• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bêyî hiqûqa navxweyî, em nikarin bi dewletê re bikevin nîqaşê’

Amed / AW

26 NÎSAN 2026 - 12:04
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar di Konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk de destnîşan kir ku heta Kurd hiqûqa xwe ya navxweyî ava nekin, nikarin bi dewletê re nîqaşa hiqûqî bimeşînin. Beşdarên din ên konferansê jî li ser girîngiya lezgîn a yekîtiya neteweyî rawestiyan.

AMED – Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Halîm Îpek, Ohannas Gafur Ohannian û Doktor Xelîl  beşdarî Konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk a ku bi dirûşma “Kurdên Bakur yekîtiya xwe ya neteweyî nîqaş dikin” tê lidarxistin bûn. Uçar û axêverên din ên konferansê, li ser geşedanên di rojevê de û girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurdan nirxandinên girîng kirin.

‘Zimanê me rûmeta me ye’

Uçar di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya zimanê Kurdî û wiha got: “Em deyndarê tevgera azadiyê ne ku îro em bi zimanê xwe diaxivin. Dewlet û îktîdarê zimanê me bin ax kiribû, lê berxwedan û têkoşîna me nîşan da ku zimanê me nirxê me ye. Dema em bi Tirkî diaxivin, em xwe kêm hîs dikin; ev ziman divê jiyana xwe bidomîne.”

‘Yekîtî ne demokratîk be, serkeftin pêk nayê’

Uçar diyar kir ku têkoşîna wan bûye bendek ji bo parastina yekîtiya Kurdan û wiha pê de çû: “Divê yekîtî hemû aliyan hembêz bike. Heke yekîtî ne demokratîk be, serkeftin pêkan nîne. Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan di 27ê Sibatê de bangek kir û got; ‘Me tiştekî mezin bi dest xist. Êdî kes nikare bêje Kurd û zimanê wan tune ne. Me înkar ji holê rakir, êdî rêya me rêya azadiyê ye.’ Heta gelê Kurd ê di bin zextên dewletê de azad nebe, gelên din jî azad nabin.”

‘Pêwîstiya me bi hiqûqa navxweyî heye’

Uçar destnîşan kir ku şerê li Bakurê Kurdistanê şerê înkar û asîmîlasyonê ye û bal kişand ser girîngiya avakirina hiqûqa Kurdan: “Dewlet hîn jî me nas nake. Em di hiqûqa dewletê de tune ne, lewma em tên girtin û ji axa xwe tên derxistin. Lê ji bilî hiqûqa dewletê, hiqûqeke din ji me re lazim e: Hiqûqa navxweyî ya Kurdan. Heke em di nava xwe de hiqûqeke demokratîk ava nekin, em nikarin bi dewletê re jî nîqaşeke hiqûqî bimeşînin.”

‘Mînaka herî mezin Rojava ye’

Uçar mînaka berxwedana Rojava da û got: “Me li Rojava dît ku yekîtiya demokratîk çi ye. Kesî negot fikrê min ev e, her kesî bi hev re Rojava parast. Rojava peyamek da me; divê yekîtiya Kurdan ji niha pê ve hîn qahîmtir be. Heke em nebin yek, dê lîstikên li ser me zêde bibin.”

‘Rêberiya vê têkoşînê Birêz Ocalan dike’

Uçar di dawiya axaftina xwe de bang kir ku dewlet bi raboriyê re rûbirû bibe û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Me her tişt dît, lê me tenê azadî nedît. Niha di têkoşîna azadiyê de tevgera Kurd û Birêz Ocalan rêbertiyê dikin. Her kesê ku paradigmaya Birêz Ocalan qebûl dike, di heman demê de rêbertiya vê têkoşînê jî dike. Bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ em ê demokrasî û aştiyê ava bikin.”

‘Bêyî yekîtiyê dê qirkirin dubare bibin’

Piştî axaftina Uçar, beşdarên din ên konferansê jî dîtinên xwe parve kirin. Halîm Îpek da zanîn ku ji Peymana Qesrî Şîrîn heta roja îro yekîtî derdê sereke ye û wiha axivî: “Yekîtî di nava gelê Kurd de heye û gel vê helwestê jî nîşan dide. Lê partiyên siyasî yên Kurd nayên cem hev. Divê partiyên siyasî bi berpirsyarî tevbigerin.”

Halîm Îpek da zanîn ku ji peyama Qesra Şîrîn heya vê rojê yekîtî derdê me ye sereke ye û wiha axivî: “Yekîtî di nava gelê Kurd de heye û vê helwestê jî nişan dide. Lê partiyên siyasî yên Kurd nayên li gel hevdu. Divê partiyên siyasî û berpisyarî tevbigerin.”

Ohannas Gafur Ohannian jî bal kişand ser Komkujiya Ermenan û wiha got: “Milyonek û nîv Ermenî li ser vê axê hatin qetilkirin, rastî destdirêjiyê hatin û hatin koçberkirin. Ev gelê qedîm îro li ber tunebûnê ye. Ez li ber bîranîna wan bi rêzdarî ditewim. Heke yekîtiya neteweyî pêk neyê, wekî berê dê dîsa me bi hev bidin qirkirin.”

Doktor Xelîl jî destnîşan kir ku her çiqas serkeftin nêzîk dibe, astengî jî ewqas zêde dibin û got ku welatê Kurdan Kurdistan e. Doktor Xelîl axaftina xwe wiha domand: “Behsa Komkujiya Ermeniyan hat kirin; bi milyonan mirov ji gelek neteweyên cuda hatin kuştin. Heke em yekîtiya xwe ava nekin, dê dîsa bi milyonan mirov bimirin. Ji bo vê yekê, mîsoger e ku em yekîtiya xwe ava bikin.”

Piştî nîşandana sînevîzyonê, konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.

Etîket: “Kurdên Bakur yekîtiya xwe ya neteweyî nîqaş dikin”Çigdem kiliçgun UçarDoktor XelîlHalîm ÎpekKonferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya DemokratîkOhannas Gafur Ohannian
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

2 TÎRMEH 2026
Ûçar: Birêz Ocalan di bin şertên tecrîdê de ji bo aştiyê dixebite

Ûçar: Birêz Ocalan di bin şertên tecrîdê de ji bo aştiyê dixebite

19 HEZÎRAN 2026
Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em ê bi hêza xwe gav bi dewletê bidin avêtin

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em ê bi hêza xwe gav bi dewletê bidin avêtin

16 HEZÎRAN 2026
Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Keda ku me îro li ser pêyan digire têkoşîna komunê ye

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Keda ku me îro li ser pêyan digire têkoşîna komunê ye

1 GULAN 2026
Bi hezaran ji bo aştî û azadiyê herikîn qada mîtîngê

Konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk dest pê kir

26 NÎSAN 2026
MED TUHAD-FEDê kongreya xwe pêk anî: Bi statuya Ocalan dê deriyên hemû girtîgehan vebe

MED TUHAD-FEDê kongreya xwe pêk anî: Bi statuya Ocalan dê deriyên hemû girtîgehan vebe

25 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne