• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Di nameya Ocalan a ku Hakan Fîdan behsa wê dike de çi heye?

Navenda Nûçeyan / AW

9 ÇILE 2026 - 14:47
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Çavkaniyek ji herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî nameya Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan behs dike ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji HSDê re şandiye anî ziman ku berovajî gotinên Fîdan, Ocalan balê dikişîne ser mafê xwerêveberinê.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan duh di daxuyaniyek têklidarî êrişên çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê yên li ser taşên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê de dabû behsa nameyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re şandibû kiribû. Fîdan diyar kiribû ku Ocalan nameyek ji HSDê re şandiye û îdîa kiribû Rêveberiya Xweser û HSD li dijî talîmata Ocalan li ber xwe didin. Li ser mijarê me xwe gihand çavkaniyek ji herêma Rêveberiya Xweser û pirsa nameya Ocalan kir.

Nameya Ocalan gihişte Rêveberiya Xweser

Çavkaniyê pêbawer anî ziman ku nameya Hakan Fîdan behs dike gihiştiye destê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Rayedar da zanîn ku an agahiya Fîdan ji naveroka nameye tune ye an jî bi awayek zanîn dixwaze rastiyan berovajî bike. Çavkanî daxuyand ku di nameya Ocalan de tu gotinek ku bê wateya talîmatek ji bo Rêveberiya Xweser tune ye û ev agahî da: “Bi tu awayî gotinek an li Heleb an jî li deverek din çek deynin, qadê vala bikin û rewşek wekî van tune ye.”

‘Ocalan Sûriyek demokratîk dixwaze’

Li ser mijarê çavkanî diyar kir ku Ocalan ji destpêkê heta niha Sûriyek demokratîk a li ser esasê rêveberiya xweser diparêze û bal kişandin ser van xalan: “Ocalan di nameya dawiyê de jî pêşniyar dike ku li ser esasê xwerêvebirina gelan muzakere bên meşandin. Ji bo vê jî pêşniyar dike ku deriyên sînor hevpar bên rêvebirin, çavkaniyên aborî jî bên parvekirin. Her wiha Ocalan ji bo meşandina muzakereyên baş û erênî bê kirin jî pêşniyar dike ku her du alî bi awayekê berhemberî nûnertiyên xwe vekin.”

‘Tişta Ocalan dibêje esasên Sûriyeyek nenavendî ye’

Çavkanî got ku Rêvberiya Xweser jî bi esasî li ser vê xetê ye û pêşniyarên Ocalan di cih de dibîne û bi bîr xist ku rêvebirina deriyên sînor, parvekirina çavkaniyên aborî û nûnertî vekirin ji xwe esasên bingehîn ên Sûriyeyek demokratîk a nenavendî ye û wiha domand: “Bi vê boneyê ne di nameya hat de û ne jî bi rêyek din fermanek an jî îmayek ku Hakan Fîdan îdîa dike, tune ye. Hefteyek berî niha li ser vê mijarê şandeya Rêveberiya Xweser çû Şamê û bi şandeya Hikûmeta Demkî re li ser van mijaran hevdîtin kir.”

Çavkanî anî ziman ku hêza esasî ya niha pêkanîna Peymana 10ê Adarê asteng dike, Tirkiye ye û got ku hemû hêzên bi mijara Sûriyê ve eleqedar vê yekê dizanin û ji helwesta Tirkiyeyê aciz in.

 

Etîket: Abdullah OcalanHakan FidanRêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne