• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Dem dema azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e’

Êlih / AW

12 COTMEH 2025 - 14:54
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platforma Saziyên Demokratîk li Elihê mitînga “Aştî û Civaka Demokratik ” li dar xist. Di mitîngê de, Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kilicgûn Uçar xwest komîsyon here Îmraliyê û got: “Divê komîsyon wekî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wêrek tev bigere.”

Platforma Saziyên Demokratîk li qada Çariyanê ya Êlihê mitînga “Aştî û Civaka Demokratîk” li dar xist. Bi hezaran kes di saetên zû de bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” berz kirin û herikîn qadê. Ciwan pankarta “Ciwanên welatparêz ber bi rojê ve” vekirin û meşiyan. Jin jî bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî Azad Bike Rêbertî” berz kirin û pankarta “Bi Rêbertiya Azad Ber Bi Civaka Azad Ve” vekirin. Li ser dikê pankarta “Me hebûna xwe bidest xist em ê ji bo azadiyê têbikoşin” vekirin. Girseyê li qadê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekir. Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kilicgûn Uçar, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, parlamenterên DEM Partiyê û bi hezaran kes tev li mitîngê bûn.

‘Dem dema aştiyê, dem dema azadiya birêz Ocalan e’

Mitîng bi axaftina komîteya amadekar ve dest pê kir. Li ser navê komîteya amadekar Semra Guneş girse silav kir û got: “Dem dema aştiyê, dem dema azadiya birêz Ocalan e. Birêz Abdullah Ocalan azad nebê aştî pêk nayê.”
Girse piştî axaftinê dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.

‘Divê komîsyon biçe li Abdullah Ocalan guhdar bike’

Paşê berdevka HDKê Meral Danis Bestas diyar kir ku ew ê “Civaka Demokratîk” ava bikin û got: “Gelê Kurd her dem ji bo aştiyê li berxwe da. Birêz Ocalan ji salên 90î de heta îro sekna aştiyê nîşan dide. Komîsyon hat avakirin ev tiştekî cara yekemîn e. Divê komîsyon herê Îmraliyê birêz Abdullah Ocalan guhdar bike. Birêz Ocalan aktorê serêke ye. Divê bingeha pêvajoyê bê avakirin. Zagon nebe pêvajo baş nameşe. Divê deriyê Îmraliyê bê vekirin, daxwaza me ev e. Ev mitîng ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê. Çareserî di nava “Civaka Demokratîk” de ye.” Paşê Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kilicgûn Uçar derket li ser dikû û axivî.

‘Divê komîsyon wekî Rêberê Gelê Kurd wêrek be’

Çîgdem Kilicgûn Uçar jî destnîşan kir ku Êlih her dem ji bo tevahî neheqiyê berxwe da û wiha axivî: “Ev têkoşîn bi bîrê didome. Sekna li dijî felsefa “Jin Jiyan Azadî” her dem bi dijminantî pêk hat. Em li vir dibêjin di şexsê Rojîn Kabaîs de em soza tevahî jinan dikin. Wekî tê zanîn pêvajoyekî dest pê kiriye. Lê gelek dengên cûda tê hene. Hêj navê pêvajoyê nehatiye danîn. Aliya gelê Kurd her tiştî kir. Birêz Abdullah Ocalan bang kir PKKê xwe fesix kir, çêk şewitand. Lê aliyêdin em dineri tu tişt nehatiye kirin. komîsyon hat avakirin. Lê di nava komîsyonê de bawerî tune ye. Komîsyonê li her kesî guhdar kir. Lê tenê li birêz Abdullah Ocalan guhdar nekiriye. Divê komîsyon wekî Rêberê Gelê Kurd wêrek be.”

‘Xwestin Îmraliyê bikin girava şer lê li wir aştî derket’

Çîgdem Kilicgûn Ucar da zanîn kı pêvajo firsendekî dîrokî danî pêşiya her kesî û wiha pêde çû: “Ev ne cara yekemîn e ku pêvajo tê meşandin. Aliyê gelê Kurd dilrast e. Piştî xwefesixkirina PKKê divê zarokên kurd hatiban di nava gel de. Ji bo na wê divê “TMKê” bê rakirin. Gelên ku li Tirkiyê bi hev re dijîn ne dijminê hev in. Lê tê xwestin ku ev wisa bibê. Divê gelê me nekevê di nava şerên taybet de. Birêz Abdullah Ocalan sermuzekerevan ê pêvajoyê ye. Îro gelê Êlihê bi pradîgmaya Rêberê Gelê Kurd tê gel hev. Deriyê Îmraliyê neyê vekirin pêvajo naçê dawiyê. Tê xwestin girava Îmraliyê bibe girava şer. Lê li wir şer derneket, aştî derket. Gelê Kurd jin, zarok û mer yek e.”

Piştî axaftinan Xero Abbas derket li ser dikê û stranên xwe got û mitîng dawî bû.

Etîket: aştîÇîgdemcivaka demokratîkÊlihMeralMîtîng
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Tuncer Bakirhan: Ocalan teahhud kiribe şer û pevçûn dernakeve

15 TEBAX 2026
ARÎ-DERê kongreya xwe li dar xist: Ger ku ziman tune be tu wateya xebatan jî tune ye

ARÎ-DERê kongreya xwe li dar xist: Ger ku ziman tune be tu wateya xebatan jî tune ye

15 TEBAX 2026
Li bajarê Mazlum Dogan bi hezaran kesî banga aştiyê kir

Li bajarê Mazlum Dogan bi hezaran kesî banga aştiyê kir

2 TEBAX 2026
Sevîl Rojbîn Çetîn: Heta aştiyeke birûmet dê ev meş nasekine

Sevîl Rojbîn Çetîn: Heta aştiyeke birûmet dê ev meş nasekine

29 TÎRMEH 2026
Li Hewagê civîna civaka demokratîk hat lidarxistin

Li Hewagê civîna civaka demokratîk hat lidarxistin

29 TÎRMEH 2026
Bav û kur û biraziyê xwe hatin kuştin HATE NÛKIRIN

Bav û kur û biraziyê xwe hatin kuştin HATE NÛKIRIN

27 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne