• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Nêrînên rasterast ên birêz Ocalan bandorê li pêvajoyê dike’

Nedîm Orûç / AW

24 COTMEH 2025 - 09:25
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Mêrdîn – Hevşaredara Mêrdînê Devrîm Demîr a derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de axivî, destnîşan kir ku ji bo Abdullah Ocalan bi awayekî bi bandor bikaribe rola xwe bilîze, divê azad bibe û got: “Dema hemû derdor bikaribin rast e rast nêrînên Ocalan guhdar bikin ê bandoreke gelekî zêde li ser pêvajoyê bike.”

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27ê Sibatê dest pê kir her didome. Tevî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û partiya wî PKKê gav avêtin jî hêj dewleta Tirk tu gavên şênber neavêtine. Ji ber vê yekê her ku diçe fikar û gumanên gel zêde dibin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ku qeyim tayînî şûna wê hatibû kirin derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku aliyek gavên şênber diavêje û pêkanînên ji aliyê desthilatê ve guman û bêbaweriya li hember dewletê zêdetir dike.

Devrîm Demîr anî ziman ku xwedîderketina gel a pêvajoyê bi baweriya bi Ocalan ve girêdayî ye û wiha axivî: “Vaye sed salan polîtîkayeke înkarkirinê heye û êdî desthilat hatiye asta xetimandinê û êdî mecbûr maye ku vê pirsgirêkê çareser bike. Bi banga Rêzdar Abdullah Ocalan em ketin pêvajoyeke nû, helbet vê bangê kelecaneke mezin xiste nava hemû beşên civakê. Herî zêde jî gelê Kurd bi kelecan bû. Ji ber ku ev sed sal in bi tunehesibandin, pişaftin û îşkenceyan re rû bi rû maye. Îhtîmala çareseriyê kelecanek xiste nava gel. Bi bangê re xwedîderketina pêvajoyê ji her alî ve derket holê. Li gel hemû gumanên li hember dewletî jî baweriyeke gel bi Rêber û rêxistina xwe heye û xwedîderketina pêvajoyê bi vê ve girêdayî ye.”

‘Guman û bertekên gel ên li hemberî pêvajoyê zêde dibin’

Devrîm Demîr da zanîn ku aliyê Tevgera Azadiyê heya niha gavên şênber avêtine lê li hember vê aliyê desthilatê tiştek berbiçav nekiriye û axaftina xwe wiha domand: “Di serî de gumana gel hebû û gel digot baweriya me bi vê pergalê tune ye. Civak bi zelalî dibêje baweriya me bi dewletê nayê lê em bi rêxistina xwe re ne. Di saleke dawîn a pêvajoyê de êdî gumanên gel cihê xwe ji nîşandana bertekan re hiştiye. Ji ber ku aliyê Tevgera Azadiyê gelek gavên şênber avêtine lê aliyê din ji bilî avakirina komîsyonekê tişteke din nekiriye û komîsyonê jî heya niha tenê gundarkirin pêk aniye. Bêguman ev bi qîmet e lê heya niha gavek berbiçav nehatiye avêtin. Ji bo ku gel îqna bibe ku pêvajo ber bi aliyekî baş ve diçe divê hin gavên şênber werin avêtin.”

‘Bi hin gavên şênber dê niyeta dewletê zelal bibe’

Devrîm Demîr bi lêv kir ku ji bo bawerî çêbibe divê dewlet hin gavan biavêje û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pêdiviya gel bi gavên şênber heye. Mijarek herî girîng girtiyên nexweş in û bi avêtina gavekê baweriya gel wê çêbibe ku pêvajo bi awayek erênî berdewam dike. Her wiha mijara qeyiman jî ji bo gel muhim e. Ger di van her du mijaran de gav werin avêtin baweriyeke gel ê çêbibe. Helbet çareseriya pirsgirêka sed salan ne ev mijar in lê di van her du mijaran de gav were avêtin baweriya gel wê xurt bibe ku pêvajo di rêyek rast de dimeşe. Di van mijaran de gav avêtin ê niyeta desthilatê nîşan bide û pêkanîna van mijaran gelekî hêsan e.”

‘Desthilatdar îro jî xebatên bişaftinê didomîne’

Devrîm Demîr pêkanînên dewletê yên bişaftinê yên li gel pêvajoya heyî nirxandin û ev tişt gotin: “Di sed salên dawî de ji aliyekî ve polîtîkayên qirkirina fizîkî hat meşandin ji aliyê din ve polîtîkayên qirkirina çandî û pişaftinê hatin meşandin. Niha polîtîkayên qirkirina çandî û bişaftinê bi awayekî şênber berdewam dikin. Di her alî de qedexe li ser gelê Kurd dihatin pêkanîn. Ev hemû bingeha xwe ji polîtikaya bişaftinê digire. Ji aliyekî ve çareserkirina pirsgirêkan tê axaftin lê ji aliyê din ve polîtîkayên bişaftinê berdewam dikin. Divê qanûnên bingehîn werin guhertin û dewlet êdî dev ji van polîtîkayên xwe berde. Ev yek bêsamîmiyeta desthilatê nîşan dide.”

‘Divê şert û mercên rêzdar Ocalan ên ku bi hemû aliyên civakê re hevdîtinê bike bên sazkirin’

Devrîm Demîr derbarê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî got ku ji bo bandorek zêde li ser pêvajoyê çêbibe divê azadiya Abdullah Ocalan a fizîkî pêk were û wiha pê de çû: “Bêguman hemû derdor û civak tekane mûxatabê pêvajoyê rêzdar Abdûllah Ocalan dibînin. Ji ber wê jî azadiyê wî ya fizîkî ji aliyê her derdorê ve tê daxwazkirin. Ji bo ku Ocalan bi awayekî bi bandor bikaribe bilîze, divê rêzdar Ocalan bigihe azadiya xwe ya fîzîkî. Divê şert û mercên ku bikaribe bi hemû aliyan re hevdîtinê pêk bîne werin sazkirin. Ji ber ku hewcehiya civakê bi nêrînên Ocalan ên rast e rast re heye. Dema hemû derdor bikaribin rast e rast nêrînên Ocalan guhdar bikin ê bandoreke gelekî zêde li ser pêvajoyê bike. Her kes pêdivî pê dibîne ku Rêzdar Ocalan bibêje rol û misyona vê beşê, vê qadê ev e.”

Qeyim polîtîkayên talanê berdewam dike

Devrîm Demîr herî dawî li ser polîtîkayên qeyim yên Mêrdînê jî got ku qeyim berojavî rihê pêvajoyê tevdigere û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li gel ku pêvajoyek heye jî qeyim polîtîkayên xwe yên talankirinê berdewam dikin. Qeyimê Mêrdînê di demên dawî de gelek parselên erd ên şaredariyê derxistine ber firotinê. Herî dawî 2 meh berê jî 22 parsel erd derxistiye ber firotinê. Her wiha qeyûm ji bo şaredariyên navçeyên ên di destê AKPê de ne pere dişîne lê ji bo şaredariyên di destê partiya me de ne tiştekê nake. Her wiha karê xwe yê li gundên navçeyan jî nake. Dema gel daxwaza xizmetê dike jî qeyim dibêje we deng dabe kê bila ew ji were xizmetê bikin.”

 

Etîket: Hevşaredar Devrîm DemîrMerdinPêvajoya Aştî û Civaka DemokratîkRêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

5 COTMEH 2026
Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

4 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
‘Têkoşîna zimanî divê rojeva her rojê be’

‘Têkoşîna zimanî divê rojeva her rojê be’

17 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026
Erdal Engîzek: Pêvajoya nû destpêka siyaset û rêxistinbûna komînal e

Erdal Engîzek: Pêvajoya nû destpêka siyaset û rêxistinbûna komînal e

15 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne