• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Di 1994an de kê ew gund vala kir?

Nedim Oruç / AW

6 MIJDAR 2025 - 10:33
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Alparslan Albayrak di parvekirineke xwe de îdîa kir ku PKKê gundê Berê Mirê vala kiriye. Lê gundiyan wezîr derewand û diyar kirin ku leşkeran gundê wan vala kiriye.

Medyaya girêdayî desthilatê ji destpêka berxwedana Tevgera Azadiyê heya îro bi sedan nûçe û senaryoyên derewîn nivîsîne. Di valakirina bi hezaran gundên bakurê Kurdistanê de jî bi sedan nûçeyên derew ên weke ‘Tevgera Azadiyê gund vala kir, ‘Tevgera Azadiyê gund şewitand’ bi rêya rojnameyên xwe parve kir. Herî dawî Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Alparslan Albayrak 2 roj berê li ser medyaya dijîtal dîmenek weşand. Kesekî alîgirê AKPê di dîmen de digot ku gundê Berê Mirê (Guleşlî) di sala 1994an de ji aliyê PKKê ve hatiye valekirin. Ajansa me xwe gihand şêniyên gund.

Gundiyan destnîşan kirin ku Hêzên Artêşa Tirk (TSK) gundê wan vala kiriye. Ji ber ewlehiyê nexwestin ji kamerayê re biaxivin. Li ser valakirina gund, şêniyên gundê Berê Mirê ji Ajansa Welat re ragihandin. Lê gundiyan ji bo ewlehiya xwe, nexwestin wêne û dîmenên wan bên parvekirin. Her çiqas Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Alparslan Albayrak agahiyên şaş û bêbingeh bi awayekî bi dîmen parve kir jî, gundiyan diyar kir ku ew agahî derew in. Gundiyên gundê Berê Mirê anîn ziman ku leşkeran gundê wan vala kiriye.

Bi balafirên şer êrîşî derdora gund kirin

Gundê Berê Mirê di 1990an de li Çiyayê Gabarê bi destê hêzên artêşa Tirk hate valakirin. Di Gulana 1994an de piştî ku 9 cerdevanan çek danîn leşker ji gund derdikevin. Piştî buyerê bi çend rojan balafirên şer bi hinceta endamên PKKê di nava gund de ne derdora gund bomberan dikin. Bi taybetî jî Çiyayê Bizinan û Newala Kuştiya dibe hedefa balafirên şer.

Li gund 3 welatî bi îşkenceyê hatin girtin

Di serdegirtinên malan de welatiyên bi navê Sabrî Yilmaz, Hamît Yilmaz û Abdûrrahîm Kûrtay bi îşkenceyê tên binçavkirin û piştre wan dişînin girtîgehên navçeya Hezexê ya Şirnexê û navçeya Midyatê ya Mêrdînê.

Ji ber êrîşan koçî gundê Darayê dikin

Di van êrîşan de gelek malên gund zerar dibînin û şêniyên gund ê ku ji 36 malan pêk tê neçar dimînin ku koç bikin. Tevahiya şêniyên gund di navbera 3 rojan de destpêkê mişextî gundê Darayê yê di nava Çiyayê Gabarê de dibin.

Dixwazin bi zorê gundiyan bikin cerdevan

Şêniyên gund bi derfetên xwe li gundê Darayê kon vedidin û 6-7 mehan di konan de bi cih dibin. Lê leşker dîsa zextê li wan dikin. Piştî demekê cerdevan û leşker bi ser gundê Darayê de digirin û zordariyê li şêniyên gundê Berê Mirê dikin ku bibin cerdevan. Li ser vê zordestiya leşkerên TSKê bi qasî 10 kesan dibin cerdevan û şêniyên din li bajarên weke Sêrt, Şirnex û Cizîrê belav didin.

Ji sala 1994an heya 2020an gund vale dimîne

Ji sala 1994an heya sala 2020an li derdora gundê Berê Mirê qaleqol an jî qereqol nehatine avakirin û piştî ku ji aliyê TPOyê ve li Çiyayê Gabarê petrol tê dîtin artêşa Tirk dest bi çêkirina qaleqolan dike. Niha li tevahiya gund qaleqol hatine avakirin û li gelek deverên gund jî qemere hatine bicihkirin.

Ji bo derketina ji gund anons an jî bangewazî nehatiye kirin

Ev agahiyên ku heya niha me parvekirin, yek bi yek ji devê şêniyên gundê Berê Mirê yê girêdayî Şirnex hatine wergirtin û şêniyên gund derbarê dîmena Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî parvekiriye de jî gotin ku ew agahî hemû derew in û ji bo derketina ji gund tu dem anons an jî bangewaziyek nehatiye kirin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê ji bo 49 cangoriyan şîn hat danîn

Li Amedê ji bo 49 cangoriyan şîn hat danîn

21 TEBAX 2026
‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

21 TEBAX 2026
ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

21 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Neparastina nirxên civakî rizîbûna civakî bi xwe re tîne’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne