• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Ciwan her dem bi rola pêşeng radibin’

Omer Demîr / AW

4 HEZÎRAN 2025 - 09:40
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Endamê Meclisa Ciwanan ya HDKê Jiyan Bahadir têkildarî pêvajoyê û peyama Rêberê Gelê Kurd ji bo rêxistbûyînê diyar kir ku gotinên dewletê tenê di gotinan de dimînê, ciwan ji bo înşakirina aştiyê bixebite.

Endamê Meclisa Ciwanan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Jiyan Bahadir derheqê pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalna ve hatiye destpêkirin, ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Pirsgirêka Kurd tevahiya desthilatdaran kevintir e’

Jiyan Bahadir diyar kir ku tevî ev demeke bi ser eşkerekirina biryara kongreya PKKê re derbas bûn jî lê dewlet hê jî tu gav neavêtiye û got: “Devlet Bahçelî ji bo pevajoyê carnan tiştan dibêje, ev tişttên bi wate ne. Lê tenê di gotinan de dimîne. Tû pratîk ji aliyê dewletê ve hê çênebûye. Tu kes nikare pirsgirekên Kurdan ji bo bibe desthilatdar û ji bo berjewemendiyên xwe yê rojane bikar bîne. Ev pirsgirek ji tevahiya desthilatdaran kevintir e. Ji bo çareseriyê jî pêdivî bi piştgiriya her partiyên siyasî heye.”

‘Divê azadiya fizîkî pêk were’

Jiyan Bahadir destnîşan kir ku PKKê di kongreya xwe de biryar da ku pêkanîna biryarên kongreye bi girêdayî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e û wiha got: “Lê hê jî di vî warî de tu pêşketinêk çênebûye. Ji bo girtiyên nexweş jî tu pêşketinek çênebûye. Ji bo rakirina qeyûman tu xebat tune ye. Di van serdeman de tu gav nehatiye avêtin. Bi van nêzîkatiyan çaresêrî zor e. Tirkiye demokratîkbûna xwe li ser bingeha azadiya gelê Kurd ava neke dê pirsgirêkên mezintir derkevin pêşiya Tirkiyeyê. Tişta rast ew e ku dewlet azadiya gelê Kurd bipejirîne û demokratîkbûna xwe pêk bîne. Divê her kes jî ji bo azadiya Kurdan û demokratîkbûna Tirkiyeyê bixebite. Ev xebat jî dawiya şer dê bîne. Ji xwe banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ rawestindina hemû senaryoyan e.”

‘Armanca ciwanan pêşxistina legerîna heqîqetê ye’

Jiyan Bahadir da zanîn ku pêyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo rêxistbûyînê gelek girîng bû û axaftina xwe wiha domand: “Divê em siyaseta xwe civakî bikin. Divê em jiyana xwe ya polîtîk û jiyana xwe ya taybet cuda nebînin. Desthilatî li dijî ciwnan polîtîkayên taybet xistiye dewrê û nahêle ciwan di her qadan de li pêş bikevin. Armanca me birêxistinkirin û pêşvebirina ciwanan e. Ji ber vê yekê me di Zanîngeha Teknîk ya Rojhilata Navîn (ODTU) de saziyek Kurdî ava kir. Xebatên me di zanîngehên din de jî hene. Em dixwazin ciwan li vir xwe rêxistin bikin û ji bo zimanê Kurdî bixebitin. Armanca ciwanan pêşxistina lêgerîna heqîqetê ye. Ciwan dixwazin xwe ji desthilatê rizgar bikin. Piştî banga birêz Abdullah Ocalan ji bo rêxistinbûyînê me awa û terza xebatên xwe guherandin.”

‘Li dijî ciwanan şer hat destpêkirin’

Jiyan Bahadîr anî ziman ku gelek kêmasî derikevin pêşiya ciwanan û ciwan û xwendekar di warê aborî de nikarin debara xwe bikin û got: “Bûrsên xwendekaran têra wan nake ji bo vê neçarin ku bixebitin. Pirsgirekên aborî û siyasî derûniya ciwanan xera kiriye. Di nav ciwanan de tiryak gelek tê bikaranîn. Ev yek ji destpêkirina şerê tabet a li dijî ciwanan e. Tê xwestin ku ciwan peywîrên xwe yên siyasî pêk neynin. Deshilatî jî vê tiştê dixwaze. Piştî pêvajoya 2013 û 2015an xera bû dewletê di her warî de li dijî ciwanan şerê taybet û şerek dijwar meşand. Di van deh salan de ji ber polîtîkayên şerê taybet, nefreta li dijî Kurdan û şoreşgeran zêde bû.”

‘Ciwan dikarin aştiya civakî ava bikin’

Jiyan Bahadir bi bîr xist ku îro di nav ciwanên Kurdan de jî hê ev pêvajo baş nehatiye femkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tê gotin tenê dewlet aştiyê dixwaze. Lê divê werê femkirin ku ev pêvajo ji AKP û MHP jî mezintir e. Dewlet fêm kir ku êdî bî înkarkirina Kurdan û bi polîtîkayên bişaftinê bi ser nakeve. Armanca ciwanên HDKê jî avakirina aştiyêk civakî ye. Em li her qadê li ser aştî û azadiyê diaxivin. Ciwan hêza niha û siberojê ne. Civakbûn û înşakirina aştiyê wekî înşakirina jiyanekî azad e, di vî warî de jî rola ciwanan rola peşengtiyê ye. Lê divê ev baş were famkirin ku aştî du alî ye. Divê ciwan di nava xebatan de bin. Pêywira ciwanan avakirina aştiyek civakî ye.”

 

Etîket: Abdullah OcalanHDK.Meclisa Ciwananpkk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

15 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026
Abdullah Ocalan: Me azadiya jinan ji xwe re esas girt

Abdullah Guler: Dê rojnameger bikaribin biçin Îmraliyê

5 TEBAX 2026
DEM Partiyê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî îmze kir

Hevserokên DEM Partiyê: Qanûn ji bo vekirina deriyekî dîrokî ye

5 TEBAX 2026
Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

5 TEBAX 2026
Bahçelî: Banga 27ê Sibatê baştir hat fêmkirin

Bahçelî: Divê Ocalan bigihîje mafê heviyê û Demîrtaş were berdan

5 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne