• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Dayik nobeta aştî, heq û heqîqetê digirin

Riha / AW

1 ÇILE 2025 - 08:01
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
Nobeta li ser sînorê Pirsûs-Kobanê di roja 10an de berdewam dike. Bi dehan dayik ji destpêkê heta niha li ser sînor nobetê digirin. Dayikên ku li ser sînor nobetê digirin diyar kirin ku ew li dijî şer, neheqî û zilmê, ji bo aştî, rastî, heq û heqîqetê nobetê digirin û gotin: “Em ji bo piştgiriya gelê Rojava û Konanê nobetê digirin.”

Rêxistin û saziyên TJA, DBP û DEM Partiyê de, di 23ê Kanûnê de, li ser sînorê Pirsûs Kobanê li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava û ji bo piştgiriya gelê Rojava dest bi nobeta sînor kirin. Nobeta sînor bi tevlêbûna sazî, rêxistin û partiyên siyasî berdewam dike. Rêveber û nûnerên partî û rêxistinên civakî her rojê ji navçe û bajarên cuda tên ser sînor û piştgiriyê didin çalakiyê. Dayikên Aştiyê û nûnerên TJA, DBP û DEM partiyê her rojê komek li ser sînor tev li çalakiyan dibin û nobetê berdewam dikin. Gelek dayikên ku ji Riha û bajarên cuda hatine ji destpêkê heta niha li ser sînor nobetê digirin. Dayikên ku 10 roj in li ser sînor nobetê digirin li ser armanca xwe ji Ajansa Welat re axivîn.

Bila kes ji ser axa xwe koçber nebe

Rêvebera MEBYA-DERê ya Mêrsînê Gulsaran Koştû ku ji Mêrsînê hatiye Rihayê û nobetê digire, li ser armanca çalakiya li ser sînor axivî û wiha got: “Ev êşa ku me dîtiye, em naxwazin gelê me yê Kurd, welatparêz û gelê Pirsûsê dîsa vê êşê bibîne. Em naxwazin DAIŞ û komên din dîsa têkeve Kobanê. Ji ber ku DAIŞ mal û milkê gel talan dike. Dest davêjê nirxên gel. Em naxwazin DAIŞ têkeve Kobanê. Li dijî talankirin, êrîş û tundiya li ser gelê Rojava em li vir nobetê digirin. Em dixwazin, hikûmet piştgiriyê nede DAIŞê. Em dixwazin hikûmet destûr nede DAIŞ têkeve Kobanê. Em dixwazin jin, zarok, kal û pîr nemirin. Bila dîsa kes ji ser axa xwe û mala xwe koçber nebe. Bila her kes li mala xwe û axa xwe bijîn. Bila di demsala zivistanê de keç koç nekin.”

‘Rojava û Kobanê rûmeta me ye’

Rêvebera DEM Partiyê Remziye Koştû jî li ser armanca çalakiya nobetê axivî û wiha got: “Em 9 rojin li ser sînor nobedê digirin. Kurekî min jî di vê rêyê de şehît bûye. Em êdî naxwazin zarokên kesên din jiyana xwe ji dest bidin. Bila êdî dayik êşê nejîn. Rojava û Kobanê rûmeta me ye. Ji bo me Kobanê û Pirsûs yek e. Zarokatiya min li Kobanê derbas bû. Kobanê bûye binxet û serxet. Em dibêjin Kobanê rûmeta me ye. Divê em Kobanê biparêzin. Aliyê bakur û Rojava yek in. Dijmin xet lê xistiye û kiriye du parçe. Em dibêjin bila aştî pêş bikeve û êdî kes neyên kuştin. Em nikarin li mala xwe rûnên. Em dixwazin êdî em bi aramî li mala xwe bijîn.”

‘Em li dijî neheqiyê nobetê digirin’

Yek ji dayikên ku li ser sînor nobetê digere Nebile Aslantekin jî anî ziman ku ew ji bo aştiyê hatine û wiha got: “Em ji bo aştiyek mayinde hatine ser sinor. Em dixwazin aştî pêş bikeve. Niha mirovên me koç bûne û di çadiran de dijîn. Çelê zivistanê di çadiran de dijîn. Xal û xatiyên min tev li bin xetê dijîn. Tev di çadiran de dijîn. Tev perişan bûne. Mirovan ji malên wan derdixin û dest datînin ser malên wan. Ev heqaretek mezin e. Em li dijî neheqiyê ne. Em dixwazin her kes di malên xwe de bijîn. Em li dijî neheqiyê ne. Em aştiyê diwazin. Em dayik in. Em naxwazin dilê tu dayikan bişewite. Em li gel xizmên xwe diaxivin dibêjin ‘Ew çi bikin em axa xwe bernadin. Me bikujin jî, îşkence jî bikin û em koç bibin jî em axa xwe bernadin. Em mirin jî bila em li ser axa xwe bimirin’.”

‘Em zilm û neheqiyê qebûl nakin’

Dayika bi navê Eşyan Can ku li ser sînor nobetê digire jî, bi van gotinan daxwazên xwe anî ziman: “Em aştiyê dixwazin. Bila dilê kesî neşewetine. Em ji bo Kobanê li vir in. Zarok û mezin di çadiran de diijîn. 9 roj in em li vir nobetê digirin. Em ji bo aştiyê li vir nobetê digirin. Em vê zilm û neheqiyê qebûl nakin. Em aştî û azadiyê dixwazin.”

‘Ji bo rostiyan veşêrin rojnameger kuştin’

Ji dakiyên ku 9 roj in li ser sînor nobedê digire Ferîde Demîr jî anî ziman ku ew 9 roj in li ser sînor nobedê digirin û wiha got: “Êrîşên li ser gelê Rojava didome. Malbatên me, xizmên me li wir in. Em bi têlan hatine parçekirin. Bi têl û mayînan em kirine du parçe. Xwişk û bira kirine du parçe. Bi salan e li ser xizmên me êrîş hene. Bi balafirên bê mirov êrîşî wan dikin. Wan li cih û warên wan dikijin. Bi balafirên bêmirov xaniyên wan xera dikin. Li depoyên genim dixin. Li nexweşxaneyan dixin. Zarok di bin zilmê de dijîn. Ji ber êrîşên li ser Rojava em jî li vir nearamin. Heta şer bi dawî nebe û êrîşên li ser gelê me yên li Rojava bi dawî nebe, em ji vir naçin û em ê nobeta xwe berdewam bikin. Rojnamegerên me yên gel dikin xwedî agahiyên rast dikijin. Ji bo rastiya wan neyê dîtin rojnamegerên me dikujin. Em kujeran nalet dikin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

20 TEBAX 2026
Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026
Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne