• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Cîhan Denîz û Husnu Ablay li ser gorên xwe hatin bibîranîn

Amed / AW

23 HEZÎRAN 2026 - 19:06
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Siyasetmedarên Kurd Cîhan Denîz û Husnu Ablay li ser gorên xwe yên li Goristana Yenîkoy a Rezanê bi girseyî hatin bibîranîn. Di bernameya bîranînê de Ayla Akat Ata got: “Hêviyên wan, xeyalên wan, îdiayên wan û şahiyên wan; bûn şahî, îdia û xeyalên me.”

Siyasetmedarên Kurd Cîhan Denîz û Husnu Ablay yên ku di 23yê Hezîrana 2008an de di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest dabûn, di salvegera mirina xwe de li goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezanê ya Amedê bi girseyî hatin bibîranîn. Endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), endamên meclîsa ciwanan, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li bîranînê bûn. Bernameya bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Dirûşmeyên ‘Şêhîd namirin’ hatin berzkirin. Paşê jî parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat Eren û Aktivîsta TJAyê Ayla Akat Ata axivî.

‘Jiyana Cîhan her tim di nava tekoşînê de derbas bû’

Serhat Eren bal kişand ser jiyana Cîhan Denîz û wiha axivî: “Jiyana wî her tim ji bo azadiya têkoşîna gelê Kurd derbas bû. Bi rastî tevli refên gerîla bû, nav xebatê de bû. Ji biçûktiya xwe heta şehadetê bi rastî jiyana wî her tim di nava têkoşînê de derbas bû.”

Serhat Eren di dawiya axaftina xwe de diyarkir ku her du hevalên me jî bi rastî ji bo azadiya gelê xwe, ji bo azadiya gelê Kurd di nav xebatê de bûn û got: “Mîrateyek mezin ji me re hîştin. Niha tiştê ku dikeve ser milê me, berpirsyariya me bi rastî; em mîrateya ku ji me re hîştine wê biparêzin û pêş bixin. Ez bawer im  ku emji her demê zêdetir nêzîkî xeyalên wan in. Heta em xeyalên wan bi cih bînin em ê rûnenên û jiyan jî ji me re heram e. Ez car din di kesayeta wan de; hevalên me, cangorî û lehengên me, şehîdên me, yên ku ji bo gelê xwe xebat meşandine, ji bo gelê xwe bedel dane, her tim di dilê me de ne, di mejiyê me de ne, riya me jî ronî dikin. Ez car din wan bi bîr tînim. Li ber wan, li ber rûmeta wan, bejna xwe ditewînim. Bi minetdarî, bi rêzdarî wan silav dikim.”

Piştî axaftina Serhat Eren girseyê bênavber dirûşmeya “Şehîd namirin’ berz kir.

‘Bedelên giran hatin dayîn’

Ayla Akat Ata jî di bîranînê de axivî û wiha got: “ Hêviyên wan, xeyalên wan, îdiayên wan û şahiyên wan; bûn şahî, îdia û xeyalên me. Ji bo ku em vê yekê bi cih bînin, bi şev û roj xebat meşand. Bedelên gelekî giran hatibûn dayîn, lê belê dibe ku hîn bêtir li ser wan bedelan zêde bûn. Îro dibe ku bi sedan hevalên me yên ku me di heman demê de bi hev re dest bi vê rêyê kiribû, êdî di nav me de nebin. Di kesayetiya wan de em hemûyan yek bi yek bi bîr tînin û li ber têkoşîna wan a rûmetdar bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”

Piştî axaftinan dua hatin xwendin û gul danîn ser gorên wan. Paşê girse belav bû.

  • Warning: Trying to access array offset on false in /var/www/ajans/wp-content/plugins/easy-image-gallery/includes/template-functions.php on line 498

    Warning: Attempt to read property "post_excerpt" on null in /var/www/ajans/wp-content/plugins/easy-image-gallery/includes/template-functions.php on line 502
Etîket: AmedBîranînCîhan DenîzgorHusnu Ablaysalveger
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

19 TEBAX 2026
Li Amedê qeza: Jinek mir kesek jî birîndar bû

Li Amedê qeza: Jinek mir kesek jî birîndar bû

19 TEBAX 2026
Li Amedê xebatên Şiyar Be bênavber didomin: Em ê teqez bi ser bikevin

Li Amedê xebatên Şiyar Be bênavber didomin: Em ê teqez bi ser bikevin

18 TEBAX 2026
Li Amedê rêzeçalakiyên ‘Pêngava Rabin’ berdewam dike

Li Amedê rêzeçalakiyên ‘Pêngava Rabin’ berdewam dike

17 TEBAX 2026
Otomatik taslak

Berîvan Meryem Uzkaş bi girseyî hat bîranîn

16 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne