• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Dê cara ewil biçin Îmraliyê’

Mahmût Altintaş / AW

10 ÎLON 2025 - 08:48
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Enqere – Endamê MYK û parlamenterê Colemêrgê yê DEM Partî Vezîr Coşkûn Parlak diyar kir ku li ser daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nûnerên partiyên siyasî yên ESP, SKYP, YSP û SODAPê dê yekem car biçin Îmraliyê.

Lîjneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî civînê aşkera kir ku dê biçin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari, nûnerên partiyên siyasî yên ku pêkhateyên DEM Partiyê ne, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Ji Nû ve Avakirina Sosyalîst (SYKP), Partiya Şoreşgerî ya Yekbûyî (Partiya Şoreşger), Partiya Çep a Kesk (YSP) û Platforma Hevgirtina Sosyalîst (SODAP) û keseyatên ku di MYKa DEM Partiyê de cih digrin, dê di hefteya pêş de biçin Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.

Endamê MYK û parlamenterê Colemergê yê DEM Partiyê Vezîr Coşkûn Parlak tekildarî hevdîtinê û nevaroka hevdîtinê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Rêber Abdullah Ocalan daxwaz kir’

Vezîr Coşkêun Parlak anî ziman ku cara yekem ji bilî DEM Partî nûnerên partiyên siyasî dê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û wiha got: “Demeke dirêj e me biryar dabû ku şande biçe Îmraliyê. Lê ji ber kar û xebatan hinekî dirêj ajot. Ew daxwaz hem daxwaza Rêberê Gelê Kurd bû û hem jî daxwaza me bû. Em di pêvajoyeke dîrokî de ne. Birêz Abdullah Ocalan jî li ser pêvajoyê digot gelek pêşniyarên min hene ku ez bi pêkhateyên DEM Partiyê re parve bikim. Li ser daxwaza Rêberê Gelê Kurd dê ev hevdîtin pêk bê. Ji xwe berdevkê van partiyên siyasî pêkhateyên DEM Partiyê ne. Di nava MYKa me de cih digrin. Piştî endamên MYKê çûn giravê û hevdîtin kirin, dê li ser axaftin û pêşniyarên li Îmraliyê pêş ketin, kom bibin.”

‘Heta komîsyon neçe dê pirsgirêk çareser nebe’

Di berdewama axaftina xwe de Vezîr Coşkûn Parlak bi lêv kir ku piştî hevdîtina şandeya wan divê komîsyon jî yekser biçe Girava Îmraliyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo komîsyona meclîse jî daxwaz kiribû ku hevdîtinê bike. Birêz Ocalan gotibû ez naxwazim li ser şandeyekî xwe bigihînim wan. Dixwazim rast e rast bi wan re hevdîtin bikim. Gotibû gelek pêşniyarên min hene dixwazim bi wan re parve bikim. Çavê gelan li Îmraliyê ye. Ji ber ku aktorê sereke yê şer bide sekinandin Rêberê Gelê Kurd e. Divê hemû kes vê rastiyê bibîne. Piştî banga Rêberê Gelê Kurd, PKKê jî gavek avêt. Di 11ê Tirmehê de çekên xwe şewitandin. Ji bilî birêz Abdullah Ocalan tu kesî/ê nedikarî vê yekê bike. Heke lijneyeke meclîsê an jî kesekî ew bang bikira PKKê ew gav nediavêt. Ji ber wê jî hewceye komîsyona meclîsê biçe Giravê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Pêşniyarên wî guhdar bike. Birêz Abdullah Ocalan qala entegrasyona demokratîk kir. Ev çi ye? Ji dewletê re jî gelek pêşniyar kir. Divê komîsyon biçe van hîn bibe. Piştre jî qanûnên hewce derxîne. Heta ku komîsyon neçe ev pirsgirêk çareser nabe. Divê ew pêvajo neyê dirêjkirin. Heke li gor plansaziya birêz Ocalan tevbigeriyana ew pêvajo ew qas dirêj nedibû wê bigehişta encamekê. Lê mixabin hinek derdor dixwazin dirêj bikin. Lê em jî vê yekê qebûl nakin.”

‘Daxwaza me ya herî sereke azadiya Rêberê Gelê Kurd e’

Vezîr Coşkûn Parlak destnîşan kir ku daxwaza wan a herî sereke azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd e û got: “Weke DEM Partiyê ji Komisyona Meclisê re di çar xalan de pêşniyarên me hebûn. Ji bo girtiyên nexweş bên berdan, qanûna înfazê, terorê û qeyuman û bi cihanîna biryarên AÎHMê me pêşniyar kiribûn ku di van mijaran de gav bên avetin. Dibêjin bila gerîla çekên xwe daynin û werin Tirkiyeyê. Lê wê çawa werin. Heke bingeheke qanûnî tune be ku wan bipareze û tevlî siyaseta demokratîk nebe dê çawa werin. Lê helbet tenê ew gav bên avetin jî têre nake. Çareserkirina mijarekê bi rojekê çênabe. Entegrasyona demokratîk di rojekê de çênabe. Hewceye şertên birêz Abdullah Ocalan bên başkirin ku bikaribe baştir tev iî pêvajoyê bibe û pêşniyarên xwe bike. Divê hemû kes bikaribe bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bike. Pirs û rexneyên ku hebin rast e rast jê re bike. Bila li ser DEM Partiyê çênebe. Di vê pêvajoyê de daxwaza me ya herî sereke azadiya Rêberê Gelê Kurd e.”

Di hevdîtinê de wê çi bê axaftin?

Vezir Coşkûn Parlak tekildarî nevaroka hevdîtina bi Abdullah Ocalan re jî ev agahî dan: “DEM Partî projeya Rêberê Gelê Kurd bû. Meseleya Kurdan ku li Kurdistanê asê mabû bi projeya wî li hemû Tirkiyeyeyê belav bû. Di hevdîtinê de jî wê li ser van xalan pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd hebin. Ji bo DEM Partî bêtir mezin bibe divê çi bê kirin, ji bo firehkirina siyaseta demokratîk çi taktîk hewce ne li ser van mijaran wê hevdîtin pêk bên. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî li ser nameya ku birêz Abdullah Ocalan ji wan re şandibû tevdigerin. Di vê hevdîtinê de jî îhtîmale ku rewşa Rojava jî bê nîqaşkirin. Dê operasyona li dijî CHPê û rewşa siyaseta demokratîk bi giştî bê nîqaşkirin. Ji îro şûn ve gelê Kurd dê di Rojhilata Navîn de çawa xwe birêxistin bike li ser van mijaran nîqaş dê çêbibin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

7 COTMEH 2026
Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

7 COTMEH 2026
Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

7 COTMEH 2026
Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

7 COTMEH 2026
Rojnameger Hakan Tosun hate kuştin

Cezayê muebedê li kujerên rojnameger Hakan Tosûn hate birîn

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne