• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DEM Partî li meclise bang kir: Pêşî li êrişan bigirin

8 ÇILE 2026 - 14:46
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Enqere – Koma Meclîse ya DEM Partiyê tekildarî êrişên Hikumeta Demkî ya Şamê li dijî taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyê li meclise bang li saziyên navneteweyî û hezên koalîsyonê kirin ku ji bo komkujiyên mezin pêk neyên bi berpirsyariya xwe rabin û pêşî li êrişan bigirin.

 

Koma Meclise ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi Serokwekîlên DEM Partiyê re tekildarî êrişên Hikumeta Demkî ya Şamê yên li dijî taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyê pêk tîne li ber deriyê meclise daxuyanî dan. Parlamenterên tevlî daxuyaniyê bûn dovîzên li ser, “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Ji komkujiya Helebê re na” û “Çareserî ne di êrişan de ye, di muzakereyê de ye” dinivisî hilgirtin. Di daxuyaniyê de Sezaî Temelî axivî û bi lêv kir ku ew li dijî êrişan bi hersin û wiha got: “Gelên Rojhilata Navîn careke din ji komkujiyê re rû bi rû ne. Heta niha di êrişên taxên Helebê de 10 welatiyan jiyana xwe ji dest da.”

‘Bêdengî kuştinan zêde dike’

Di berdewama axaftina xwe de Sezaî Temellî bal kişand ser bêdengiya qada navneteweyî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hûn li benda çi ne? Li dijî welatiyan sivîl komkujiyek pek te. Ew êriş ber bi qirkirinê ve diçe. Li dijî vî sûcî mirovan divê hemû kes bi berpirsyarî rabe û dengê xwe bilind bike. Gelên Rojhilata Navîn di bin xetereya hişmendiya DAIŞê de ne. Di dimenên dûh de jî xuya kir ku DAIŞ careke din li qadan e. Li dijî vê yekê di serî de Tirkiye û em bang li hemû dewletan dikin ku berpirsyarî bigirin û van êrişan rawestînin. Hezên koalîsyonê divê berpirsyariya xwe bi cih bînin. Heke ew bêdengî berdewam bike, kuştina welatiyan dê berdewam bike. Ew berpiryariya mirovî ye.”

‘Divê Tirkiye roleke erênî rabe’

Sezaî Temellî destnîşan kir ku bi rêya medyayê komkujî tên reva kirin û ev tişt gotin: “Dibêjin li wir HSDê heye û li dijî vê yekê êriş dibin. Dibêjin li wir dewletek heye û divê hemû tişt di bin banê wê dewletê de be. Ew hişmendiya yekperest bi destê DAIŞê careke din rû dide. Li Halebê HSDê tune ye. Li gor hevpeymanê tenê hezên ewlehiyê hene. Hezên ewlehiyê li dijî van êrişên hovanê gel diparêzin. Lê tevî hikumeta Şamê li gor peymanê tevnagerê jî, Wezîrê Karên Dervê û Wezîrê Parastinê yên Tirkiyeyê li dijî HSDê gefan dixwin. Ew yek nayê qebûl kirin û divê dawî li vê yekê bînin. Divê Tirkiye rolekî erênî bilîze û siyaseta ku mafên gelên Sûriyê biparêze pêş bixînê. Politikaya dervê ya Tirkiye têk çûye. Lê tevî vê jî israr dike. Şûna ku dev jî van polîtikayan berdin bi daxuyaniyan piştgiriya wan çeteyan dikin. Ev nayê qebûl kirin. Em vê hişmendiyê şermezar dikin. Em bang li hemû partiyên siyasî dikin ku berpirsyariyê bigirin. Her wiha raya giştî, baro, sazî û sendîkayan jî dikin ku li dijî vî sûcê li dij mirovî bêdeng neminin.”

‘Gelê Kurd bi komkujiyeke mezin re rû bi rû ye’

Piştrê Gulîstan Kiliç Koçyigit axivî û destnîşan kir ku ew bi komkujiyeke mezin re rû bi rû ne û wiha axivî: “Êrişên li dijî welatiyên sivîl şermezar dikin. Ew êriş, jin, zarok û kal û pîran hedef digirin. Ew çete ji bo êrişên xwe reva bikin jî dibêjin HSDê li wir e. Lê derew e. Hemû kes dizane ku HSDê ne li wirê. Ya ku hevpeymanê binpêdike û dîaloge red dike hikumeta Şamê ye. Bi derewan dibêjin Kurdan bi Îsraîlê re li hev kiriyê. Lê ya ku bi Îsraîlê re hevpeymanan çêdike û xaka Sûriyê pêşkeşî Îsraîlê dike hikumeta Şamê ye. Lê bi zanebûn derewan dikin. Armanc ew ê ku qirkirina Kurdan reva bikin û mafên Kurdan tunebisebînin. Ya ku gelên Sûriyê qir dike û destdirêjayiyê dike kî ne. Yên hesabên van komkujiyan nakin niha li dijî Kurdan êriş danê destpêkirin. Em jî li vir dibêjin; Ne Kurd bi tenê ne û ne jî gelên li wir rastî komkujiyê tên bi tenê ne. Li dijî van derewan em ê piştgiriya têkoşîna gelên Suriye bikin.”

‘Bêdeng neminin sibê dê dereng be’

Gulîstan Kiliç Koçyigit hevkariya Tirkiye û komên çekdar ên êrişî taxan dikin jî rexne kir û wiha pê dê çû: “Ya ku dikeve li ser milê Tirkiye ne ew ê ku piştgiriya van çeteyan bike. Ya ku dikevê li ser milê Tirkiyeyê ew ê ku bibînê ha li wir êrişî Kurdan hatiyê kirin ha li vir êrişî welatiyan hatiyê kirin. Her guleyên li Şexmeqsûd û Eşrefiyê gel dixin di heman demê de me jî dixin. Heke Tirkiye dixwazê li Sûriyê tiştek erênî bike di serî de divê rê li ber van êrişan bigirê. Heke ew êriş belavî tevahî Sûriyê bibin dê xetereyên mezin vebikin. Ji bo wê jî divê pêşî be girtin. Weke DEM Partî bendewariya me li Tirkiyeyê ew e. Em li vir bang li saziyên navneteweyî û demokratan dikin ku bêdeng neminin. Guleya li Kurdan tê barandin di heman demê de ji aştiyê tê barandin. Werin em bi hev re bikevin pêşya van guleyan. Em bi hev re aştiya Sûriyê pêk bînin. Divê tu kes li dijî van êrişan bêdeng neminin. Em bang li hemû kesan dikin. Ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nebe Xezaya Sûriyê divê hemû kes niha dengê xwe derxîne. Sibe dê dereng bibe. Ew deynê mirovahiyê ye. Dîrok bêdengiyê ji bîr nake. Gelê me jî ji bîr nake.”

 

Etîket: DEM PartîEşrefiyeGulistan Kiliç KoçyigîtHSDŞêxmeqsûdSezaî Temellî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Tuncer Bakirhan: Ocalan teahhud kiribe şer û pevçûn dernakeve

15 TEBAX 2026
Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

DEM Partî: Di kongreya 6ê Îlonê de dê starta ji nû ve avakirinê bê dayîn

13 TEBAX 2026
Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

13 TEBAX 2026
Tîryakî: Divê birêz Ocalan di ‘Desteya 3yemîn’ de cih bigire

Tîryakî: Divê birêz Ocalan di ‘Desteya 3yemîn’ de cih bigire

13 TEBAX 2026
MYKa DEM Partiyê piştî qanûna çarçoveyî civiya

MYKa DEM Partiyê piştî qanûna çarçoveyî civiya

12 TEBAX 2026
Li Amedê kampanyaya ‘Bi keda kolektîf bajarên paqij’ hate destpêkirin

Li Amedê kampanyaya ‘Bi keda kolektîf bajarên paqij’ hate destpêkirin

11 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne