• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Dayikên Aştiyê: Divê dayikên Tirk jî aştiyê bixwazin 

Omer Demîr / AW

1 HEZÎRAN 2025 - 08:32
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Amed – TJAyê bi tevlibûna hezaran jinan bi dirûşma “Aştiya Civakî û Çareseriya Demokratîk” li Amedê meşeke girseyî pêk anî. Dayikên Aştiyê ku ji bajarên cuda hatin Amedê xwestin ku dayîkên Tirk jî aştiyê bixwazin.

Tevgera Jinen Azad (TJA) bi dirûşma “Aştiya Civakî û Çareseriya Demokratîk” ji Parka Şemsê Allak a li kêleka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê heta Mizgefta Mezin a navçeya Sûrê meşiyan. Meş bi beşdariya hezaran jinan bi çoş pêk hat. Dayîkên ku tev li meşê bûn ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.

‘Dayîkên Kurd ji aştiyê re amade ne’

Endama Meclisa Aştiyê Gule Polat diyar kir ku ji bo beşdarî meşê bibe ji Geverê hatiye û got: “Ji bo azadiya fizîkî ya Serokatî, aştiyeke bi rûmet û azadiya girtiyan ez hatim vir. Ez bang tevahiya jinan dikim. Jinên Tirk Ereb, Kurd hemû jinên ku aştiyê dixwazin bila destê xwe bidin hev û azadiyê bixwazin. Divê em Serokê xwe ji girtîgehê derxin û deriyê tevahiya girtîgehan vekin. Ez hêvî dikim ku di navbera gelê Kurd û Tirk de tifaq û wekheviyek mayinde pêk bê. Em dayîkên Kurdan ji aştiyê re amade ne. Îro Serokê me, xizmên me di girtîgehan de ne. Divê gelê Kurd neyê xapandin. Heta bingeheke bi hêz, ji dil û rast ji bo pêvajoyê neyê avakirin gelê Kurd divê li pişt daxwaza mafê xwe be. Gelê Kurd ji bo aştiyê her dem amade bû. Lê her dem rastî êrişan hat. Ji bo aştiyê Rêber Abdullah Ocalan her dem bang kir. Komên gerîla ji çiyê hatin. Lê hatin girtin. Divê desthilar li pişt gotina xwe bisekine.”

‘Em ji bo aştiyê dimeşin’

Endama Meclisa Aştiyê Asiye Ozlu jî destnîşan kir ku ew ji bo meşê ji Wanê hatiye û got: “Ji bo aştî were welatê me ez li vir im. Bes e êdî. Bila xwîn nerije. Sirri Sureyya Onder ji bo aştiyê têdikoşiya û jiyana xwe dest da. Em dixwazin aştî pêk were û em herin li ser gora wî û bibêjin aştî hat. Ji tevahiya bajaran jin ji bo aştiyê hatine vir. Dewlet hêj jî gavên erenî neavêtiye. Ez hêvidarim ku girtîgeh vala bibin.”

‘Bila Serokatî azad bibe’

Endama Meclisa Aştiyê Gulbeyaz Mihçi jî da zanîn ku ew dayîkên aştiyê ne û ji Geverê hatine tev li meşê bûne. Gulbeyaz Mihci da zanîn ku ji gelek bajaran dayîk hatine tev li meşê bûne û got: “Em bi salan e dibêjin aştî. Di vê pêvajoyê de mixabin hêj tu gav nehatine avêtin. Hêj jî operasyon û tecrîd berdewam dike. Eger dewlet aştîyê dixwaze divê deriyê girtîgehan veke û girtiyên siyasî azad bibin. Bila Serokatî bi awayekî fizikî azad bibe û bi awayekî azad ji bo aştiyê têbikoşe. Bi wan gavan dê gel bawer bike. Bila dayikên Tirk jî destê xwe bidin destê me û ji bo aştî û aramiyê gavan bavêjin.”

‘Gelê Kurd gav avêtiye’

Endama Meclisa Aştiyê Amîne Engudar jî diyar kir ku ji bo xwestina aştî û azadiyê ji Geverê hatiye Amedê û got: “Ez ji bo Serokatî hatime vir. Em dixwazin Serok bi fizîki azad bibe. Gelê Kurd gav avêtiye divê desthilat jî gav biavêje. Me gav avêt. Divê du alî gav bên avêtin. Çi ji destê Serok hat kir. Êdî divê dewlet gavên şênber biavêje. Lê dewlet gavan naavêje. Em ji Serok û gelê xwe bawer in. Bangwaziya me ew e ku kesên ku înfaza wan hatine şewitandin werin berdan. Bila dewlet destê aştiyê direj bike. Em azadiya fizikî ya Serokê xwe dixwazin. Em aştiyê dixwazin bila dayîkên Tirkan jî aştiyê bixwazin. 40 sal in xwîn dirije gel tê girtin. Lê ev tişt nebûn çareserî. Em aştiyêk mayînde dixwazin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

20 TEBAX 2026
Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026
Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne