• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayikên Aştiyê: Serok mifteya çareseriyê ye

Esra Polat - Gulîzar Turkoz / AW

12 ÇILE 2026 - 11:57
Kategorî: ROJANE
A A
Amed – Dayikên Aştiyê yên Amedê êrişên li taxên Şêxmeqsud û Eşresfiyeyê şermezar kirin û gotin: “Serokatî azad nebe aştî pêk nayê”

 

Meclisa Dayikên Aştiyê yên li dijî êrişên li taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê yên Helebê dê biçin Enqereyê deklerasyonek eşkere kirin û êriş şermezar kirin. Piştî eşkere kirina deklerasyonê endamên Meclisa Dayikên Aştiyê têkildarî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişên ser Helebê ji ajansa me re axivîn.

‘Keça min ji bo azadiya Serokatî xwe şewitand’

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Nezahat Teke anî ziman ku heya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe ne Bakur, ne Başur, ne Rojava, ne jî Rojhilat azad nabe û wiha axivî: “Hewce ye ku Rêberê Gelê Kurd bigihîje azadiya xwe. Nêzikî 30 sal e Serokatî girtî ye. Heya Serokatî azad nebe tu cihekî jî azad nabe û em azadiya bêyî Serok naxwazin. Îro tiştên ku tên axaftin jî, tiştên ku tînin ziman jî hemû bi notên ku bi girava Îmraliyê hatine, desteser kirine û îro li wan nota mêze dikin û pêda diçin, bi zorî dikarin çar peyva biaxivin. Bila Rêberê Gelê Kurd azad bibe, bila xweşî û ronahî belavî hemû cîhanê bibe. Keça min ji bo Serokatî di bin tecrîdê de bû agir berda bedena xwe, xwe şewitand. Serokatî azad nebe ez azadiya xwe naxwazim. Divê teqez Serokatî azad bibe.”

‘Bila biçin cem Serok û bersivekê bînin’

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Makbûle Ozbek Heya niha çavê me lê bû me digot yê aştî pêk were. Piştî mijara Rojavayê kete rojevê Serokatî hate bîrkirin. Kes behsa Serokatî nake, kes naçe cem, sedema wî çi ye? Daxwaziya gelê Kurd, Kurdên her derê aştî ye. Em bi hemû dixwazin aştî çê bibe, em hemû dixwazin Rêberê Gelê Kurd bigihîje azadiya xwe ya fizîkî. Serok mifta vê aştiyê ye, heya mifte nebe tu derî venabin. Bila dilê tu dayikê neêşe. Em şerê Rojavayê jî şermezar dikin. Em ji gelê Rojavayê re serkeftinê dixwazin. Berxwe didin ew yê serbikevin. Berxwedan jiyane, gava mirov berxwe nede mirov jiyan nake. Em dixwazin bila biçin bal serok û ji me re bersivekê bînin bila morala Gelê Kurd bê cîh.”

‘Bi azadiya Serokatî aştî pêk tê’

Dayika Aştiyê Şadiye Hayme diyar kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çareseriya pirsgirêka ne û wiha got: “Serokatî her tim aştî xwestiye, xwestiya şer bi dawî bike. Gelê Kurd jî hertim aştî xwestine, dixwazin. Em wek Dayikên Aştiyê naxwazin xwîn birije. Em Dayikên aştiyê di her derê tekoşîna aştiyê dimeşînin. Em dixwazin destê xwe bidin destê hev lê dayikên leşker û polîsan dema ku zarokên wan jiyana xwe ji dest didin dibêjin “bila vatan sax be” nabêjin. Bila şer bisekine, dema zarokê wan çûn dê çi “vatan” bikin. Dema ku Serokatî gihîşte azadiya xwe ya fizîkî yê aştî dê çêbibe, çek yê bi temamî bêne danîn.”

Etîket: Abdullah Ocalanaştî û demokrasîDayikên Aştiyê yên AmedêRêberê Gelê Kurd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026
Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne