• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Denîz Poyraz li ser gora xwe hat bibîranîn

Îzmîr / AW

6 ADAR 2026 - 17:08
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
Denîz Poyraz a ku di 17ê Hezîrana 2021an de li Îzmîrê hatibû kuştin, li ser gora xwe hat bibîranî. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Îzmîrê Turkan Aslan Agaç li ber gora Denîz Poyraz axivî û got: “Dê nikaribin bi gule, nefret û bi êrîşan rê li ber tevgeran jinan bigirin.”

Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îzmîrê, bi minasebeta 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Denîz Poyraz a ku di sala 2021an li avahiya partiyê ji aliyê kujer Onur Gencer ve hatibû kuştin, li ser gora wê bi bîr anî. Di serdanê de malbata Denîz Poyraz, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatî amade bûn. Di bîranînê de bênavber dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.

‘Em bi têkoşîna wan serbilind in’

Dayika Denîz Poyraz, Fehime Poyraz di destpêka axaftina xwe de 8ê Adarê li keça xwe û hemû dayikan pîroz kir û got: “Bila dayik êşên xwe bînin ziman; îro gelek ciwanên me di bin axê de ne. Em bi têkoşîna wan pir serbilind in. Hêviya min ew e ku ji niha û pê ve jiyan xweşiktir û baştir bibe. Ez Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinan pîroz dikim.”

Piştre Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Îzmîrê Turkan Aslan Agaç axivî û diyar kir ku ew ji bo bîranîna Deniz Poyraz û hemû jinên ku di oxira azadiyê de jiyana xwe ji dest dane li vir in û destnîşan kir ku zihniyeta kujer îradeya jinan dike hedef û got: “Jiyana Denîz Poyraz nîşanî me da ku têkoşîna azadiya jinan di heman demê de têkoşîna demokrasî, aştî û azadiyê ye. Heya jin azad nebe, civak azad nabe. Bila her kes zanibe; ev têkoşîn ne bi guleyan, ne bi nefretê û ne jî bi êrîşan têk diçe. Em ê li ser şopa Denîz û hemû hevalên xwe yên şehîd bin. Têkoşîna wan rêya me ronî dike û em soz didin ku em ê ala azadiyê li her derê bilind bikin.”

Etîket: BîranînDEM PartîDenîz PoyrazİzmirJin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026
Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

19 TEBAX 2026
Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

Li Wêranşarê meşa jinan: Em ê mafê jiyanê û azadiyê biparêzin

17 TEBAX 2026
Otomatik taslak

Berîvan Meryem Uzkaş bi girseyî hat bîranîn

16 TEBAX 2026
Cangoriyên gundê Koço hatin bibiranîn

Cangoriyên gundê Koço hatin bibiranîn

15 TEBAX 2026
Otomatik taslak

Tuncer Bakirhan: Ocalan teahhud kiribe şer û pevçûn dernakeve

15 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne