• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Dayikên Aştiyê: Zimanê me winda bibe dê hebûna me jî winda bibe

Mahmût Altintaş / AW

17 SIBAT 2025 - 08:34
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Dayikên Aştiyê yên Şirnexê anîn ziman ku ji ber polîtikayên pişaftinê axaftina bi Kurdî di nava civakê de kêm dibe û wiha bang li malbatan kirin: “Divê dayik zarokên xwe bi Kurdî mezin bikin. Yên ku xwedî li zimanê xwe dernekeve dijminê ziman in. Heke zimanê me winda bibe hebûna me jî nîn e.”

Komara Tirkiyeyê ku li ser bingeha netew dewletê ava bûye. Komarê gelek ziman û nasnameya netewên cûda tune hesiband û zimanê tirkî û nasnameya Tirkitiyê li ser netewan ferz kir. Bi ferzkirina yek al, yek netew û yek zimanan re polîtikayên pişaftinê pêş xist û li dijî gelan û baweriyên cûda dest bi qîrkirinê kir. Yek jî ji van zimanan ku rastî polîtikayên pişaftinê û qîrkirinê hatiyê zimanê kurdi ye. Zimanê kurdî ji avabûna komarê ve rastî polîtikayên pişaftinê tê û ji mafê perwerdehiya fermî bêpar hatiye hiştin. Gelê kurd li dijî polîtikayên pişaftinê û qîrkirinê bi salane têdikoşin û di encama têkoşînê de bi sedan sazî, dezgeh û komeleyên ziman li Bakurê Kurdistanê xebatên ziman didin meşandin. Gelê kurd û gelên bindest ên zimanê wan rastî polîtikayên pişaftinê hatine her sal di 21ê Sibatê de; ku ji aliyê Konseya Giştî ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve weke “Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî” hatiyê cîhanê derdikevin qadan û mafê ziman dixwazin.

Dayikên Aştiyê yên Şirnexê ku tevlî Kongreya Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek bûn tekildarî 21ê Sibatê “Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî” bal kişand ser girîngiya ziman û bang li malbatan kirin ku zarokên xwe bi zimanê kurdî mezin bikin.

‘Zarokên xwe bi zimanê xwe mezin bikin’

Ji dayikên Aştiyê Asya Tay anî ziman ku divê zimanê kurdî di nava civakê de bê parastin û wiha axivî: “Em dixwazin civanên me, zarokên me hemû bi kurdî biaxivin. Ferî zimanê xwe bibin. Ji ber ku her netew xwedî zimanek e. Divê em jî li zimanê xwe xwedî derbikevin. Bi taybet jî divê jin li zimanê xwe xwedî derbikevin. Ji ber ku yên zarokan mezin dikin dayik in. Ji ber vê yekê divê dayik zarokên xwe bi zimanê xwe mezin bikin. Banga me ji dayikan ew e ku bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin ku zimanê me winda nebe.”

‘Li zimanê xwe xwedî derbikevin’

Ji dayikên Aştiyê Emîne Alkiş jî bal kişand ser polîtikayên pişaftinê yên li dijî zimanê kurdî û ev tişt got: “Li dijî vê yekê xwedî li zimanê xwe derbikevin. Em ne li dijî zimanê tu kesî ne. Lê em li dijî kesên ku zimanê me tune dihesibînin. Em ê jî li dijî vê yekê xwedî li zimanê xwe derbikevin. Em ê zarokên xwe jî bi zimanê xwe mezin bikin. Yên ku xwedî li zimanê xwe dernekeve dijminê ziman in. Heke em xwedî derbikevin em dikarin mafê zimanê xwe jî bi dest bixînin. Hemû kes xwedî li zimanê xwe derdikeve. Divê em jî li zimanê xwe xwedî derbikevin.”

‘Dayik mamosteyên zarokên xwe ne’

Ji dayikên Aştiyê Kumrî Babat jî destnîşan kir ku axaftina zimanê kurdî di nav civakê de kêm bû ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke em zimanê xwe winda bikin em ê hebûna xwe jî winda bikin. Banga min li hemû kesan e. Lê bi taybet jî ji dayikan re heye. Ji ber ku dayik mamosteyên zarokên xwe ne. Heke dayik xwedî li zimanê xwe dernekevin zarok jî bi Kurdî neaxivin. Bila zimanê me winda nebe. Heke zimanê me winda bibe hebûna me jî nîne. Hemû kes zimanê xwe diaxive. Yên ku dibêjin em kurd in divê xwedî li zimanê xwe derbikevin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

7 COTMEH 2026
Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

7 COTMEH 2026
Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

7 COTMEH 2026
Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

7 COTMEH 2026
Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne