• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Dayik: Bila êdî zarokên kesên din nemirin

Omer Demîr / AW

22 HEZÎRAN 2025 - 08:27
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – ÎHDê bi konferansekê malbatên gerîla û leşkeran anîn cem hev. Dayikên beşdarî konferansê bûn, xwestin tevahî dayîk destê xwe bidin destê hev û li dora aştiyê bibin yek.

Navenda Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li otela Mîtanîa ya li Amedê konferans li dar xist. Konferans di navbera 21 û 22 Hezîranê de bi şîara “Rêya Diçe Azadiyê: Bîr û Edalet” pêk tê. Di konferansê de malbatên gerîla û leşkeran hatin cem hev. Kesên ku beşdarî konferansê bûn ji Ajansa Welat (AW re axivîn.

Ji bo aştiyê ji Roboskiyê hat

Ji dayikên Roboskiyê dayîka bi navê Halîme Encu destnîşan kir ku ew dayîka Serhat Encu ye û ji bo aştiyê hatiye Amedê û got: “Ez ji Roboskî hatime vir. Min gelek zor û zahmetî dît. Gelek xizmên me hatin kuştin. Di malbata me de 11 kes hat kuştin. Xwedê mafê me ji wan re nehêle. Ez dibêjin aştî û edalet. Divê qanûnên nû derxin. Divê dewlet bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne. Em tenê maf û zimanê xwe dixwazin. Ez ji bo aştiyê hatime vir. Bila dayîkên leşker û polisan êdî nebêjin ‘Bila welat sax bî.’ Bila destê xwe bidin deste me.”

‘Em bi hevre aştiyê bixwazin’

Dayika bi navê Emîne Çagirga ku ji Cizîrê hat Amedê jî xwest bi hevre aştiyê biparêzin û got: “Ez Dayîka Cemîle Çagirga me. Ez ji bo aştiyê hatime vir. Divê em destê xwe bidin destê hevdu û aştiyê bixwazin. Dema şerên xweseriya demokratîk leşkeran mala me topbaran kir. Di malbata me de 7 kes hatin kuştin. 7 kes jî birindar bûn. Keçika min a mezin jî di nava wan de bû. Paşê keça min Cemîle jî hat kuştin. 8 kes di malbata me de kuştin. Lê ez dîsa dibêjim aştî. Em aştiyê dixwazin. Êdî bes e. Kezema me şewitî bila êdî ya tu kesên din neşewite. Ewqas dayik dibêjin aştî. Divê êdî gav bên avêtin. Ku heta niha bi destê dayîkan hatibuya girtîn, niha aştî hatibuya welatê me. Pêvajo destpêkiriye. Lê tu gav ji bo malbatan hîn nehatiye avêtin. Divê dewlet gavan biavêje û êdî xwîn nerije.”

‘Ku kujerên Roboskiyê hatiban darizandin!’

Yek ji mexdûrên şer Velî Encû ye. Velî Encu jî ji Roboskê hat beşdarî konferansê bû. Velî Encu jî anî ziman ku ew li ser bi navê malbata Roboskî hatine vir û wiha axivî: “Ez vê yekbûna li vir gelek giring dibinim. Ji ber ku malbatên Kurdan û Tirk li vir in. Û eşên xwe bi hev re parve dikin. 14 sal berê gundê Roboskê bombe kirin. Di êrîşa hewayî de 34 gundî hatin kuştin. 11 ji wan xizmên min bûn. Piştî ve komkujiyê daxwaza me ew bû ku berpirsiyar bên darizandin. Me xwest berpirsiyarên leşkerî û yên siyasî bên darizandin. Ji ber li pişt vê komkujiya Roboskiyê aliyê siyasî heye. Piştî komkujiya Roboskî gelek komkujî pêk hat. Eger piştî komkujiya Roboskiyê berpirsiyar hatibûna darizandin, dê kujerên komkujiyên din jî hatibana darizandin. Berpirsiyarên wan komkujiyan nehatin darizandin. Di navbera 2013 û 2015an de gavên aştiyê hat avêtin. Lê pêvajo xera bû û şer dest pê kir. Di van demên dawiyê de dîsa pêvajoya aştiyê dest pê kiriye. Em wekî malbatên Roboskiyê piştgiriyê didin pêvajoyê. Îro ku eşên li vê konferansê tê ziman hemû sedema şer û zordariya gelan e. Em bawerin ku ew bisekinin dê aştî û edalet jî pêk werê.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

7 COTMEH 2026
Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

7 COTMEH 2026
Rojnameger Hakan Tosun hate kuştin

Cezayê muebedê li kujerên rojnameger Hakan Tosûn hate birîn

7 COTMEH 2026
DEM Partî bi rojnamegeran re civiya: Di pêvajoyê de dê çi bibe?

DEM Partî bi rojnamegeran re civiya: Di pêvajoyê de dê çi bibe?

7 COTMEH 2026
ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

7 COTMEH 2026
‘Şahbanûya Afrîkayê’ li Hewselê xwe da ber tavê

‘Şahbanûya Afrîkayê’ li Hewselê xwe da ber tavê

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne