• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dadgehê carek din ceza li dayikan birî: Sed car jî ceza bidin em ê têbikoşin

Omer Demîr / AW

15 GULAN 2026 - 09:32
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
Stenbol – Dadgehê bi boneya tev li çalakiya “Nobeda Edaletê” bûne ceza li Cemîle Karakaş, Fincê Akman û Cemîle Çîftçî birî. Li her yekê 5 meh cezayê hepsê hate birîn. Dayikan diyar kirin ku gelek caran tevî ku ew bi îşkencekirinê hatin binçavkirin jî lê dîsa jî cezayê hepsê li wan hatiye birîn û gotin: “Em vî cezayî qebûl nakin. Bi vî cezayî dixwazin çavê me bitirsînin lê em natirsin. Sed caran ceza bidin jî em ê têbikoşin.”

Di sala 2022yan de li Stenbolê ji bo îşkence û zextên di girtîgehan de Kumrî Akgul, Fincê Akman, Gulsum Ozturk, Cemîle Çîftçî, Cemîle Karakaş û Zeynap Çalhan 11 mehan, her hefteyê tev li çalakiya “Nobeda Edaletê” ku dihat lidarxistin, bûbûn. Hema bêje her hefteyê dayikên navborî bi îşkencekirinê, hatibûn binçavkirin. Derheqê dayikan de doz hatibûn vekirin. Salek beriya niha 6 meh cezayê hepsê li Cemîle Karakaş, Fincê Akman û Cemîlê Çîftçî hatibû birîn.

Parêzar li dijî biryarê cezayê hatibû birîn, serî li dadgeha îstînafê dan û îstînafê ev ceza xira kir û ceza li dadgeha ku ceza birîbû vegerand. Di 13ê Gulanê de li Edliyeyê Anadolûyê Cemîle Karakaş, Fincê Akman û Cemîle Çîftçî ji nû ve hatin darizandin. Dadgehê carek din li her dayikekê 5 meh ceza birî. Parêzaran diyar kir ku ew ê dîsa li ber ceza rabin û serî li îstînafê bidin.

Cemîle Karakaş û Cemîle Çîftçî derbarê cezayê li wan hatiye birîn de axivîn.

‘Laçikê me ji serê me derdixistin û bi kelemçe me binçav dikirin’

Cemîle Karakaşê diyar kir ku kurê wê Xemgîn Karakaş li Girtîgeha Sîlîvriyê dihat ragirtin û wiha axivî: “Cezayê muebedê û 15 sal li kurê min hatiye birîn. Di girtîgehê de her roj îşkence li kurê min dikirin. Weke dayik min zilmê qebûl nekir. Ji bona wê di sala 2022yan de me dest bi çalakiya ‘Nobeda Edelatê’ kiribû. Ji bo cenazeyên zarokên me ji girtîgehan dernekevin me dest bi çalakiyê kiribû. Her roj agahiya îşkenceyê ji girtîgehan dihat. 11 mehan her hefteyê me çalakiya xwe li dar dixist. Gelek caran hê em di rê de bûn, me dikirin binçavan û îşkence li me dikirin. Laçikên me ji serê me derdixistin û bi kelemçeyê me binçav dikirin. Paşê doz li me hate vekirin. Di 13ê Gulanê de 5 meh ceza dan me. Sed caran ceza bidin me jî em ê ji bo zarokên xwe her dem têbikoşin. Em vê cezayî qebûl nakin.”

‘Bi lêdanê me binçav dikirin’

Cemîle Çîftçî jî anî ziman ku ev 29 sal in birayê wê Selîm Çîftçî tevî nexweşiya xwe jî di girtîgehê de ye û wiha got: “Birayê min nexweş e û di girtîgehê de nayê dermankirin. Em jî ji bo îşkence li wan nekin û birayê min nexweşxaneyê berî 4 sal me dest bi çalakiyê kir. Hefteyekê em çûn Emînonu hê em kom nebûn êrişî me kirin. Bi lêdanê me binçav dikirin û paşê jî doz vekirin. Di 13ê Gulanê de 5 meh cezayê hepsê dan me. Em dayik in, tu sûcê me tune ye. Ji bo zarokên xwe me çalakî li dar xist. Me dixwest bibêjin ‘îşkence li zarokên me nekin’ lê nedihiştin û me binçav dikirin. Em vî cezayî qebûl nakin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ahmet Karamus: Şerê li Îranê êdî yekîtiya Kurdan ferz dike

Karamus: Di demên pêş de em ê mizgîniya yekîtiyê bidin gelê xwe

7 COTMEH 2026
Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

7 COTMEH 2026
Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026
Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

7 COTMEH 2026
ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

7 COTMEH 2026
Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne