• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ciwan dê bimeşin: Em ê têkoşînê bi azadiyê tacîdar bikin

Fexredîn Kiliç / AW

28 ADAR 2025 - 08:15
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Sûltan Yorûlmaz û Azad Ozer destnîşan kirin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 1ê Nîsanê de meşekê didin destpêkirin û wiha gotin: “Em bang li hemû ciwanan dikin ku tev li vê meşa pîroz bibin û em vê têkoşînê bi azadiyê tacîdar bikin.”

Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di navbera 1 û 4ê Nîsanê de bi dirûşma “Em bi civaka demokratîk re ber bi azadiyê ve dimeşin” meşekê li dar bixin. Ciwan dê di 1ê Nîsanê de ewilî têkildarî meşê li Qada Şêx Seîd a navçeya Yenîşehîr a Amedê daxuyaniyê bidin û dû re ber bi gundê Amarayê yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ve dest bi meşê bikin. Dê bi sedan ciwan 4 rojan bimeşin. Ciwanên ku ji Amedê derkevin rê, dê di navçeyên Sêwereg, Hîlwan û Xelefetiyê re bimeşin û di 4ê Nîsanê de bigêjin Amarayê. Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Sûltan Yorulmaz û Azad Ozer têkildarî meşê axivîn.

‘Rol û mîsyona ciwanan pir girîng e’

Endama Meclisa Ciwanan Sûltan Yorûlmaz, bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Bang di serî de ji bo jinên ciwan ji bo hemû cîhanê pir watedar bû. Ji ber wê li herêmê kelecaneke pir cuda hate jiyîn. Rol û mîsyona ciwanan jî li vir pir girîng e. Piştî daxuyaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 8ê Adarê de jinên ciwan û ciwanan qad tejî kirin. Li qadên Newrozê peyama Rêberê Gelê Kurd hate hembêz kirin. Ev pir bi wate bû.”

‘Em barekî mezin didin ser milê xwe’

Sûltan Yorûlmaz, da zanîn ku ji sala 2009an vir ve cara ewil meşeke bi vî awayî tê lidarxistin û wiha berdewam kir: “Piştî şehadeta heval Mehsûm û Mistefa ev meş ji bo me pir girîng e. Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a aştî û civaka demokratîk li holê ye. Em barekî mezin didin ser milê xwe. Ji ber wê me got em ê ji Amedê heta Amarayê bimeşin. Ev rihê ku ji 27ê Sibatê ve di Kurdistanê de hatiye avakirin divê em bi azadiyê tacîdar bikin. Banga Rêberê Gelê Kurd hêviyek da civakê. Ne tenê ji bo gelê kurd ji bo hemû gelên bindest, hemû cîhanê watedar e. Ji ber wê me hewcehî pê dît ku em vê meşê li dar bixin.”

‘Pêşengên vê têkoşînê ciwan in’

Sûltan Yorûlmaz bang li hemû ciwanan kir ku xwedî li meşa wan derkevin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Armanca me ya herî mezin azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ji ber ku hêviyeke me ya mezin ji banga wî heye. Barekî pîroz e îro me daye ser milê xwe. Pêşengên vê têkoşînê ciwan in. Em bang li hemû jinên ciwan û ciwanan dikin vî barê pîroz bigirin ser milê xwe, tev li vê meşa pîroz bibin ku em vê têkoşînê bi azadiyê tacîdar bikin.”

‘Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd dimeşin’

Endamê Meclisa Ciwanan Azad Ozer jî destnîşan kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê meşê didin destpêkirin û dê di 4ê Nîsanê de rojbûna Abdullah Ocalan pîroz bikin. Azad Ozer meşa ku didin destpêkirin weke “Meşa Azadiyê” penase kir û wiha got: “Bila ciwan, dayik gelê me yê kurd tev piştgiriyê bidin meşa me. Em bang li ciwanan dikin ku ji bo azadiya Rêber Apo tev li vê meşê bibin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

7 COTMEH 2026
Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne