• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Dayikên Aştiyê: Bila li dijî êrişan kurd bibin yek

Amed / AW

17 KANÛN 2024 - 15:36
Kategorî: JIN, MANŞET
A A

Amed – Meclisa Dayikên Aştiyê bertek nîşanî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û xwestin ku kurd bibin yek.

Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê têkildarî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da. Daxuyanî, li avahiya xwe ya li navçeya Rezanê ya Amedê dan û pankarta “Bila ENKS dev ji berdevkiya şerê taybet ê Tirkiyeyê berd e” hilgirtin.

Di daxuyaniyê de Berdevka Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê Havva Kiran û endama Meclisê Kudret Eryilmaz axivîn.

Kudret Eryilmaz

Bang li Barzanî û ENKSê kirin

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Kudret Eryilmaz banga yekitiyê li her çar parçeyên Kurdistanê kir û got ku Rojava dîsa di hedefa êrişan de ye. Kudret Eryilmaz, wiha domand: “Weke dayikekê ez bang li Barzanî û ENKS’ê dikim; bila hemû saziyên Kurdan bên gel hev û bibin yek. Li dijî vî dijminê hov ê para xwe ji mirovahiyê negirtiye, bibin yek. Tenê heke em bibin yek dikarin birînên xwe derman bikin. Em li her devera cîhanê belav bûne, ma em çima bi destên hev nagirin? Kurdistan mezin e, bi têrî me tevan dike. Heke em îro nebin yek dê yek bi yek me tevan tune bikin. Barzanî tu dibêjî; ‘Ez serok im.’ Divê tu bi destê xwişk-birayên xwe yên li Rojava bigirî. Bi hev re destê xwe deynin ji ber kev ku birînên me derman bibin. Bila keda ji bo Rojava hatiye dayin vala neçe. Ne ji kesên din re, ji bo gelê xwe xizmetê bikin. Heke Kurd bibin yek dê hemû dinya me nas bike û ji bilî vê tu şensê me nîne.”

Havva Kiran

‘Em jî bi destên hev bigirin’

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Havva Kiran jî bal kişand ser girîngiya yekitiyê ya di vê serdemê de. Havva Kiran, wiha got: “Em jî bi destên hev bigirin û ji bo Rojava ku lîstik û bazarî li ser tên kirin li ber xwe bidin. Em li vir bang li ENKS û PDK’ê dikin.”

Divê pêşî li xwîna li Rojava diherike were girtin

Havva Kiran, ev bang li Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî jî kir: “Tu jî bibêje ‘êdî bes e, em ê bi destê xwişk-birayên xwe bigirin.’ Heke îro li wir tiştek çêbibe dê dilê her çar parçeyên Kurdistanê bişewite. Yên ku dê bi te re rabin her Kurd in, tu jî Kurdî. Divê pêşî li xwîna li Rojava diherike were girtin. Heman rewş îro ji bo Şengalê jî derbasdar e. Divê em wan bi tenê nehêlin.”

Daxuyanî, bi dirûşma “Rojava bi tenê nîne” bi dawî bû.

Etîket: AmedBarzanîDayikên AştiyêENKSHavva Kiranyekitiya kurd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

25 ÎLON 2026
Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

25 ÎLON 2026
Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

23 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne