• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayikên Şemiyê di hefteya 1032an de kom bûn

Navenda Nûçeyan /AW

4 ÇILE 2025 - 14:54
Kategorî: ROJANE
A A
Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê di hefteya 1032an de kom bûn û li aqûbeta birayên hev Ayhan Efeoglû û Alî Efeoglû pirsîn.

Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê di hefteya 1032an de li Qada Galatasarayê kom bûn û li aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin û hatin qetilkirin bipirsin. Dayikên Şemiyê bi qurnefîl û wêneyên windayan li Qada Galatasarayê kom bûn û li aqûbeta Ayhan Efeoglû û Alî Efeoglû yên birayên hev pirsîn. Gelek xizmên windayan û aktîvîstên mafên mirovan beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn. Sekretera Şaxa ÎHDê ya Stenbolê Oya Ersoy daxuyanî xwend.

Du bira du winda

Oya Ersoy, anî ziman ku Ayhan Efeoglû di 6ê Cotmeha 1992an de li ber Zanîngeha Yildiz Teknîkê ya ku xwendekar bû ji aliyê polîsên cil û bergên sivlî li wan ve hat binçavkirin û anî ziman ku piştî birin Şaxa Têkoşîna bi Terorê re ya Stebolê careke din agahî jê nehatiye giritn. Oya Ersoy diyar kir ku 2 sal piştî Ayhan Efeoglû di bin çavan de hat windakirin, birayê wî Alî Efeoglû jî di 5ê Çileya 1994an de li derdora Pendîka Stenbolê hat binçavkirin. Oya Ersoy got, “Malbata ku nekarî Ayhan bibîne, vê carê ji bo aqûbeta Alî serî li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê da. Lê der barê windakirina Ayhan û Alî Efeoglû de lêpirsîneke bi bandor nehat kirin. Lêpirsîn bi hinceta dem derbas bûye hatin bidawîkirin.”

Oya Ersoy bi bîr xist ku di sala 2011an de polîsê Tevgera Taybet ê berê Ayhan Çarkin diyar kiribû ku Ayhan Efeoglû di bin çavan de bi îşkenceyê hatiye kuştin û wiha got: “Ayhan Çarkin di îtîrafa xwe de got, ‘Min ew bi destên xwe defin kir’. Ayhan çarkiin navê polîsên ku îşkence li Ayhan Efeoglu krine. Piştî van îtîrafan malbata Efeoglû serî li dozgeriyê da û xwest dosya ji nû ve bê vekirin û ji bo cihê definkirina kurê wan lêkolînek bi bandor û serbixwe bê kirin. Her wiha der barê 8 polêsên ku di Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Polîsan a Stenbolê de dixebitîn jî serlêdan kir. Piştre serî li 2yemîn Dadgeha Asliye ya Sivîl a Bursayê da û li dijî Wezareta Karên Navxweyî ji bo tazmînata manewî doz vekir û diyar kir ku piştî îfadeyên Ayhan Çarkin derketiye holê ku kurên wî bi îşkenceyê hatine qetilkirin. Wezaretê di bersiva xwe ya dadgehê de jî got ku gorên kesên ku tê îdiakirin winda bûne li Stenbolê ne û daxwaz kir ku dosya ji Stenbolê re bê şandin. Tevî van hemûyan jî heta îro tu lêpirsîn û dozeke ku rastiya maddî eşkere bike nehatiye kirin. Em di daxwaza xwe de israr dikin ku aqûbeta birayên hev Ayhan û Alî Efeoglû bê eşkerekirin û edalet pêk were. Çiqas sal derbas bibin jî em ê ji bo hemû windahiyan daxwaza edaletê bikin û bi bîr bînin ku divê dewlet li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî tevbigere.”

Çalakî bi dayîna qurnefîlan li qada dorpêçkirî bi dawî bû.

Etîket: Alî EfeogluAyhan ÇarkinAyhan EfeogluGalatasarayOya Ersoy
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
Fîkstûra Amedsporê eşkere bû

Fîkstûra Amedsporê eşkere bû

9 TÎRMEH 2026
Ciwanên ku di maçê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan

Ciwanên ku di maçê de hatibûn binçavkirin, hatin berdan

29 ÇILE 2026
Çalakiya ji bo Rojava maça Manchester City û Galatasarayê rawestand

Çalakiya ji bo Rojava maça Manchester City û Galatasarayê rawestand

29 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne