• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DFG-MKG: Çi dibe bila bibe em ê qamera û pênûsên wan li erdê nehêlin

Amed / AW

20 KANÛN 2024 - 14:01
Kategorî: ROJANE
A A
Amed – DFGê û MKGê qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li Amedê şermezar kirin. DFGê û MKGê wiha got: “Çi dibe bila bibe em ê qamera û pênûsên wan li erdê nehêlin.”

 

Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê geşedan dişopandin, di encama êrişa bi SÎHAyan a dewleta tirk de hatin qetilkirin. Qetilkirina rojnamegeran li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) li ber avahiya DFGê hate şermezarkirin. Li gel endam û rêveberên DFGê, MKGê û DÎSK Basin Îşê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn û pankarta “Ne pênûsa me ne jî kameraya me dê li erdê nemîne” hatin hilgirtin.

‘Ev têkoşîn tu caran ranewestiye’

Hevserokê DFGê Selman Çîçek ê daxuyanî xwend, diyar kir ku bi dehan sal e ku Çapemeniya Azad li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li hemû cîhanê ji bo ragihandina heqîqetê dixebite û wiha got: “Çapemeniya azad di nava şert û mercên herî dijwar de xwest rastiyan ji raya giştî re ragihîne û hemû metirsî û talûkeyan hilgirtiye ser xwe û hê jî vê lêgerînê didomîne. Di vê lêgerînê de gelek hevalên me hatin qetilkirin û gelek jî hatin girtin. Lê ev têkoşîn tu carî ranewestiya.”

Çapemeniya Azad dev ji ragihandina heqîqetê berneda

Selman Çîçek da zanîn ku zêdeyî 40 sal in tevî êrîşên endam, kontra û çeteyan JÎTEMê jî Çapemeniya Azad dev ji ragihandina heqîqetê berneda û wiha domand: “Dema ku DAIŞê li gelek deverên Rojhilata Navîn hovîtî pêk anî, herî zêde xebatkarên Çapemeniya Azad rastî ragihandin. DAIŞê ji bo ku rastî neyê bihîstin di hedef û qetilkirina rojnamegeran de dudilî nebû. Denîz û Nûjiyan bûn pêşengên vê têkoşînê. Kiryarên hovane yên DAIŞê yên li Şengal, Kobanê û Reqayê ji cîhanê re ragihandin. Li ser hesabê canê xwe dev ji ragihandina heqîqetê bernedan.”

‘Nazim û Cîhan ji ber rastî ragihandin bûn hedef’

Selman Çîçek, destnîşan kir ku kesên herî zêde dibin hedefa şer bê şik rojnameger in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro em hîn bûn ku 2 hevalên me yên rojnameger hatine qetilkirin. Dema DAIŞê êrîşî Kobanê dikir, her du hevalên me bi rojan li pey nûçeyan bûn. Azadiya Kobanê ji cîhanê re ragihandin. Nazim Daştan ji roja destpêkê heta roja dawî hem bû şahid û hem jî dengê berxwedana Kobanê. Cîhan Bîlgîn ji roja destpêkê heta roja dawî ya pêngava rizgarkirina Reqa ku veguherî navenda hovîtiya DAIŞ’ê, bû dengê jinên di bin esaretê de. Bi kamera û nîşeyên xwe, cîhê ku tarî lê hebû ji bo ronî bike li ber xwe da. Lê mixabin kesên bûn sedem DAÎŞ êrişî Kobanê bike, kesên ku baxçeyê paşiyê yê DAÎŞê bûn, dema DAÎŞ têk çû îro di bin navên cuda de dîsa amadekariyên êrişa li ser Kobanê dikin. Nazim û Cîhan ji ber ku ev rastî ji cîhanê re ragihandin bûn hedef.”

‘Nazim û Cîhan çima hatin qetilkirin?’

Selman Çîçek axaftina xwe wiha domand “Çend saet beriya were qetilkirin, Nazim Daştan li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal wiha nivîsîbû; ‘Tirkiye û çeteyên girêdayî wê, berevajî daxuyaniyên agirbestê, amadekariya êrîşeke mezin li ser #Rojava bi taybetî #Kobanê dikin.’ Li Sûriyeyê planên qirêj dixin meriyetê. Bi taybet Kobanê ya ku li cîhanê bûye sembola têkoşîna azadiyê tê xwestin bê tunekirin. Lê belê Tirkiye dibêje tu pirsgirêka wan bi Kurdan re nîne. Heger bi rastî tu pirsgirêk tune be, wê demê Nazim û Cîhan çima hatin qetilkirin? Yên ku tenê xema wan jiholêrakirina destkeftiyên Kurdan e, yên ku tenê kamerayên wan hene bi balafiran bombe dikin.
Ji aliyekî ve yên ku dibêjin demokrasî û aştî, li aliyê din jî ji bo gelê Kurd azad nejî, her cure êrîşan amade dikin. Yên ku weke şandeyên demokrasiyê tên hesibandin, dema ku mijar dibe Kurd xwe ji şerê herî qirêj dûr naxin. Dema ev rastî derdikevin holê rojnamegeran qetil dikin. Dema planên wan ên qirêj aşkere dibin, bi awayekî hovane êrîş dikin. Li şûna ku dev ji planên xwe yên qirêj berdin, sûc dixin stûyê rojnamegeran. Lê belê, berpirsiyariyên eas ên van planan çêdikêne.”

‘Derewên çapemeniya şerê taybet aşkere kirin’

Selman Çîçek axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Nazim û Cîhan xwestin bi xwe biçin qadên şer û rayagiştî ji rewşê agahdar bikin. Her du hevalên me ne tenê planên qirêj aşkere kirin, derewên çapemeniya şerê taybet jî eşkere kirin. Nazim dîsa di nivîseke xwe ya dawî de wiha dibêje: ‘Tirs, panîk û fikar amûrên ku medyaya şerê taybet herî zêde li ser wan xwe xwedî dike ye. Hewl didin atmosfereke dezenformasyon û manîpulasyonê çêbikin. Rojava jî li dijî van têdikoşe.’

Çapemeniya Azad dê ragihandina rastiyan bidomîne

Cîhan Bîlgîn geşedanên dawî yên Bendava Tişrînê ya ku bi rojan e di bin êrîşan de ye ji cîhanê re ragihand. Ji bo ku zîhniyeta medyaya alîgir a ku rastiyan vedişêre derxe holê û raya giştî ji nedîtî ve nehêle, tevî hemû talûkeyan xebatên xwe berdewam kir. Her tim bûne dengê heqîqetê. Heta kêliyên xwe yên dawî bûn dengê Rojava. Çi dibe bila bibe em ê qamera û pênûsên wan li erdê nehêlin. Em ê ti carî dev ji ragihandina rastiyê bernedin. Çapemeniya Azad dê ragihandina rastiyan bidomîne. Çapemeniya Azad heta ku bigihêje armancên xwe wê di vê rêyê de bimeşe.”

 

 

 

 

Etîket: Cîhan BîlginDFGêrişên dewleta tirkMKGNazim Daştanşermezar kirin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DFGê Nagihan Akarsel bi bîr anî

DFGê Nagihan Akarsel bi bîr anî

4 COTMEH 2026
DFG: Di meha Îlonê de 8 rojnameger hatin girtin

DFG: Di meha Îlonê de 8 rojnameger hatin girtin

3 COTMEH 2026
DFGê rojnameger Seyîd Evran bi bîr anî

DFGê rojnameger Seyîd Evran bi bîr anî

22 ÎLON 2026
MKG û DFG: Em ê bi feraseta rojnamegeriya aştiyê tev bigerin

MKG û DFG: Em ê bi feraseta rojnamegeriya aştiyê tev bigerin

6 ÎLON 2026
MKGê rapora binpêkirina mafan ên jinên rojnameger eşkere kir

MKGê rapora binpêkirina mafan ên jinên rojnameger eşkere kir

4 ÎLON 2026
Sansûrên li ser JINNEWS û NûJINHAyê hatin şermezarkirin

Sansûrên li ser JINNEWS û NûJINHAyê hatin şermezarkirin

15 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne