• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ciwanan Newroza Êlihê bi ‘Bijî Serok Apo’ hejand

Onder Akbulut / AW

20 ADAR 2025 - 17:43
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Êlih – Bi deh hezaran welatiyên Êlihê herikî qada Newrozê ya taxa Pazar Yeriyê. Gel piştî gihişt qada Newrozê coş û kelecanek derket lûtkeyê û dengê dirûşmeyan qad hejand. Bi deh hezaran welatiyên ku li qadê gihişt hev bê navber dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” berz kirin.

Bi deh hezaran welatiyên Êlihê îsal bi coş û kelecana “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dirûşma “Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk” Newroz pîroz kir. Bi deh hezaran welatiyên herikîn qadê girêdana xwe ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman. Gelê Êlihê berî ku bernameya Newroza dîrokî destpêbike qefle bi qefle herikî qada pîrozbahiyê. Jinên Êlihî ku bi cil û bergên neteweyî, bi bandajên kesk û sor û zer xwe xemalindine li ber stranan dest bi govendê kirin. Di pîrozbahiya Newroza Êlihê çend dîmen û hûrguliyên derketin pêş wiha ne:

*Warê Edîp Solmaz ê ku di 14ê Cotmaha 1979an de bi paradîgmaya Tevgera Azadiyê bû şaredarê Êlihê û dû re di 12ê Mijdarê de ji aliyê dewletê ve hat kuştin, bi coş û kelecaneke mezin, bi sloganên “ Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan nabe”, “ Jin Jiyan Azadî” sekna xwe, dilsoziya xwe ya ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nîşan da.

*Welatiyên Êlihî berî destpêkirina bernameyê ji du saetan zêdetir li ber dahol û zurneyê dîlan gerandin, bi taybetî dema dengê Ribabê bilind dibû coş û kelecana gel jî bilind dibû.

*Pîrozbahiyê bi deqeyekî rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê destpêkir. Piştî rêzgirtin qediya, girseyê bi coşeke mezin sloganên“ Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” berzkirin.

*Li ser navê komîteya amadekar Mustafa Mesud Tekik ji bo xebatên newrozê ji ciwanên Korikê, ciwanên Îpregazê, ciwanên Petrolkentê, ciwanên Bayindirlixê re spasiya xwe kir.

*Hevseroka DEM Partiyê Songul Korkmazê axaftinek kir û bal kişand li ser banga Rêberê Gelê Kurd û got “Ev bang bangeke dîrokî ye ji bo pêşeroja gelên Rojhilata Navîn firsendeke mezin e. Em dibêjin ‘An Azadî An Azadî’. ”

*Hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonuk ya ku şuna wê qeyûm hatibû tayînkirin û di şexsê wê de îradeya gelê Êlihê hatibû xedpkirin axaftinek kir û got: “Em newrozê li Birêz Abdullah Ocalan, li jin û dayikan, li hemû gelê me pîroz dikin.”

*Pêşkêşvan navên sazî û rêxistinên civakî, partiyên siyasî yên ku tevî newrozê bûne bi rêz kir û taybetî ji xebatên wê yên salên dûr û dirêj ji Navenda Çanda Biharê re spas kir.

*Cîgirê Hevserokên Giştî yên Partiya DEMê Tayip Temel axaftinek kir û got: “Êlih warê Egîd û Edîp’an e, warê şehîdan e. Şehîd tu carî namirin, şehîd meşaleya meşa me ya pîroz in.”

*Jinên ciwan bi îmzeya “xeta jinê” li qada newrozê pankarta “Em bi ruhê jinên ciwan yên ku di ferqa sirra agir de ne, agirê newrozê geşdikin” vekirin.

*Di Newroza Êlihê de xaleke herî balkêş jî tevlêbûna ciwan taybetî jinên ciwan bû. Li qada Newrozê ku ji sedî 60-70yê girseyê ciwan bû, kelecan û coşa qadê zêde kir.

*Bi dehan ciwanan her yekî ciwanek da ser stûyê xwe û li dora agir çember çêkirin û dîlan gerandin.

*Dayikên ku bi rojî bûn û ber bi dawîbûna pîrozbahiya Newrozê êdî westiyabûn, mexfûr raxistin erdê li ser îsrihet kirin.

*Di qadê de xaleke herî zêde balkêş jî zêdebûna egal û flamayên kesk û sor û zer û xwekirina ciwanan a şal û şepikan bû.

*Pîrozbahî bi stranên Koma Aryen û bi girtina govend ê bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

7 COTMEH 2026
Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

7 COTMEH 2026
Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

7 COTMEH 2026
Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

7 COTMEH 2026
Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne