• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji Îmraliyê dengê azadiyê tê

Navenda Nûçeyan /AW

5 SIBAT 2025 - 13:11
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Şirnex –  Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar di civîna gel a Şirnexê de axivî anî ziman ku li Rojhilata Navîn ji ber berjewendiyên hegemonan şerekî dijwar heye û got: “Di vê merhaleyê de dengê azadiyê li Îmraliyê ji aliyê birêz Abdullah Ocalan ve bilind dibe.”

Li Şirnexê di çerçoveya “Hevdîtinên Aştiya Civakî û Azadiyê” de ku ji aliyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) vê pêk tên, bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar gel civîn pêk hat. Civîn li eywana oteleke ya Şirnexê pêk hat. Endam û rêveberên Rêxistinên DBPê û DEM Partî ên Şirnex û navçeyên wê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tevlîbûn. Flamayên DBPê û DEM Partî li eywanê hatin xemilandin û pankarta “Hevdîtinên Aştiya Civakî û Azadiyê” daliqandin.

Civîn ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiye de jiyana xwe ji dest dane bi rêz girtinê destpêkir. Piştî rêzgirtinê  Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî. Çîgdem Kiliçgun Uçar anî ziman ku ew li 51 navendan civîna gel li dardixînin û li ser pêvajoyê bi gel re diaxivin. Çîgdem Kiliçgun Uçar bi lêv kir ku di Rojhilata Navîn de şerekî dijwar ji bo berjewendiya hegemonan diqewimê û wiha got: “Li Rojava pergaleke wekhevî û demokrasiyê hatiyê avakirin. Rojava ji bo hemû Rojhilata Navîn li dijî şer mizginiya wekhevî, azadî û bihevre jiyana gelan e. Li Tirkiyeyê yek al, yek ziman û yek netew li ser bawerî û gelên cûda tê ferzkirin. Tirkiye ku dewlemendiya cûdahiya netew û baweriyan e ji ber polîtîkiyên înkarê pirsgirêk kûr dibin.

‘Demokrasî bi çareseriya kurd pêkan e’

Di berdewama axaftina xwe de Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser hevdîtinên bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re pêk tên û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji cotmehê ve li Tirkiyeyê qala pêvajoyeke tê kirin. Ew ne pêdiviya niha ye pediviya bi salan e. Li vê erdnîgarî înkara gelan tê kirin. Di vê merhaleyê de dengê azadiyê li Îmraliyê ji aliyê birêz Abdullah Ocalan vê tê. Şandeya DEM Partî piştî hevdîtinên Birêz Abdullah Ocalan serdana partiyên siyasî kirin û ji wan re li ser fikren birêz Abdullah Ocalan a ji bo çareseriyê nîqaş kirin. Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin li Tirkiyeyê qala demokrasiyê jî nayê kirin. Lê CHPê di vê pêvajoya girîng de qala endamên xwe yên serokkomariyê dike, AKPê bang li Colanî dike û partiyên din jî bilî rojeva kurd ji rojevên din re alaqadar dibin. Lê rojeva herî sereke pirsgirêka kurd e. Çareserkirina pirsgirêka kurd çareserkirina hemû pirsgirêkên demokrasiyê ye. Ji bo wê divê hemû li gor vê pêvajoyê tevbigerin.”

‘Divê hemû kes berpirsyariyê bigirin’

Çîgdem Kiliçgun Uçar destnîşan kir ku paradigmaya Netewa Demokratîk a Abdullah Ocalan çareseriya hemû pirsgirêkan e û ev tişt gotin: “Rê ya birêz Abdullah Ocalan vêkiriyê an wê biçe serî an jî ew pirsgirêk wê berdewam bikin. Ji bo wê em bang li hemû kesî dikin ku ji bo pêvajoyê berpirsyariyê bigrin. Ew pirsgirêk tenê li benda bangavaziya birêz Abdullah Ocalan jî neyê hiştin divê hemû kes tevlî pêvajoyê bibin. Li Şirnexê bi hezaran êş hene ji ber wê divê gelê me li qadan dengê xwe ji bo pêvajoyê bilind bikin. Em di pêvajoyeke kritik de derbas dibin. Ji bo wê jî em ê îro li vir nîqaş bikin.”

Piştî axaftina Çîgdem Kiliçgun Uçar civîn ji çapemeniyê re hat girtin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

Çêkirina rişteyan: Çandeke komîn, qedîm û herêmî ye

7 COTMEH 2026
Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026
Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

7 COTMEH 2026
ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

7 COTMEH 2026
Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne