û edaletê bixwaze, bixwaze ku ev welat çarenûsa xwe ya hevpar bi hev re bijî, gelê Kurd zimanê xwe bi kar bîne û vê yekê weke mafekî demokratîk yê rewa qebûl bike, em ê li kêleka wan li ber xwe bidin û têkoşîna xwe bidomînin.”

Parlamenter Nejla Demîr jî wiha axivî: “40 sal in em li ber xwe didin. Îrade, çand û zimanê gelê Kurd bizanibin; em azadî û aştiyê dixwazin. Ev bar dikeve ser milê hemû gelê me. Civaka demokratîk wê bibe rizgariya hemû gelan. Jinan bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ têkoşîna azadiya jinê ji sînoran wêdetir meşandin. Em bi baweriya biratî û aştiyê vê agirê Newrozê pêdixin. Agirê Newrozê ku bi hezaran sal in pêxistiye, wê dijminahiya zilm, mêtingerî û înkarê bişewitîne, aştî, jiyaneke wekhev, adil û bi rûmet û civaka demokratîk biafirîne. Bi vê baweriyê em bi milyonan tên cem hev û berxwedana xwe mezin dikin.”

Piştre Dayikên Aştiyê agirê Newrozê pêxist û cejna hemû gelê kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir. Gel li ber stranên Grup Golgedekîler û Hozan Şervan govend gerandin û Newroza xwe pîroz kirin.

Îzmîr

Li Îzmîrê jî bi deh hezaran welatiyên ku li Qada Gundogdu kom bûn, bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin. Welatiyên ku bi cil û bergên kurdî daketin qadê, li dora agir û li ber stranan govend geraendin. Di pîrozbahiya li Îzmirê de jî beşdarê Newrozê bûn, azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin. Di bernameyê de Aktîvîsta TJAyê Eylem Sarica bal kişand ser azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş jî operasyonên li Stenbolê şermezar kir. Piştî axaftinan Dayikên Aştiyê ketin nava girseyê bi hevre li dora agirê Newrozê govend gerandin. Di pîrozbahiyê de piştî rêzgirtinê diruşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” berz kirin. Di pîrozbahiyê de Hunermend Şîlan û Alî Tekbaş jî derketin ser dikê û bi stranên xwe gel coşandin.  Bi deh hezaran kesên beşdarî pîrozbahiyê bûn, bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” ber kirin. Bername bi stran û govendê bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê ji bo 49 cangoriyan şîn hat danîn

Li Amedê ji bo 49 cangoriyan şîn hat danîn

21 TEBAX 2026
‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

21 TEBAX 2026
ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

21 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Neparastina nirxên civakî rizîbûna civakî bi xwe re tîne’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne