• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

TJA, DBP û DEM Partiyê li sînor zincîra mirovan ava kir

Navenda Nûçeyan / AW

4 KANÛN 2024 - 15:23
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş, li navçeya Pirsûsê ya Rihayê daxuyanî da û got: “Alîkariya ku hûn didin çeteyên Sûriyeyê zerarê dide gelê Tirkiyeyê. Hûn nikarin gelê Pirsûs û Kobanê ji hev qut bikin.”

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi armanca bertekên li dijî êrîşên hêzên paramîlîter ên ku Tirkiye destekê dide wan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, meş li dar xistin û zincîra mirovan ava kirin.

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi beşdariya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo bertekên li dijî êrîşên dewleta Tirk û komên girêdayî wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê  daxuyaniyeke çapemeniyê dide.

Girseyê pankarta “Do DAIŞ îro HTŞ, wê Rojava nekeve” vekir.

Hevserokê DBPê Keskîn Baydir axivî û wiha got: “Em 9 sal berê jî li vir bûn. Me bi rojan li vir li ber xwe da. Em îro jî em di heman demê de dîsa desthilata AKP-MHPê dixwaze me bibe wan rojên 2024an. Bila baş zanibin. Gelê kurd û gelê Tirkiyeyê ji bo jiyanek azad û wekhev têkoşiya. Gelê mazlum dê dîsa  li ber xwe bidin. Em ê dîsa têkoşîn û berxwedana xwe li her kolanê, li Kurdistan û Tirkiyeyê berfireh bikin. Desthilata AKP-MHP dixwaze Sûriye, Rojava bike qada qirkirinê. Lê bila bizanibe, qirkirin, kuştin û talan qedera gelê bindest û gelê kurd nîne. Dest ji polîtîkayên xwe yên qirkirinê berdin. We 9 sal berê hemû hêza xwe xerç kir. Hûn wê demê bi ser neketin. Hûn dîsa jî bi ser nakevin. Hûn dîsa bi ser nakevin. Dilê hemû gelê bindest, ji bo gelê kurd û gelê bi hevre jiyana hevpar dijî davêje. Gelê kurd û gelê Sûriyeyê ne bitenê ye. Li dijî metîngeriya we ne bi tenê ne. Bi milyonan gelê cîhanê îro liser piyan in. Hûn dixwazin bi destê çeteyan û DAIŞ’ê dixwazindîsa qirkirinê li ser gelê kurd fesr dikin. Lê hûn bizanibin, dê bi hezaran, bi milyonan li dijî qirkirinê dê li ber xwe bidin. Ji Rojava re qirkirin, ji bakur re biratî navêje. Dilê gelê kurd li çar aliyên Kurdistanê di heman demê de û ji bo heman armancê davêje. Hûn li ser gelê kurd qirkirinê ferz bikin, hûn nikarin bibêjin em destê xwişk û biratiyê dirêj dikin. Gelê kurd vê yekê qebûl nake. Gelê kurd li dijî vê dirûtiya we li ber xwe dide. Gelê kurd bi pêşengê teşoşerê Kobanê Gelhat digot “Eger erd û erj bibe yek jî em destûrê nadin dagirkerî û talankirinê.”

Girseyê axaftina Keskîn Bayindir bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” qut kir.

Keskîn Bayindir di berdewama axaftina xwe de soz da gelê kurd û wiha got: “Bi soz û peyman be ji gelê me, gelê mazlum û bindest ra, emê dawî li vê siyaseta qirêj metîngeriyê bînin. heta ku li ser vê erdnîgariyê azadî pêş bikeve em ê têkoşîn û berxwedana xwe berdewam bikin. Em ê heta azadiyê bendeke wekî sûrê li dijî dagirkeriyê bigirin. Îro em li vir in. Em ê sibê bi hezaran bi milyonan li vir bin. Bila gelê me ji têkoşîna me bawer bibe. Bila gelê me berê xwe bide vêderê. Ev ruh, ev cewher û bîr û baweriyê, di nava vê têkoşînê de heye. Ji ber vê yekê em hêzê tarî û qirêj hişyar dikin. Em dibêjin ev polîetîkayên we encam negirt. Dê ev siyaseta qirkirin û kuştinê dê li berxwedana mazluman vegere.

Rojava li heviya azadiyê ye. Roj li pêşiya me ye. heta azadiyê em ê lijî azadiyê têbikoşin û li ber xwe bidin.”

Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş anî ziman ku Rojhilata Navîn bûye guloka agir û wiha got: “HTŞ rêxistina ku DAIŞê ku navê xwe guhertiye ye. Li Rojava jiyanek heye. Bi milyonan mirov di bin pergala xwe ya wekhev de dijîn. Lê îktîdara Tirkiyeyê wir wekî dijmin dibîne û bi pênaseya terorê siyasetê pêş dixe. Li aliyekî dibêje kurd xwişk û birayên me ne. Li aliyê din kurdên pirsûsê û Kobaneyê cuda dike. Kurdên Efrîn û Mêrdînê cuda dikin. Ziman, çand û xwîna wan yek e. Li aliyekî êrîşî kurdên Bakur û rojhilatê Sûriyeyê dikin, li aliyê din ji bo Kurdên bakur bibêjin em xwîş û birayê hev in. Wisa nabe. Rêya aştiyê ewe ku divê dest ji dijminantiya Kurdan berdin. Rêya  aştiyê divê çeka xwe ji ser Kurdan bikişînin. Divê Kurdan bi nasnameya wan qebûl bike. Ji niha û şûnde em ê ji bo jiyanek wekhev, aştî û demokratîk têbikoşin. Ew çeteyên ku li wir tûra davêjin ji bo tu kesî sûdê nade. Hûn Kurd, Tirk, Elewî, Suryanî, Asûrî û miletên din dixin xeteriyê. Şerê ku îro li Sûriyeyê pêş dikeve hemû kesan eleqeder dike. Hemû gelên tirkiyeyê tehdit dike.

Li vir her qurişê ku hûn didin çeteyan, zerarê dide welatiyên Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê cihê ku em lê disekinin aştî û pergala demokratîk e.

Gelê Kurd, li Tirkiye û Sûriye bi hevre têdikoşe. Têkoşîna hevpar rêgeza me ya sereke ye. Em ê li dijî kesên ku me ji hev qut dikin, em ê têkoşîna hevpar mezin bikin. Ez li ser sînorê Pirsûsê bang dikim. We gelê Pirsûs û Kobanê ji hev qut nekir, hûnê nikarin ji hev qut bikin. Em di tekoşîna xwe de ji dil in.

Em bi hevre ne. Em bi hevre ne.

Em ê di pêşengiya Jinan de zincîra mirovan ava bikin û em ê peyama xwe bidin.”

Piştî axaftinan endam û rêveberên DBP, DEM Partî, TJA û saziyên civakî di pêşengiya TJAyê de li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zincîra mirovan nava kirin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

2 TÎRMEH 2026
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

2 TÎRMEH 2026
Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

2 TÎRMEH 2026
Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

2 TÎRMEH 2026
Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

2 TÎRMEH 2026
Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

2 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (34)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne