Îro serê sibehê polîsan Cîgirê Serokê Koma Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Manîsayê yê CHPî Ahmet Anil Ceylan jî di nav de, gelek kes binçav kirin.
Ev demek e li dijî şaredariyên CHPî bi sedemên cuda operasyonên qirkirina siyasî tên lidarxistin. Îro jî di heman çarçoveyê de li Manîsayê operasyonek nû hat pêkanîn. Di encama operasyonê de Cîgirê Serokê Koma CHPê ya Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Manîsayê Ahmet Anil Ceylan hat binçavkirin.
Seroka Baroya Manîsayê Parêzer Sevgî Başak Yeşîl Malay da zanîn ku derbarê sedema binçavkirinê de wan tu agahî bi dest nexistine. Meqamên fermî jî heta niha li ser sedema binçavkirinê ti daxuyanî nedan.
Hat ragihandin ku karûbarên îfadeyê yên Ahmet Anil Ceylan li Midûriyeta Polîsan a Manîsayê berdewam dike.













