• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DEM Partiya Şemzînanê: Divê YSK îtîrazên hilbijartinê ji nû ve binirxîne

Colemêrg / AW

5 GULAN 2026 - 17:23
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevserokê DEM Partiyê yê Şemzînanê Agît Tekîn bal kişand ser angaştên hilbijartinê û gendeliya di ÎŞKURê de ku di civîneke AKPê ya Şemzînanê de hatiye ziman û diyar kir ku divê YSK hemû îtirazên ku berê hatine kirin, di ronahiya van îtiraf û daxuyaniyên nû de ji nû ve binirxîne.

Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê, derbarê angaştên di civîneke AKPê ya Şemzînanê de ku ji gendeliya di ÎŞKURê de heta hilbijartinan gelek mijaran di xwe de dihewîne, daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber avahiya DEM Partiyê ya Şemzînanê hat dayîn û tevî siyasetmedaran gelek welatî jî tev li bûn. Hevserokê DEM Partiyê yê Şemzînanê Agît Tekîn ku di daxuyaniyê de axivî, bal kişand ser hêrsa di civakê de avabû û got ku divê derbarê hemû angaştan de lêpirsîneke serbixwe were kirin.

‘Xelatkirina Partîzanî’

Agît Tekîn anî ziman ku hin axaftinên di civîneke AKPê de ku di raya giştî de deng veda û gotinên ku piştî wê di medyaya civakî de hatin parvekirin, ji aliyê prensîbên dewleta hiqûqê ve gumanên cidî çêkirine. Agît Tekîn diyar kir ku nîqaşên li ser girtina karkerên ÎŞKURê, di raya giştî de nerehetiyeke cidî û hêrseke civakî afirandiye û got: “Mekanîzmayên îstihdamê yên ku di çarçoveya polîtîkayên civakî de ji bo welatiyên herî hewcedar hatine avakirin, li gorî avahiyên siyasî an jî têkiliyên di nava partiyê de wekî amûreke ‘xelatkirina partîzanî’ têne bikaranîn. Ev yek tasfiyekirina prensîbên wekhevî û liyakatê ye. Ev rewş, tabloyeke hovane derdixe holê ku baweriya bi bêalîbûna saziyên giştî ji kokê ve dihejîne û nîşan dide ku çavkaniyên giştî ji bo siberoja komekê têne bikaranîn.”

‘Nîşaneya rizîbûneke pergalî ye’

Agît Tekîn destnîşan kir ku ji bo gelê Şemzînanê xala herî girîng ev e ku ev nîqaş bi şefafî werin ronîkirin û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Divê raya giştî bi zelalî bizanibe ku di girtina karkerên ÎŞKUR û saziyên din de kîjan krîter hatine girtin, kîjan rêbaz hatine bikaranîn û gelo mudaxileyên siyasî yên wekî tê angaştkirin hene an na. Di encamê de, angaştên hatine ziman; ji aliyê têgihiştina rêveberiyê, bikaranîna çavkaniyên giştî û pergala liyakatê ve nîşaneya rizîbûneke pergalî ye. Di dîmena behsaxeber de, divê pirsa gelo nakokiyên di navbera rêxistinên navçe û bajar ên AKPê û rexneyên li ser Qaymeqam, ji ber bi cih neanîna daxwazên kesane ne, yan jî ji ber sepandina qanûnan e, bi aşkereyî were bersivandin.”

Bêhiqûqiya di hilbijartinan de anî ziman

Di berdewamiyê de Agît Tekîn gotina “We şaredarî bi dengên leşker û polîsên ku ji derve hatinbûn girt” ku di dîmen de jî bi eşkere tê gotin, bi bîr xist û wiha pê de çû: “Ev gotin, nîqaşên li ser pêvajoyên hilbijartinê kûrtir kiriye û nîqaşeke ‘desteserkirina vînê’ bi xwe re aniye. Ev angaşt, ji aliyê rewatiya hilbijartinan, parastina vîna dengdêran û xebata tendurist a pêvajoyên demokratîk ve pirsên jiyanî dihewîne. Ev zincîra ku li vîna gel hatiye xistin, êrîşek e li ser bingehên nîzama demokratîk e.”

Bang li YSKê kir ku angaştan lêkolîn bike

Agît Tekîn bang li Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “YSK divê hemû îtirazên ku berê hatine kirin, di ronahiya van îtiraf û daxuyaniyên nû de ji nû ve binirxîne. Ewlehiya hilbijartinê û parastina vîna gel, mijareke demokrasiyê ye ku di ser her cure berjewendiyên siyasî re ye. Her wiha di çarçoveya van hemû angaştan ku di raya giştî de cih girtine, destpêkirina lêpirsîna serbixwe ji aliyê dozgeriyên komarê ve, pêdiviyeke jêneveger a dewleta hiqûqê ye. Hiqûq nikare li hemberî van gumanên giran û îdiayên berbiçav bêdeng bimîne; hiqûq ne mecbûr e ku daxwazên kesên xwedî hêz, lê mecbûr e ku daxwazên gel û edaletê bi cih bîne. Têkoşîna me ya ji bo vîna gel û serweriya hiqûqê dê berdewam bike.”

Etîket: DEM PartîhilbijartinîtîrazŞemzînanYSK
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

Bi çanda sewalkariyê li dijî krîza aborî li ber xwe didin: Em gundên xwe neterikînin

6 COTMEH 2026
Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Hilbijartinên Rûsyayê: Partiya Putîn 349 kursî bidest xist

Hilbijartinên Rûsyayê: Partiya Putîn 349 kursî bidest xist

25 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne