• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Dewleta ku Kurd înkar dikir, niha li ser maseya muzakereyê ye’

Sêrt / AW

20 HEZÎRAN 2026 - 17:30
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku li Sêrtê û bajarokê Ziyaretê tev li civînên gel bû anî ziman ku dewlet li ser înkara Kurdan hatiye avakirin û îro jî li ser maseya muzakereyê. Her wiha kesên beşdarî civînan bûn diyar kirin ku pêvajo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û divê destê wî bê xurtkirin.

​Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dirûşmeya “Em gotina aştiyê bi gel re ava aikin” li nava hala Sêrtê û li bajarokê Ziyaretê Sêrtê  civînên gel pêk anîn. Di civînên gel de Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û gelek welatî tev li civînê bûn.

‘Em ê vê pêvajoyê bi hev re bi ser bixin’

Sabahat Erdogan Saritaş pêşî axivî û got: “Zêdetirî salekê ye ku di ser pêvajoyê re derbas bûye. Ji dema ku ev pêvajo dest pê kiriye, heta niha em di nav gel de ne. Dema em aştiyê ava dikin, em hemû pirsgirêkên civakê digirin dest û ji bo derketina hişê hevpar ê çareseriyê têkoşînê dimeşînin. Xweza, çand, ziman, huner û nasname, ev hemû di rojeva civakê de ne. Hebûna we ya li vir ji bo me pir hêja ye. Rexne yan jî pêşniyarên we dê tevkariyeke mezin bide me. Birêz Ocalan ji bo avakirina civakea demokratîk û azad, di 27ê Sibatê de daxuyaniyek da. Dîroka gelê Kurd, dîroka berxwedanê ye. Ji bo ziman, çand û nasnameya xwe her dem di nav berxwedanê de bûye. Di encama têkoşîna 50 salî de li ser maseya muzakereyê hat rûniştin. Li Meclisê komisyonek hat avakirin. Komisyonê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  re hevdîtin kir. Îro jî pêşniyarên xwe pêşkêşî meclisê kir. Ev girîng e. Tevgera Azadiya Kurd ji bo avakirina aştiyê çi dikeve ser milê wê hemû bi cih tîne. Niha dor a dewletê ye ku gavan bavêje. Divê gavên destûrî di demek nêz de bên avêtin. Qanûneke çarçoveyê ya ku ji 7 xalan pêk tê wê bê meclisê. Dema dewlet vê tîne, divê feraseta înkar û îmhayê ya sed salî bide aliyekî û di mijara pêvajoyê de samîmî be. Pêvajo wê bi ser bikeve. Em ê vê pêvajoyê bi hev re bi ser bixin.”

‘Werin em li ser vê biaxivin û têkoşîna wê bimeşînin’

​Piştre Hevseroka giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî û anî ziman ku rastiyeke dewletê ya ku ji înkara Kurdan hatiye ser maseya muzakereyê heye û got: “Dema em tiştekî nû ava dikin, divê li aliyekî yê înkar dike û li aliyê din jî yê ku ji bo avakirinê têkoşînê dide bibînin. Divê nebaweriya bi dewletê nebe hinceta nemeşandina pêvajoyê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di şert û mercên tecrîdê de ji bo avakirina aştiyê têkoşînê dide. Em li ser dewletê bisekinin û em gavê pê bidin avêtin. Muhatab dewlet e. Dewleta ku Kurd înkar dikir, niha li ser maseya muzakereyê ye. Em avakerên vî welatî ne. Di bingeha vî welatî de gelê Kurd heye. Devlet Bahçelî çima hat ser maseyên DEM Partiyê? Dema pêvajo dest pê dikir. Ji ber ku dizanibû rewşa şer a li Rojhilata Navîn wê bê Tirkiyeyê, ji ber wê hat. Destê xwe dirêj kir. Daxuyaniya mafê hêviyê da. Em ji Sûriyeyeke ku nasname nedidan Kurdan, hatin Sûriyeyeke ku li ser maseya muzakereyê rûdinin û mafên xwe digirin. Destê aştiyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hemû gelan pir girîng e. Werin em li ser vê biaxivin û têkoşîna wê bimeşînin.”

‘Vê pêvajoyê nekin qurbana kursî û berîkan’

Çîgdem Kiliçgun Ûçar di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna hevpar a avakirina aştiyê û wiha got: “Gelê me di bin bandora argûmanên şerê taybet de dimîne ku bi rêya medyaya dijîtal têne xebitandin. Meseleya Demîrtaş jî yek ji van e. Çawa dikarin bifikirin ku em ê çavên xwe li girtina tu hevalên xwe yên di girtîgehê de bigirin? Em ê destûrê nedin ku yek hevalê me jî di girtîgehê de bimîne. Komisyona ku li meclisê hatiye avakirin, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatin cem hev. Dibe ku rapora komisyonê ji sedî sed daxwazên me bi cih neynê, lê em ê li ser vê yekê israr bikin. Vê pêvajoyê nekin qurbana kursî û berîkan. Divê li vî welatî ne tundî, jiyana demokratîk hebe.”

‘Divê em destê birêz Ocalan xurt bikin’

​Piştî axaftinan, beşdaran nêrînên xwe wiha parvekirin: “Zêdetirî salekê ye pêvajo berdewam dike, lê dewletê hê jî tu gavekê neavêtiye. Di serî de girtiyên nexweş, di gelek mijaran de gav nehatine avêtin. Çima? Ji sala 2014an vir ve gelê me li hemberî partiyên me yên siyasî sar bûne. Di mijara eleqedariya bi pirsgirêkên gel re kêmasî hene. Divê ev yek ji holê rabe. Hevşaredar û parlamenter divê di nav gel de roleke aktîf bilîzin. Divê hem di mijara pêvajoyê de hem jî di mijara avakirinê de aktîf bin. Hevşaredar divê di asteke wisa de bin ku di nava gel de pirsgirêkan çareser bikin. Dema şaredarî naxebite, dê gel sar bibe û bi yekê re çavên gel li ser şaredariyê ye. Şaredarî jî parçeyek ê têkoşînê ye. Ji bo fuhûş, hişbir, maddeya kîmyewî, qirkirina xwezayê, ziman, çand, nasname û êrişên li ser jinan, divê têkoşîneke hevpar bê meşandin. Ev partî partiya me ye. Rexne û pêşniyarên me ji bo pêşveçûna partiya me hene. Divê daxwaza xizmetê ya gel bê dabînkirin. Bi xebateke xurt em girseya xwe mezin bikin. Divê têkoşîna jinê bibe pêşengiya pêvajoyê. Heke em wek gel xwe tev li bikin, em ê destê birêz Ocalan xurtir bikin. Vî gelî ji bo aştiyê bedêlên mezin dane. Divê em bi vê hişmendiyê tevbigerin.”

Civîna gel dê saet di 20:00an de jî berdewam bike.

Etîket: civîngelHevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçarsêrt
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Azadiya Welat bi manşeta ‘MGK li benda çiye? Hêvî gel bi xwe ye’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘MGK li benda çiye? Hêvî gel bi xwe ye’ derket

5 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana bîranîna Dilşad Herekol hate kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Dilşad Herekol hate kirin

28 TEBAX 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi awayekî awarte dicive

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

27 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Şeybanî re civiyan

Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Şeybanî re civiyan

24 TEBAX 2026
Desteya Şopandin û Tespîtê civîna yekem li dar xist

Desteya Şopandin û Tespîtê civîna yekem li dar xist

24 TEBAX 2026
Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

19 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne