• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DEM Partî: Di kongreya 6ê Îlonê de dê starta ji nû ve avakirinê bê dayîn

Enqere / AW

13 TEBAX 2026 - 14:03
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan da zanîn ku wan dîroka 20ê Îlonê ya kongreya xwe guherandiye, ew ê di 6ê Îlonê de kongreya xwe bikin û got: “Em ê bi kongreyê re starta ji nû ve avakirinê bidin.”

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan tekildarî geşedanên rojevê li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da. Ayşegul Dogan bi lêv kir ku wan qanûna çarçoveyî di civîna Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) de jî nirxandiye û wiha got: “Di dîroka Tirkiyeyê de cara yekem qanûnekî bi vî rengî amade bû. Piştî muzakere û nirxandinên bi rojan, qanûn hat amadekirin. Di encama dengdayîneke mezin bi 467 dengan ew qanûn di Desteya Giştî ya Meclise de hat erêkirin û bû qanûn. Ji bo me qanûneke girîng bû. Cara yekêm em jî qanûnekî îmza dikin.”

Ayşegul Dogan destnîşan kir ku ew qanûn ji bo çareseriyê derfetên hiqûqî derdixin û wiha got: “Helbet ev qanûn ji hemû pirsgirêkan re çareseriyê nayne. Em kêmasiyên wê rexne dikin lê girîngiya wê jî tînin ziman. Cara yekêm bi awayekî şênber em derbasî merhaleyeke qanûnî bûn. Di pirsgirêka sed salan de cara yekem gaveke qanûnî heye. Yên li dijî pêvajoyeyê jî hene. Helbet rexne û pêşniyar, pêvajoyê xurt dike. Hinek dibêjin ew pêvajo dewletê lewaz dike. Ew ne pêvajoyeke dan û standinê ye. Bi vê pêvajoyê 86 milyon welatî sûd digirin. Şer û pêvçûnan ji bilî qirîza aborî û demokrasiyê, tiştek bi xwe re neanî. Ji bo wê jî hemû gavên şer bi dawî bike tevî kêmasiyan jî ji bo me girîng e. Ji bo tu dayik negirîn divê em hemû berpirsyariyê bigirin. Hinek jî dibêjin ew dayîna tavizan e. Niha rêxistinê xwe fesîh kiriye û ji bo fesîxkirina rêxistinê hiqûqî bibe qanûnek hatiye amadekirin. Di vir de çi tavîz heye. Hinek jî weke ku welat dê parçe bibe propagandayê dikin. Lê berovajî vê propagandayê em qala hevgirtinê dikin. Ew gav ji bo xurtkirina pêşeroja me ye. Hinek jî weke ku pirsgirêk bi polîtikayên ewlehiyê tên çareserkirin propagandayê dikin. Hinek jî dibêjin, ‘berê jî pêvajo destpêkirin lê têk çûn û hûn çawa baweriyê tînin.’ Em jî dibêjin ‘divê hemû alî ji pêvajoyên têkçûne dersan bigirin. Dersgirtin jî bi qanûnê pêkan e. Niha ew yek jî tevî hêdî tê meşandin, lê ji bo pirsgirêk werin çareserkirin gav tên avetin û hewldanek heye.”

‘Ew qanûn ji bo çareseriyê zemîna hiqûqê ava dike’

Di berdewama axaftina xwe de Ayşegul Dogan anî ziman ku divê ji bo daxwazên wan bi cih werin têkoşîna hevpar bê xurtkirin û wiha got: “Ew qanûn helbet hemû bendewariyên me dabîn nake. Lê bi hezaran kes dê di girtîgehan derbikevin. Bi hezaran kes dê bikarin vegerin. Ew qanûn xwedî wê potansiyeleyê ku zemîneke hiqûqî ji bo çareseriyê ava bike. Rêya me hertim aştî û demokrasiyê ye. Heta niha qada siyaseta demokratîk her tim ji ber van hincetan dihat krîmînalîzekirin. Lê niha serdemekê nû destpê dike. Ew qanûn ji bo merhaleyeke nû derî vedike. Pêkanîna qanûn jî tê meraqkirin. Xebatên me jî didomin. Hin destê werin amadekirin lê xebatên wê di rojên pêş de dê diyar bibe.”

DEM Partî dê di 6ê Îlonê de kongreyê li darbixÎnin

Ayşegul Dogan da zanîn ku ew dê kongreyê xwe di 6ê Îlonê de li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Enqereyê bê lidarxisitn û wiha got: “Ew kongre dê bibe kongreyeke amadekirinê ya ji nû ve avakirinê. Amedekariyên me yên kongreyê jî didomin. Bi kongeya 6ê Îlonê em starta ji nû ve ava kirinê bidin. Ji aliyê din vê jî em amadekariya civînên gel dikin. Em tevlîbûna jin û ciwanan pir girîng dibinin. ji bo ew pêvajo bi awayekî serkeftî encam bibe em ê beşên cuda yên civakê re jî civînan li darbixin.”

Ayşegul Dogan tekildarî hevdîtina heyeta DEM Partiyê bi Serokkomar Erdogan re jî diyar kir ku ji bo sepandina qanûn hê demeke diyarkirî nîn e û got ku ji bo qanûn were sepandin divê hin gav werin avêtin.

Ayşegul Dogan tekildarî pirsa rojnamegeran diyar kir ku li gor biryarên Dadgeha Mafê Mirovan divê zû de Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag bihata berdan.

Di dawiya axaftina xwe de Ayşegul Dogan li ser pirsa rojnamegeran a banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî da zanîn ku ew nizanin dê bang kengî û çawa çêbibe û got: “Lê divê di koordînasyonan de birêz Ocalan jî cih bigire.”

Etîket: 6ê ÎlonêAyşegul DoganDEM PartîKongreya Giştî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dogan: Divê Desteya Aştî û Siyasîbûnê tavilê dest bi kar bike

Dogan: Divê Desteya Aştî û Siyasîbûnê tavilê dest bi kar bike

19 MIJDAR 2026
Serhat Eren: Ji bo me ezmûna ji dilbûnê girtîgeh û girtiyên nexweş in

Serhat Eren: Ji bo me ezmûna ji dilbûnê girtîgeh û girtiyên nexweş in

19 MIJDAR 2026
DEM Partî: Em binçavkirina siyasetmedaran, parêzeran û tayinkirina qeyim red dikin

DEM Partî: Em binçavkirina siyasetmedaran, parêzeran û tayinkirina qeyim red dikin

17 MIJDAR 2026
Li ber wezaretê bang kirin: Mafê zimanê dayikê bingeha aştiyê ye

Li ber wezaretê bang kirin: Mafê zimanê dayikê bingeha aştiyê ye

12 MIJDAR 2026
Bakirhan bang li rayedarên Başûr kir: Kurd li benda çareserkirina pirsgirêkê ne

Rêveberiya Meclisa DEM Partiyê: Têkoşîna hevpar peywîra serdemê ye

12 MIJDAR 2026
Numan Kurtulmuş serdana DEM Partiyê kir

Numan Kurtulmuş serdana DEM Partiyê kir

11 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne