• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dê Belgefîlma Vartinîs li Berlînê bê nîşandan

Navenda Nûçeyan / AW

28 ÎLON 2025 - 12:40
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Belgefîlma ‘Vartinîs’ a ku li ser komkujiya Vartinîs a di 3yê Cotmeha 1993yan de ji aliyê leşkeran ve pêk hat, hatiye amadekirin, dê îro li Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê bê nîşandan.

Festîvala ku di 25ê Îlonê de dest pê kir û dê heta 1ê Cotmehê berdewam bike. Di festîvalê de dê nêzîkî 60 fîlm û belgefîlm bi zimanên Kurdî û yên din werin nîşandan. Fîlmên wekî ‘Angels Of Sinjar’, ‘Seperation’, ‘Bêmal’, ‘Devil Worshippers’, ‘Hawar’, ‘I Was a Yazidi Slave’, ‘Saricaovada Dugun’, ‘Roots’ û ‘Zare’ dê werin nîşandan. Yek ji berhemên herî berbiçav ên festîvalê dê belgefîlma “Vartînîs” be.

Belgefîlma bi navê ‘Vartinîs’ ku li ser komkujiya Vartinîs a di 3yê Cotmeha 1993yan de ji aliyê leşkeran ve hat kirin û pêvajoya bêcezatiyê ya piştî wê vedibêje, dê îro li Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê bê nîşandan.

Belgefîlm, li ser Komkujiya Vartinisê, ku di 3yê Cotmeha 1993yan de pêk hat, pêvajoya bêcezatiyê bi berfirehî vedibêje. Di belgefîlmê de vegotinên şahidan, mexdûran, hiqûqnas, parêzvanên mafên mirovan û siyasetmedar cih digirin.

Fîlm, ku bi piranî li gundê Vartinîsê hatiye kişandin, di heman demê de dîmenên mala malbata Ogut û şopên guleyên li ser dîwaran hene. Belgefîlm ligel ku şahid hene jî çawa bersûc tên parastin, wekî mînakek zelal a siyaseta dewletê nîşan dide. Piştî pêşandanê, dê nîqaşek bi Aysel Ogut, akademîsyen Alîce von Bieberstein û koma belgefîlmê re were lidarxistin.

Ji bo neyê ji bîrkirin

Piştî betalkirina dozê, mexdûrên Vartinîsê yên li Ewropayê belgefîlm çêkirin da ku qetlîam neyê jibîrkirin û siyaseta bêcezatiyê tehşîr bikin. H.O. ya ku ji ANFê re axivî, diyar kir ku armanca wan nîşandana rastiya ku li dijî mirovahiyê hat kirine û wiha got, “Piştî ku doz hate betalkirin, me biryar da ku em cîhanê ji tiştê qewimîn agahdar bikin, mirovan teşwîq bikin ku li dijî neheqiya qanûnî û mirovî dengê xwe bilind bikin. Armanc siyaseta bêcezatiyê ya dewletê tehşîr kirine. Ji bo sûcên li dijî mirovahiyê, di dozan de divê demborîbûn nebe. Em dixwazin ev rastî derkevin holê. Em bawer dikin ku rastî nikare were astengkirin.”

Komkujiyê vedibêje

Piştî mirina leşkerekî û gerîlayekî di şerekî de li bajarokê Vartinîs (Altinova) ya girêdayî navçeya Têlî ya Mûşê, leşkerên di bin fermandariya Serpelê wê demê Bulent Karaoglu de, êrîşî gund kirin. Di 3’yê Cotmeha 1993’yan de, xaniyê malbata Ogut hate şewitandin. Nasir û Eşref Ogut, digel heft zarokên xwe – yê herî mezin 12 salî û yê herî biçûk 3 salî – bi saxî hatin şewitandin. Dayika Eşref Ogut ducanî bû. Keça wan a mezin, Aysel Ogut, ku wê şevê bi tesadufî ne li malê bû, sax ma.

Lêpirsîna ku li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Amedê dest pê kir bê encam ma û di sala 2003’yan de îtîrazek nû hate kirin. Têkoşîna Aysel Ogut a hiqûqî ya demdirêj gelek caran hate paşxistin û doz di Kanûna 2023’yan de ji ber demboriyê hate betalkirin. Ev rewş ji bo mexdûran wekî cezayek duyemîn hate destgirtin.

‘Lazim e dewlet qebûl bike’

H.O. ragihand ku gund ji aliyê cerdevan û hêzên taybet ve hatiye dorpêçkirin, pez û ambar hatine şewitandin, gundî li meydanê êşkence li wan hatiye kirin û Mele Huseyîn Ugurlu jî hatiye windakirin. H.O. destnîşan kir ku ji bo pêvajoyeke aştiyê ya rastîn divê dewlet lêborînê bixwaze, berpirsiyariya xwe ya qanûnî bigire ser milên xwe û bi rabirdûyê re rûbirû bibe.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026
Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne