• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ciwanên Wanê ber bi Amedê ve bi rê ketin: Her gav ji bo azadiya Rêber Apo ye

Wan /AW

18 COTMEH 2025 - 10:50
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Ciwanên Wanê di çarçoveya meşa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku dê li Amedê bê lidarxistin, bi rê ketin. Ciwanên ber bi Amedê ve bi rê ketin diyar kirin ku her gav, her gotin, her nefes ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Platforma Ciwanên Welatparêz, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dê bi dirûşma “Bi Rêberê azadiyê ber bi jiyana azad ve” li Amedê meşê li dar bixe. Ciwanên Wanê ku dê tev li vê meşê bibin, ji Wanê bi rê ketin û berê xwe dan Bedlîsê. Ciwan, dê li Bedlîs û Mûşê jî bimeşin û dû re derbasî Amedê bibin. Beriya ku ciwan bi rê bikevin, li Parka Mûsa Anter ya navçeya Rêya Armûşê kom bûn û daxuyaniyek dan. Ciwanan di daxuyaniyê de pankarta “Şopdarên Rojê wê

bistînin tola Rojînê” vekirin û dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” û “Ciwan fedaiyên Serok Apo ne” berz kirin. Hevserok û rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û gelek kes ji bo piştgiriyê li parkê kom bûn.

‘Ev meşa azadiyê ye’

Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Adem Yilmaz, metna daxuyaniyê xwend û bal kişand ser giringiya meşê. Adem Yilmaz, diyar kir ku dîrok dê îro li Amedê wijdana hevpar a gel, careke din bi berxwedanê binivîse. Adem Yilmaz, bi lêv kir ku ev meş ne tenê beşdarbûneke fîzîkî ye, ew meşeke gel a ji bo azadiyê, li dijî polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û dîlgirtinê yên bi dehan salan e û got: “Ev meş ne dengê bêdengiyê ye, lê dengê berxwedanê ye. Ev meş îlankirina îradeyê ye ku ne tenê niha lê di heman demê de teşe dide pêşerojê jî. Îro em diqîrin. Em li sûrên Amedê bi Rêber Apo re dicivin. Ew sûrên kevnar şahidiya dîrok, berxwedan û fedakariya gel kirin. Niha, ew sûr bi banga azadiyê ya ku dilê bi milyonan mirovan dihejîne deng vedidin. Îro, sûrên Amedê ne tenê dîwarekî kevirî ne, ew sembola meşa me ya ber bi azadiyê ve ne, dilê berxwedana me ne.”

‘Tişta ku tecrîdê bişkîne hêza rêxistinkirî ye’

Di berdewamiyê de Adem Yilmaz, da zanîn ku ew dizanin azadî ne bi axaftinê, lê bi berxwedanê tê bidestxistin û wiha domand: “Ji ber vê yekê, em dibêjin; îro, her gavek a li Amedê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê avêtin, agirê hesreta ku di dilê bi milyonan mirovan de dişewite, gurtir dike. Tecrîda mutleq a li ser Rêberê me yê li Îmraliyê ji 25 salan zêdetir hewldanek e ku ne tenê îradeya kesekî, lê belê îradeya tevahiya gelekî tê kelepçekirin. Tiştê ku dê van kelepçeyan bişkîne hêza rêxistinkirî ya gel, wêrekiya jinan, hêrsa ciwanan û rêhevaltiya me ya fedakar e.”

‘Heta Rêber Apo azad nebe, gel jî azad nabe’

Adem Yilmaz, diyar kir ku ev meşa ji Wanê û her goşeyek Kurdistanê heta Amedê dirêj dibe, ne tenê îdîayek fîzîkî ye; ew îdîayek dîrokî û siyasî ye jî. Adem Yilmaz, destnîşan kir ku ev îdîa ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avakirina aştiyek bi rûmet a ji bo gelê Kurd e û got: “Îro, em ne tenê daxwazên xwe tînin ziman; îro, em baweriya xwe ya mutleq a bi azadiyê, pabendbûna xwe ya bêdawî û helwesta xwe ya bêwestan ji tevahiya cîhanê re radigihînin. Em weke gelê Wanê dibêjin ku ev gel heta Rêber Apo azad nebe azad nabe. Tecrîda li ser Rêber Apo hatiye ferzkirin nemirovane ye û divê bi dawî bibe. Tekane rêya avakirina jiyaneke demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye.”

‘Her gav û gotin ji bo azadiya Rêber Apo ye’

Adem Yilmaz, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ew kesên ku îro li vir in damezrînerên pêşerojê ne. Me beden, dil û pêşeroja xwe di vê têkoşînê de daye. Tu gef, zilm, binçavkirin û girtin nikare vîna vî gelî bişkînin. Em ji Wanê bi kevneşopiyeke berxwedanê ya hezar salan a di dilê xwe de bi rê ketin. Li Amedê em ê mil bi mil li gel bajarê azadî û berxwedanê bisekinin. Her gav, her gotin, her nefes ji bo azadiya Rêber Apo ye.”

Piştî daxuyaniyê, ciwan bi dirûşmeyên weke “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Ciwan fedaiyên Serok Apo ne” li otobûsan siwar bûn û bi rê ketin.

Etîket: Adem YilmazBi Rêberê azadiyê ber bi jiyana azad veCiwanên WanêDEM PartîMeşa Ciwanan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo Rojava daxuyanî da

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo Rojava daxuyanî da

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne