• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

DFGê serdana çalakiya nobeta li dijî hişbirê kir

Amed / AW 

24 HEZÎRAN 2025 - 20:49
Kategorî: ROJANE
A A
Nobeta Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be di roja 4an de didome. Hevşaredara Rezanê Leyla Ayaz wiha axivî: “Divê ku em xwedî li  hemû ciwanan derbikevin.”

Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be bi dirûşmeya “Em tarîtiyê ronî dikin” li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezana Amedê kon veda û nobeta kon di roja 4an de didome. Hevserok û endamên Komeleya Dîcle û Firatê (DFG), Hevserok û endamên Partiya Wekhevî û Demokratîk a Gelan (DEM Partî) ên Amedê, Hevşaredara Rezanê ya Amedê Leyla Ayaz û endamên meclisê, TÛAY-DER, Komeleya Alîkarî û Civakî ya Alimên Amedê, nûnerên sazî, dezgehên sivîl û gelek welatî beşdarî çalakiya nobetê bûn. Kesên ku beşdarî çalakiya nobetê bûn formayên çalakiyê li xwe kirin û govend gerandin. Piştre li ber kon rûniştin û dest bi nobetê kirin.

Hevseroka Komeleya Dîcle û Firatê (DFG) Kesîre Onen ewilî axivî û got: “Vê meseleyê hemû civakê eleqedar dike. Divê ku têkoşîn û çalakiyên bi vî awayî mirov ji gel re vebêje, ji ber ku pêdivîya hemû civakê bi çalakiyên wisa heye. Em ê jî hem bibin şopînerê bûyerên bi vî awayî û hem jî tev li bibin.”

‘Tişta bikeve ser milê me em ê bikin’

Piştre Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer axivî û anî ziman ku ew ê ji bo ciwanan tişta ji destê wan bê bikin û got: “Em zanin ev xebatên heyî têr nakin, lê ev jî hişyarkirineke. Lewre di her serdemê de ciwan dibin xetereyan de ne. Lê îro ciwanên vî bajarî hê zêdetir dibin xetereyan de ne. Ciwan, tenduristî, aborî û pêşeroja wan jî tê tunekirin. Ev rewşa hanê bandorê li malbatên wan jî dike. Bila malbatên me jî li vir bi me re nobetê bigirin. Divê em û malbatan dest bidin destê hev ciwanan ji vê rewşê derxin.Tişta bikeve ser milê me em ê bikin.”

‘Pergal dixwaze civakê bêhiş bihêle’

Serokê Komeleya Alîkarî û Civakî yê Alimên Amedê Mahmût Şik jî diyar kir ku pergal dixwaze vê civakê bêhiş bihêle û wiha got: “Xwedê di ayetên xwe de me hişyar kiriye, Ji ber ku mirov tiştên nebaş dike hatiye qedexekirin. Pergalê jî maddeyên bi vî awayî bi zanebûn kirin nava civakê û ciwanan xirab kir. Pergala heyî ji civaka me re xisar e. Ev tişt ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin û difiroşin ciwanan. Tişta ku pergal ji me dixwaze em bêhiş bibin û civaka me bêsinc bê hiştin.”

‘Bila ciwanên me ji dest neçin’

Hevşaredara Rezanê Leyla Ayaz jî wiha axivî: “Armanca pergalê ew e ku li vî welatî polîtîkayên şerê taybet zêde bike û hemû ciwanan ji rê derxe. Divê ku em xwedî li  hemû ciwanan derbikevin. Da ku ciwanên me ji dest neçin.”

Nobet dê her şev li navçeyên Amedê dê bi dorê  bidome.

Etîket: Amedhişbirnobet
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

20 TEBAX 2026
Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

Serdana piştgiriyê: Em ê li her kolanê berxwedanê bidomînin

20 TEBAX 2026
Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

19 TEBAX 2026
Li Amedê qeza: Jinek mir kesek jî birîndar bû

Li Amedê qeza: Jinek mir kesek jî birîndar bû

19 TEBAX 2026
Li Amedê xebatên Şiyar Be bênavber didomin: Em ê teqez bi ser bikevin

Li Amedê xebatên Şiyar Be bênavber didomin: Em ê teqez bi ser bikevin

18 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne