• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DFGê rojnamegerên hatibûn kuştin bibîr anîn

Navenda Nûçeyan / AW

28 TEBAX 2025 - 12:20
Kategorî: ROJANE
A A
Amed – DFGê, rojnameger Sayfettîn Tepe, Mehmet Şenol û Hidir Çelîk yên ku di salên 90î de ji aliyê JÎTEMê ve hatibûn kuştin bibîr anîn.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), rojnameger Sayfettîn Tepe, Mehmet Şenol û belavkarê rojnameyê Mehmet Şenol ku di salên 90î de hatibûn qetilkirin, bi bîr anî. DFGê, rojnameger Sayfettîn Tepe ku di 25ê Tebaxa 1995an de, Mehmet Şenol ku di 30ê Tebaxa 1994an de û Hidir Çelîk ku di 23yê Tebaxa 1994an hatibû qetilkirin, bi daxuyaniyekê bibîr anîn.

DFGê diyar kir ku ji bo heqîqet di tariyê de nemîne, ew ê şopdarên doza rojnamegerên hatine qetilkirin bin.

Ew revandin kû kuştin

DFGê da zanîn ku di salên 1990î de gelek endamên Çapemeniya Azad hatin revandin û kuştin û ev agahî parve kir: “Yek ji rojnamegerên ku hate kuştin jî Sayfettîn Tepe bû. Sayfettîn piştî ku biraziyê wî û nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe, di 28ê Tîrmeha 1993yan de li Bedlîsê hate revandin û kuştin, wî jî di nav xebatên rojnamegeriyê de cihê xwe girt. Wî erkên Ferhat girt ser xwe.

Sayfettîn Tepe di 25ê Tebaxa 1995an de li Êlihê hate binçavkirin û ji wir birin Midûriyeta Polîsan a Bedlîsê. Polîsan îdia kir ku Tepe xwe kuştiye lê malbata wî diyar kir ku Tepe di binçavan de hatiye kuştin. Sayfettîn Tepe pismamê Ferhat Tepe bû ku nûçegihanê Bedlîsê yê Rojnameya Ozgur Gundemê yê di 28ê Tîrmeha 1993an de hatibû revandin û kuştin. Tepe, di salên 1990î de ji ber weşandina gelek dosyayên veşartî ji aliyê polîsan ve hedef hatibû nîşandan. Tepe, di Îlona 1993’yan de li Edene û Dîlokê nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê bû. Dema ku hat kuştin, ew li Êlihê nûçegihanê Yenî Polîtîkayê bû. Malbatê, di sala 1996’an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. DMMEyê serlêdana malbatê di 20ê Adara 1996an de qebûl kir lê di 13ê Nîsana 2004an de red kir. 26 sal in kujerên Sayfettîn Tepe nehatine dîtin û cezakirin.

Di serdema tarî de kuştin

Mehmet Şenol jî yek ji rojnamegerên ku di vê serdema tarî de hatiye kuştin bû. Wî li buroya kovara ‘2000e Doğru’ ya li Amedê dest bi rojnamegeriyê kir. Mehmet Şenol, di havîna 1991’an de tev li nav xebatên Yenî Ulkeyê bû. Piştî kuştina Hafiz Akdemîr, Mehmet Şenol ku li dijî banga rêveberiya Ozgur Gundemê ya ‘aramiyê’ derket, ji bo demekê ji bo buroya Wanê re hate şandin. Pişt re hate Amedê û li vir hate girtin. Mehmet Şenol yekem rojnamegerê ku bikaranîna Hîzbûllahê ya ji aliyê JÎTEMê ve aşkera kir. Di nûçeyeke ku çêkir de wî rastiya ku kontr-gerîla di bin banê Hîzbullahê de xwe rêxistin dikin, li gel wêneyekî Huseyîn Velîoglû aşkera kir. Şenol, nûçeya ku weşandî pêşkeşî serokê buroya Amedê yê Kovara ‘2000e Doğru’ Halît Gungen kir. Nûçe, di 16ê Sibata 1992yan de di kovarê de bi sernavê ‘Hîzbullah li navenda Hêza Çevîkê tê perwerdekirin’ hat weşandin. Di 30’ê Tebaxa 1994an de dema ku bi 10 hevalên xwe re di navbera Hezro û Pasûrê de ber bi çiyayan ve diçû, li nêzî gundê Rêşaneyê ketin kemînekê û hate kuştin.

Hidir Çelîk

Yek ji rojnamegerên ku di meha Tebaxê de hate kuştin jî, belavkarê rojnameyan Hidir Çelîk bû. Çelîk, ku di 23yê Tebaxa 1994an de hat kuştin, belavkarê Rojnameya Ozgur Ulkeyê bû.

Wekî Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê em ê têkoşîna rojnamegerên ku jiyana xwe ji bo rastiyê feda kirine bidomînin. Ji bo ku rastî di tariyê de nemînin, em ê heta dawiyê şopdarên doza wan bin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

7 COTMEH 2026
Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne