• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Di destpêkê de divê nav li pêvajoyê bê kirin’

Onder Akbulut / AW

18 SIBAT 2025 - 11:23
Kategorî: ROJANE
A A
Welatiyên bi navê Elî Guneş û Yaşar Aktert li ser peyamên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan axivîn. Elî Guneş diyar kir ku di meseleya Kurd de piraniya partiyên siyasî û saziyên sivîl bêdeng dimînin û got: “Dema ku saziyên sivîl û partiyên siyasî bi rola xwe ranebin, dewlet jî gavên pêwîst navêje. Di destpêkê de pêwîst e nav li pêvajoyê bê kirin.”

Şandeya ji parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk tê, di 28ê kanûna 2024an de çû li Girtîgeha Tîpa F ya Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Piştî vê hevdîtinê, şandeyê di 29ê Kanûnê de peyama ku ji 7 xalan pêk hat bi raya giştî re parve kir. Şandeyê, piştî hevdîtina li Îmraliyê li ser daxwaza Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi partiyên siyasî yên li Meclisê û siyasetmedarên girtî re hevdîtin kirin. Şandeyê piştî ku bi partiyên siyasî û siyasetmedaran re hevdîtin kirin di 22yê Çileyê de cara duyemîn çû Girava Îmraliyê û encamên hevdîtinên xwe bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re parvekirin.

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê anî ziman ku Abdullah Ocalan careke din bi lêv kiriye ku ew ê di bin her şert û mercî de bibe xwedî hêz û vîna çareseriyê. Şandeya Îmraliyê dibêje, “Çareserî û aştiyeke tenê bi Tirkiyeyê re sînordar nayê nîqaşkirin û ji bo Kurd û gelên li çar aliyên Kurdistanê bigihîjin statuyeke demokratîk bi perspektîfeke berfireh nîqaş tên meşandin.”

Welatiyê bi navê Elî Guneş û Yaşar Aktert ên ji navçeya Pîrana Amedê têkildarî pêvajoya nîqaşa tê birêvebirin ji Ajansa Welat re axivîn.

‘Pêwîst e saziyên sivîl û partiyên siyasî erkên xwe bi cih bînin’

Elî Guneş anî ziman ku pêvajo bi awayekî zelal nayê meşandin û got: “Heke her tişt zelal be bila daxwazên me bên qebûlkirin. Ev pêvajoya ku serok Abdullah Ocalan daye destpêkirin em pir girîng dibînin. Ji xwe daxwaziya me jî yekitiya gelan e. Em dixwazin di destpêkê de nav li vê pêvajoyê bê kirin û pêvajo bi awayekî zelal bê meşandin. Di encama vê pêvajoyê de gelê Kurd dê çi bidest bixe pêwîst e zelal be.

Baweriya min bi dewletê nayê, ji aliyekî dibêjin me pêvajoyeke nû daye destpêkirin ji aliyê din ve qeyûman tayînî ser şaredariyên me dikin, îradeya gelê kurd xesp dikin. Ez vê tiştê rast nabînim. Di meseleya Kurd de piraniya partiyên siyasî û saziyên sivîl jî bêdeng dimînin. Dema ku saziyên sivîl û partiyên siyasî jî bi rola xwe ranebin, dewlet jî gavên pêwîst navêje. Ez dibêjim hewce ye ev sazî û partî bêtir berpirsyariyên xwe pêk bînin.
Ez dibêjim Tirk xwedî çi heq û hiqûqê ne gere Kurd jî xwedî heman heq û hiqûqan bin. Bi vî awayî em dibêjin pêwîst e êdî aşitiyeke baş pêk were.”

‘Dewlet bi kirinên xwe dîyar dike ku aştîyê naxwaze’

Yaşar Aktert jî destnîşan kir ku pêvajoyêk heye lê ji bo ku ev pêvajo bigihîje encamekî pêwîst divê pratîka dewletê biguhere û wiha axivî: “Dewlet bi van kirinên xwe aştiyê li holê nahêle. Her roj qeyûman tayînî şaredariyên me dikin, bi ÎHA û SÎHAyan êrişî Rojavayê Kurdistanê dike. Dewlet bi van kirinên xwe diyar dike ku aştiyê naxwaze. Em dixwazin bi zimanê xwe, bi çanda xwe bijîn lê di van mijaran de jî gavek nayê avêtin. Ji ber wê em nikarin bawerîya xwe ji vê pêvajoyê bînin. Em dixwazin lê yên li hemberî me naxwazin. Tirk jî CHP jî naxwazin. Dema ku bûyerek li dijî Kurdan diqewime ew jî bêdeng dimînin û wekî dewletê tevdigerin. Em ji zû ve amade ne, em dixwazin aştî pêk bê. Em li benda peyamên Rêberê Gelê Kurd bûn. Wî gotinên xwe gotin lê hêzên li hember hê jî tiştek negotine. Gotina me diyar e. Em dibêjin em bi hev re bijîn û em yekitiya gelan dixwazin.”

Etîket: Abdullah OcalanDEM PartînîqaşpêvajoŞandeya Îmraliyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne